PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ne sêv, jehr dibariya

Sêv fêkiyeke bi tehm û xweş e. Ji ber vê jî piraniya kesên li cîhanê ji sêvan hez dikin. Lê ji bo kurdan, bi taybetî jî ji bo Helebceyiyan wateya sêvê ne tenê fêkî ye. Sêv û bêhna sêvê trajediyeke weke jehrê tîne bîra kurdan. Tradejiya ku zêdeyî 33 sal in di her 16’ê Adarê de tê bibîranin…

Belê, herkes dizane ku qala Helebceya şehîd û birîndar dikim. A rast, li ber tradejiyeke wiha xedar û xemgîn mirov nizane behsa çi bike û çi neke. Lê ji bo hafiza û bîra me ya civakî, girîng e ku em bûyerên weke Helebceyê tim û daîm bibêjin da ku em bi Helebceyên din re rû bi rû nemin. Helebce, merheleya herî dawî ya kujer Saddam Hussên bû. Beriya Helebceyê Saddamê dîktator li dijî kurdan komkujiya Enfalê dabû destpêkirin. Pêngava pêşî ya Enfalê heta 1982’an, 4 salan dewam kir. Di wan salan de şerê Iraq û Îranê ku heta 1988’an, 9 salan dewam kir, hebû. Her çiqas ji wî şerî re şerê Iraq û Îranê bê gotin jî ew şer li ser axa Kurdistanê dihat kirin. Piştî 9 salên şer bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî 1988’an de bi dawî bû. Bi sistbûna şer re, dîktator Saddam Husên bi deste EIiyê kîmweyî (Elî Hesen EI Mecîd) 16’ê Adarê 1988’an bi çekên kîmyewî bombe di ser Helebceyê de barandin. Li gorî daneyên Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebceyê, di komkujiyê de bi kêmanî 5 hezar û 600 kesan jiyana xwe ji dest da û bajarek 80 hezar nifûsa wê heyî tevî xwezaya xwe bû qurbanî. Tevî şehîdan, bi hezaran kes birîndar bûn, nexweş ketin û bi hezaran kes bêserûşûn bûn. Hîn jî aqûbeta gelek zarokên Helebceyê ku çûbûn rojhilatê Kurdistanê nayê zanîn. Tevî ku 33 sal derbas bûn hîn jî nale nala birîndarên Helebceyê ye. Ji ber gaza kîmyewî hîn jî li Helebceyê gelek zarok astengdar tên dinê. Hîn jî bandora gaza kîmyewî ji ser dar û berên Helebceyê kêm nebûye. Lewma piştî 33 salan em hîn jî dibêjin birîna Helebceyê nekewiyaye. Ji bo kurdan û mirovahiyê, êş û birîneke xedar e Helebce.

Weke îro, wê demê jî hêzên navneteweyî bûn şîrigê vê komkujiyê. Ji ber şîrketên navneteweyî çekên kîmyewî firotibûn Saddam, hêzên navnetewî vê trajediya mirovahiyê ne weke qirkirina kurdan lê weke encama şerê Iraq û Îranê lanse kirin. Her wiha dîsa weke îro, wê deme jî hêzên kurd ên li herêmê ne yek bûn. Her yek ji wan ketibû pey desthilata xwe. Ji ber bêtifaqiya kurdan, komkujiya Helebceyê li cîhanê weke jenosîd ango qirkirin nehat nasîn. Ev bêtifaqiya kurdan li hesabên zirhêzên cîhanê jî hat. Ji ber vê hevkariyê, hêzên navneteweyî qebûl nakin û naxwazin ku Helebce weke jenosîd bê nasîn. Piştî Komkujiya Helebceyê, li Başûr hikûmeta Kurdistanê çê bû, ewqas partî û rêxistin ava bûn lê ji bo ku Helebce weke jenosîd bê qebûlkirin çi kirin? An jî ji bo ku Helebceyek din rû nede çi kirin? Helbet ne tene rayedarên li Başûr bi giştî me kurdan çi kir? Hezar carî heyf û mixabin, piştî Helebceyê dîsa ji ber bêtifaqiya hêzên kurd Şengal bi ser me de hat, Efrîn, Kerkûk, Serêkanî, Girê Spî û bi dehan komkujiyên din… Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên weke Dêrsim, Helebce û Geliyê Zîlan bigire nîv esre bi berdêlên giran têdikoşe. Lê divê partî û hizbên din ên kurdan ku hîn jî li pey desthilata xwe ne bizanin ku mijara parastina gel û ax di ser her tiştî re ye. Ji ber bêtifaqiyê, nabe ku zarokên Kurdistanê bi Helebceyek din re rû bi rû bimînin. Ne bêhna sêvan, jehra neyaran bi hezaran ji me birin û em ê nehêlin dîsa ji me bibin.

Bi rêya vê nivîsê, şehîdên Enfal û Helebceyê, şehîdên Serhildana Qamişlo û Newrozê, cangoriyên meha Adarê yek bi yek bi hurmet bi bîr tînim û nivîsa xwe bi helbesteke şaîre nemir Şêrko Bêkes bi dawî dikim.

“Eger karibî
guliyên vî baxî
yek bi yek bijmêrî
eger karibî
hemû masiyên gir û hûr
yên nav çemê pêşberî xwe bijmêrî
eger karibî
dema koçberiya teyran
yên ber bi jêr û ber bi jor ve
yên ber bi jor û ber bi jêr ve
yek bi yek bijmêrî
wê demê ez jî soz didim
heçî qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistan
yek bi yek bo te dijmêrim.”

Nûçeyên Têkildar