Gotinek heye “yê ku şerm dike mirî ye”. Çîroka wî wiha ye; Di malekê de şewat derketiye, di malê de du jin hene. Yek ji wan jî serşokê dike. Dema agir pê dikeve yek ji jinan ji malê direve û xwe xilas dike. Jina ku hemamê digire ji ber ku cil û bergên xwe li xwe nake û ji malê dernakeve şerm dike, dişewite. Ev yek dibe mijara vegotina gotina ‘yê ku şerm dike mirî ye’.
Niha hûn ê bipirsin ka çima ez vê mijarê radigihînim. Di kanala Rûdaw TV de ez rastî nûçeyek hatim, ku xiyaneta bi piştgirîya xwe tê naskirin rewa dike. Di nûçeyê de hat gotin ku Barzanîyan bi şahiyekê navenda çandê li Efrînê vekirin. Ew ê zarokên bi navê kurd hînî ziman û çanda wan bikin. Bi beşdariya 10 xwendekaran kursa zimanê kurdî vekirin. Vê yekê bi kêf û ken dibêjin. ENKS jî beşdarî vê vekirinê dibe. Li hemberî vê rewşê peyva şermkirin jî bêkêr e û bilêvkirina vê gotinê dê bibe heqareta şermkirinê ku hesteke mirovî ye. Ev kesên ku pêşengên TC û çeteyên dagirker û qirker in, ji bo dagirkirina çanda Rojava dixebitin. Ew kesên ku tecawiz li jin û zarokan dikin, jin û kalan qetil dikin, xweza û bermahiyên dîrokî talan dikin, demografiyê diguherînin, dixwazin êrîşî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bikin.
Gelê me yê berxwedêr 58 rojan ji bo ku ji Efrînê dernekevin berxwedaneke mezin kirin. ENKS û Barzanîyan teslîmiyet û xiyanet li ser gelê me ferz kirin. Ew kurmê darê bûn, yên ku êrîşî pîroz û axa me kirin û qetil kirin. Dema Barzanîyan namûsa xwe difirot û nikarîbû gelê me yê ku bi rûmet li ber wan sekinîbû bigrin, niha jî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê didin meşandin, serî li her rê û rêbazan didin. Malbata xiyanetkar Barzanî, piştî ku erka xwe bi cih anî, niha bi hestiyên ku li ber xwe avêtine, li ser kurdayetiya sexte berdewam in.
Digel ku vekirina qursa zimanê kurdî fezîleteke mezin e, lê di yekemîn zanîngeha ku beriya dagirkeriyê li Rojava hatibû vekirin de, Efrîn cihê ku beşên Ziman, Bijîşkî, Erdnîgarî û Civaknasiyê lê dihat dayîn. Beriya ku Efrîn were dagirkirin, hem di warê çand û hem jî di warê perwerdehiyê de pêşkeftinên mezin lê dihatin dîtin. Niha ev kesên bêşerm di saziyên ku vekirine de bi navê kurdayetiyê diparêzin. Ev malbata hevkar ku di dijminatiya kurdan de di serê lîsteyê de ye û rêxistinên weke ENKS ku alîgirên wê ne, bê şerm behsa kurdayetiyê dikin. Ji aliyekê ve ev kesên ku xwe wek kurd nîşan didin, pêşengên guhertina demografîk, destavêtin û kuştina jinên ciwan, koçberkirina bi darê zorê ya gelê xwe ji xaka xwe û hemû polîtîkayên qirêj û asîmîlasyonê weke pêşengê çeteyan tevgeriyan.
Divê gelê me rastiya vê îxanetê û dîroka berxwedanê bi bîr bîne, rûyê rast ê van Bekoyên ku behsa parastina kurdayetiyê dikin, bi zanebûn li dijî wan biparêze, xwe, çand û axa xwe biparêze, xwe di têkoşîna azadiyê de kûr bike. bi xweparastinê Efrînê ji destên qirker û xiyanetkaran rizgar bikin.