Em di rizgariya jinê de rizgariya zilam û welat dibînin

Pirsgirêka jinê pirsgirêkeke ku her rojekê derbas dibe di cîhanê de her diçe derdikeve pêş. Em partiyek in ku bi şoreşa Kurdistanê ve armanc...

Li ser Iraqê û Hewlêrê, rakêşa Tirkiye û Îranê

Ji alîkî ve Tirkiye, ji aliyê din ve Îran, li ser Iraqê û Başûr di nava hewldanên pir xerab de ne. Her du dewlet jî,...

Pazartesi - 16 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û şûnde ev êrîş zêde bûn. Roja îmzekirina peymanê jî 15’ê Tebaxê bû. Bi taybet ev roj hilbijartibûn. Ew roja ku têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriyê hatiye destpêkirin. Dewleta tirk jî di 40 saliya wê pêngavê de xwest ku ew jî pêngavekê pêk bîne. Ji bo vê yekê jî bi hukûmeta Bexdayê re jî li hev kir. Jixwe çend salên dawî PDK kişandiye aliyê xwe û li gorî dilê xwe bi wan dilîze. Herî dawî Iraq jî tevlî vê karwanê xiyanetê bû. Ji wê rojê ve jî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê zêde bûne.

Di 23’yê tebaxê de li Silêmanî rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn di êrîşa hewayî artêşa tirk de şehîd bûn. Piştî wê jî êrîş nesekinîn. Li Qamişlo dayikek û kurê wê û dîsa li Silêmanî ciwanek 29 salî hatin qetilkirin. Di hefteya dawî de jî dîsa li Qamişlo û Silêmanî êrîş dewam kirin. Li navçeya Dukan a Silêmaniyê di êrîşa hewayî de bavek û du zarokên xwe şehîd bûn. Li Qamişlo fermandarekî hêzên ewlekariya hundirîn şehîd bû. Ev çend mînak bûn û xuyaye ku bi vî rengî wê êrîş dewam bikin. Yanî ji dewleta tirk re lempeya kesk pêxistine û êrîşan dike. Tenê destûra wan dane ku ji hewayê ve êrîşên bi vî rengî pêk bîne. Ji erdê jî dagirkeriya xwe ya li Başûr berfireh kiriye.

Hema hema mirov kare bêje ku piraniya başûr ketiye destê dewleta tirk. Tenê herêmên parastinê yên Medya maye ku ne di bin kontrola tirkan de ye. Wekî din li her derê artêşa tirk û çeteyên wan bi cih bûne. Dewleta tirk PDK, Barzanî û qismek rayedarên Iraqê xistine bin himayeya xwe. Yanî xwe firotine. Îca ev jî ne bes e, dixwazin her kesî û her tiştî bifroşin. Jixwe mirovekî ku xwe yanî rûmeta xwe firotibe, dikare her tiştî bifroşe. Tişta niha li başûr diqewime ev e. Barzaniyan û PDK’ê xwe firotine û dixwazin her tiştî bifroşin. Sîxurtiyê li xelkê ferz dikin û dixwazin her kesî bikin wekî xwe. Yên li dijî vê zihniyeta qirêj jî derdikevin Kurdên azad in. Yanî ew xeta ku PKK temsîla wê dike. Barzanî jî ji ber vê yekê ji PKK’ê aciz in.

Bi PDK’ê û Barzaniyan re ti carî rihekî berxwedanê çênebûye. Ew her tim teslîm bûne û xwe firotine. Her tim xwe xistine bazariyê. Lê PKK’ê jî her tim li dijî xeta xiyanetê şer kiriye û rihekî berxwedanê ava kiriye. Ferqa PKK’ê û PDK’ê jî ev e. Yek li ber xwe dide û diparêze, yê din difroşe û xiyanetê dike. Li welatê me Kurdistanê jî êdî du xet hene. An tu yê li ber xwe bide û xwe biparêze, an jî tu yê xwe bifroşe û bibe xayîn.

PDK’ê û Barzaniyan heta niha fîşekek jî li dijî dagirkeran neteqandine û her tim bûne alîgirê xayîntiyê. Her tim çûne cem aliyê dagirkeran û xwefiroşê xaka xwe. Barzaniyan ji bo vê yekê piraniya başûrê Kurdistanê firotine û bûne koleyê dagirkeran. Lê heta ku PKK hebe jî wê Barzanî û dagirker negihên meqseda xwe.

Nûçeyên Têkildar