Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Ne tenê Başûr li Rojava jî tirs heye!

Dîsa Erdogan qîlên xwe li dijî kurdan tûj kirine û amadekariyên şer dike. Lê belê ev demeke hewl dide ku êrişeke serkeftî pêk bîne, nexasim ku ji 23’yê nîsana 2021’an ve, nekarî li hemberî Hêzên Parastina Gel bi ser bikeve. Ji ber vê çendê berê xwe daye rêyeke din. Di vê navê yê ku herî zêde bi kêrî wî tê jî Partî Demokratî Kurdistan PDK’ê ye, da ku karibe şerekî Kurdî-Kurdî derxîne û hêza wan qels bike. Helbet diyar e PDK’ê ev yek qebûl kiriye û rê li ber şerekî Kurdî vedike.

 Di van rojan de planên veşartî yên sêalî li dijî Kurdan aşkere dibin. Li aliyekî KCK’ê ragihand ku PDK’ê û dewleta tirk amadekariyên êrişan li dijî gerîla dikin. Di heman çarçoveyê de jî ANF’ê agahiyên zelal belav kirin û diyar kir ku dê 15’ê ve nîsanê herdû alî dest bi êrişê bikin û herêma Kanî Masî ya Dihokê weke armanca êrişê nîşan da. Di heman demê de, Hikûmeta Iraqê dîwarekî mîna yê dewleta tirk, li ser sînorê Rojava û Şenglê lê dike û dibêje “Ev ji bo rêgirtina li ber derbabûna DAIŞ’ê ji nava axa wan re ye”. Di vê navberê de jî, Hikûmeta Swêdê daxuayaniyeke bi guman da û ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê xwest ku 10 KM dûrî sînorê Sûriyeyê û Iraqê bikevin.

 Ev gavên me behsa wan kirin, ji hev ne qut in û êdî derket holê ku wê li herêmê êrişek pêk were. Heta niha qala başûrê Kurdistanê tê kirin, lê belê xuya ye Rojavayê Kurdistanê jî ji vê planê ne dûr e û ev jî sedemên wê hene:

* Swêdê di bin navê ku DAIŞ zindî dibe ji welatiyên xwe daxwaz kiriye ku dûrî sînorê Sûriyeyê bikeve. Lê belê ji sala 2014’an ve DAIŞ li vir hebû û tu metirsî ji hêla vî welatî tune bû. Li gorî nûnertiya Rêveberiya Xweser a Swêdê, ev daxuyanî gelek guman çêkirine û ne dûr e ku êriş li dijî Rojava jî çêbibe.

* Lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de jî xwedî heman peyamê ye. Bi taybet ku berî niha aliyên Sunî li gel serokê dewleta tirk Erdogan û serorkê MÎT’ê Hakan Fîdan civiya bûn û destê wan aliyan jî di nava hikûmetê de dirêj e û hemwextî hilbijartinên serokê Iraqê, bi fermaneke Tirkiyeyê dîwar tê lêkirin da ku Rojava were dorpêçkirin û peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê bisepînin.

Wer xuya ye ku hemwextî şerê Ukrayna û Rûsyayê wê dewleta tirk vê derfetê bi kar bîne û hewl bide xewnên xwe yên têkibirina destkeftiyên kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Helbet bêyî PDK’ê wê nikaribe tiştekî ji van planan bi cih bîne. 

Ji lewre, wê di civînên perlamana Iraqê de, Tirkiyeyê desteke xurt bide PDK’ê û hewl bide, serokatiya Iraqê têxe destê wê, û bi vî rengî jî destê xwe di nava vî welatî bi hêz bike.

 Senaryoyeke bi tirs li pêşiya Rojava û Başûr e û eger şer di nava kurdan de jî rû bide, wê gel jî gelek ziyanan bibîne û bi hatina sedsala Lozanê re, wê her aliyek li berjwendiyên xwe bigere, gelo wê kurd çi bikin?!

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar