Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ne tenê medrese ye semboleke kurdan e

Li Şirnexê Medreseya Feqiyê Teyran bi hilweşandinê re rû bi rû hatiye hiştin. Ev tenê ne medrese ye, sembola hebûna kurdan e

Dewleta tirk bi dijminatiya xwe ya bi hemû tiştên kirdan,  hîç destevala û betal namîne. Şirnexa bi çand û dîroka xwe ya Botanê, bi avahiyên xwe yên dîrokî yek ji armancên dewleta tirk e.

Dewleta tirk herî zêde jî bi xemsariya beramberî berhemên dîrokî vê dike. Yek ji van avahiyên ku ji ber xemsariyê li ber nemanê ye, ew medrese ye ku Feqiyê Teyran ew ava kiriye. Li vir medreseya Feqiyê Teyran, ne tenê medreseyek e. Ew semboleke hebûna kurdan e. Jixwe, Feqî yek ji wan kesên bi kurdî helbest nivîsîne û helbestên wî li nav xelkê belav bûne.

Şirnex a ku bi çand, dîrok û xwezaya xwe ji bedewa Kurdistanê ye, Çiyayê Cudî, bajarên antîk, şikeft, warên dîrokî û Botan lê hewiyane, gelek xeterên aktîf û pasîf di warê çandî û dîrokî de li serê wê digerin. Medreseya Feqiyê Teyran, Xerabeyên Qesrîkê, Pira Kevir hemû jî li ber nemanê ne.

Tenê dîwar man

Medreseya Feqiyê Teyran a li Gundê Keraşîn a ser bi Cizîrê, her kesî matmayî dihêle. Tenê dîwarên medreseyê li ser pêyan mane. Mederese ji aliyê mutesewif û zanyarê kurd Feqiyê Teyran ve hatiye avakirin. Ji ber piştguhkirinê hilweşiyaye.

Medreseya ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Muze û Hebûnên Çandî ya Wezareta Çand û Turîzmê ve nayê parastin, darbeya herî mezin, di sala 1990’î de ji ber xebatên rêya bejayî girtiye. Ji ber çêkirina rê beşek mezin a medreseyê xera bûye û piştî vê jî nehatiye restorekirin.

Her wiha li Cizîrê gelek avahiyên din ên dîrokî li ber tinebûnê ne. Yek ji van jî Xirbeyên Qesrikê ne. Ev dever ji dema asûriyan maye û texrîbateke mezin lê bûye. Her wiha benda avê ya Bazebdê, pir û bermahiyên bajarên antîk jî li ber nemanê ne. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar