Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ne Sedat Peker, gel xilasker e!

Sedat Peker ji mêj ve ye li dijî hin rayedarên desthilatdariya Erdogan û Bahçelî agahiyan parve dike. Carina jî dîmenan diweşîne. Lê heta niha li dijî Erdogan û Bahçelî rasterast tiştek negotiye. Çi têkîliyên wan aşkera nekiriye. Zêdetir li derdora wan digere. Herî zêde jî di der heqê Suleyman Soylu de diaxive.

Diyar e, Sedat Peker bi hisab û kitêb tevdigere. Ya na ew bi xwe jî zane, niha di serê avê de Erdogan û Bahçelî hene. Lê ji ber ku derdê Sedat Peker ne sîstem e, ango dixwaze carek din di sîstemê de ciyê xwe bigre, zêdetir bela xwe dide yên derdora Erdogan û Bahçelî. Bi gotineke din heke Sedat Peker, Erdogan û Bahçelî qanî bike û ew kesên li derdora wan e bikaribe bêbandor bihêle, ew ê bela xwe nede van her dû serkêşan jî.

Em ji ku gêhiştin vê qenatê, wê jî bêjim. Sedat Peker ev çend meh e dibêje, “Di tûrikê min de çi hebe, ez ê beriya hilbijartinan dû meh vala bikim.” Belê, bi van gotinan peyam dide Erdogan û Bahçelî. Bi gotineke din dibêje, “Heke hûn, ew kesên ku min derxistin derveyî sîstemê ji dora xwe vala nekin, ez ê berê xwe bidim we.”

Wê berê xwe bide wan, nede wan nayê zanîn. Lê yên berê xwe dane Sedat Peker, ji bo wî bêbandor bikin her cure rê û rêbazan bikartînin. Tê gotin ku ji bo kuştina wî 25 mîlyon dolar veqetandine. Bi hemû mafyayên cîhanê re di têkîliyê de ne ku ji bo wî bidin kûştin.

Ez ê dûr û dirêj nekevim pey hûrgiliyên tiştên Sedat Peker dibêje. Di rojnamegeriya 34 salê xwe de ew tiştên ku niha dibêje min belkû sedan car wekî nûçe nivîsandiye. Rast e, gelek tiştên tên gotin ji civat re xerîb in. Lê yek tiştêk ku Sedat Peker dibêje ji min re xerîb nîne. Ev naye wê wateyê ku tiştên dibêje ne girîng in. Na girîng in! Heta gelek girîng in. Ya herî girîng, wekî devê yekemîn diaxive û hin belgeyan parve dike. Ev tiştek ji rêzê nîne. Lê ji alî din em ji sîstema wan hayîdar in. Ango sîstema wan çawa tevdigere, em herî kêm bi qasî wan dizanin. Siyaset jî, dîn jî, tirkperestî û nijadperestî jî ji bo wan tenê haletên berjewendiyê ne. Ew tenê li pey berjewendiyên xwe ne. Niha jî Sedat Peker ne ji bo sîstema wan hilweşîne, ji bo careke din xwe di nav wê sîstemê de xurt bike tevdigere. Ji bo desthilatdariya dewleta kûr ji patronên xwe yên kevin dewir bigre, hesaban dike.

Ya herî xerîb, yên wî wekî leheng didin naskirin in. Em heqê wî nexwûn. Ew ji xwe re nabêje, “Ez leheng im.” Lê wisa qewimiye ku tû yê bêji xelaskarê hemû civatê Sedat Peker e. Ya rast Sedat Peker jî, desthilatdar jî vê yekê baş bikartînin. Ew bi parvekirinên xwe yên piço piço û bi hisab û kitêb; desthilatdar jî bi dagirtina rojeva ku Sedat Peker tayîn dike, civatê dixapînin. Civat jî bi hêviya ‘lehengiya Sedat Peker’ li benda xelasiya xwe ne. Ya xeter ev e.

Di vî warî de mixalefeta sîstemî jî ji halê xwe razî ne. Ji ber ku ew jî naxwazin sîstem hilweşe, her gotin û kiryarên li derdora Sedat Peker tevdigere, tenê ji bo bi destxistina sîstemê bikartînin. Derdê wan ne gûherîna sîstemê ye. Tenê hisaba destxistina sîstemê dikin.

Ev salek zêde ye Sedat Peker diaxive. Axaftinên wî carek din bînin bîra xwe. Bi rastî çend aktorên nû hene? Di serî de Suleyman Soylu ew trolên Erdogan û Bahçeliyê yên van salên dûmahiyê nehesibînin, hemû kesên ku bi salan e li ser kaniyê daniştine, em hemû dinasin. Belê, em hemûyan ji çavkaniyên vekirî dinasin. Ji kûjeriya wan ên Kurdistan û Rojnilata Navîn dizanin. Ji tiryakkêşî û qûmarbaziyên wan ên Qibrisê hayîdar in. Di der heqê her kesên ku Sedat Peker behs dike de, berî Sedat Peker biaxive hezaran nûçe hatine çêkirin. Yên van nûçeyan jî çêkirine, em heqê wan nexwûn, rojnamegerên çapemeniya azad e. Ji bo van nûçeyan jî çêkin berdêlek giran dane. Heta niha herî kêm 70 rojnameger bi destê çeteyên dewletê hatine kuştin, bi sedan jî hatine zîndanîkirin. Hê jî nêzî 80 rojnameger di zîndanê de ne û sedem jî aşkerekirina kiryarên qirêj yên çeteyên dewletê ne.

Ya dawî: Belê, bila biaxivin. Bila bihevkevin. Hemû qirêjiyên hevûdû aşkera bikin. Çi zirara me ji vê halê wan tûne ye. Lê dîsa jî divê em bizanibin, xelaskarê me ne ew in. Kin û kurt: Ew, di nav qirêjiyê de mezin bûne û dikarin tenê berjewendiyên xwe bifikirin.

Xilasker, gel bi xwe ye. Divê gel bi helwesta xwe ve careke din derfet nede van qirêjiyan.

Nûçeyên Têkildar