Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Ne şîr ne jî ava vexwarinê didan zarokên min’

Eylem Oyunlu di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Licêyê de di 19’ê hezîranê de ji bo îfadê bide bangî wê kiribûn. Oyunlu bi zaroka xwe  ya 10 rojî û 2 salî re hatibû girtin. Ji ber belavbûna şewba koronoyê ji ew bi zarokên xwe re 18 rojan di karantînayê de û 2 mehan jî di girtîgehê de ma. Oyunlu bi şertê kontrola edlî di 4’ê îlonê de hate berdan.

Oyunlu di wê pêvajoyê de zoriyên ku bi zarokên xwe re jiyane vegot.

Oyunlu anî ziman ku ew ji zû ve bû vedixwendin îfadeyê lê ji ber ku ducanî bû nedikarî here û wiha got: “Piştî zaroka hat dine ji bo îfadeyê gazî min kirin. Min diyar kir ku pirsgirêkên zaroka min hene û ew gelek biçûk e. Min bi 2 zarokên min re xistin girtîgehê. Ji ber ku di nifusê de zaroka min a biçûk ne qeydkirîbû jî pirsgirêk derketin. Bi herdu zarokên min re ji malbatê em 7 kes di girtîgehê de bûn. Ji derveyî yekê em hemû ji heman dosyayê hatibûn girtin.”

‘Lêgerîna tazî pêkanîn’

Di axaftina xwe de Oyunlu diyar kir ku piştî wê birin Girtîgeha Amedê ya girtî wê di lêgerîna tazî re derbaz kirine, ji ber ku wê lêgerîn erê nekiriye jî rastî tundiya devkî hatiye û wiha behsa pêvajoya karantînayê vegot: “Di rojên destpêkê de min 18 rojan bi zarokan re xistin hucreyekê. Ji ber ku rojên yekem bûn hem jî ji ber ku cihek teng û kes tune bû. Zaroka min a mezin gelek aciz dibû. Di aliyê tendirustiyê de ji zaroka min a biçûk aciz dibû. Çavên zaroka min venedibûn, her tim xwîn diket çavê wê. Di hucreyê de ji enfeksyon girt û rewşa wê xirab bû. Ji ber vê sedemê jî ji bo ku girtinê taloq bikin me dîlekçe da serdozgeriyê lê mixabin nehat erêkirin.”

‘Gotin ava serşoyê bixe nav şîr’

Oyunlu got ku ew di nava wan dîwaran de bê ewlehî hiştine û ev tişt anî ziman: “Jixwe metirsiya şewba koronoyê hebû. Li rexekê jî pêdiviyên me yên tîmarbûn û tendirustiyê hebûn. Di aliyê paqijiyê de tiştek nedidan me. Her tişt me bi xwe distend. Di aliyê tîmarê de jî divê min tiştê şîrîn bigirtana. Ji ber ku min şîr dida zaroka xwe. Lê bihêlin ku tiştek bidin min ava ku ez bixim nav şîr jî nedan min. Digotin ava serşoyê bi kar bîne.”

‘Karantîna ji min re îşkence bû’

Di berdewamê de Oyunlu da zanîn ku ew li girtîgehê de rojên zehmet derbas kirine û wiha got: “Lê rojên karantînayê weke îşkenceyek bûn. Di aliyê derûniyê de jî me zorî kişand. Bi herdu zarokan re ev rewş xerabtir bû. Yek digiriya ya din ji pêre digiriya. Min nedikarî bi wan re îdare bikim. Ya mezin dixwest derbikeve derve. Pişre ji me birin qawişê, di wir de jî diya min û xwişka min di heman girtîgehê de bûn. Li vir jî ji ber ku bêhtir me karibû di aliyê tendirustiyê û paqijiyê de bi zarokan re eleqeder bibin wan bêhtir xwe komî ser hev kir. Çavên zaroka min hêdî hêdî baş dibûn.”

‘Şert û mercên girtîgehê zehmet e’

Her wiha Oyunlu diyar kir ku nexweşiya diya wê jî hebûye, dema wê û zarokan di girtîgehê de dît krîz derbas dike û tansyona wê bilind dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şert û mercên girtîgehan ji bo mirov zehmet e. Lê dayikek bi du zarokan re bifirikirin. Ji bo tiştek bi serê wan neyê em hemû şiyar diman. Lê hinek jî be ji ber ku holeke qelebalix dît bêhna wan hate der. Hêvîdar im ku tu dayik, kesên temenê wan mezin û zarok nekevin girtîgehan.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar