Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ne xewa jinan dê xewa tacîzkaran bireve’

Meclisa Jinan a HDP’ê, di daxuyaniya xwe ya derbarê teşhîrkirina tacîzên medyaya civakî, faîlên tundiyê yên Tevgera Metoo’yê de diyar kir ku kesên ku bêdeng bibin ne jin in, faîl in û got ku ne xewa jinan dê xewa tacîzkaran bireve

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê gotinên Tevgera Metoo (ez jî) yên medyaya civakî yên ‘ji bo ku tu zirarê nedî jineke din tundiya te îfşa dikim’ û ‘bila xewên te birevin, ji bo ku tu bibêjî ez ê kengî werim îfşa kirin’ bi etîketa ‘bila xewên te birevin’ tacîzan, faîlên tundiyan teşhîr dike de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi roja ne di bin şahidê tundiya zilam, parvekirinên jinan ên medyaya civakî ya tacîz û tecawiza li jinan tê kirin û wiha hat diyarkirin: “Bi piştevanî û rêxistinkirina jinan çalakiya jinan vegerî serhildanê. Bi saya piştevanî û rêxistiniya jinan me careke din dît ku bi deh hezaran jin nav, statûya wan çi bibe bila bibe rastî tundî û tacîza zilaman tên. Li gel vê yekê jinên ku tacîzkaran îfşa dikin dibin hedef, êrîş li wan tê kirin û gef li wan tên xwarin. Em jin dizanin ku çalakiya li dijî tundî, tacîz û tecawiza mêran dane destpêkirin, bi polîtîkayên zextê dixwazin bê îtîbar bikin û bi êrîşên medyaya civakî dixwazin jinan bêdeng bikin.”

Beyana jinan esas e

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em wek Meclisa Jinan a HDP’ê li dijî tacîz, tecawiz û tundiya mêr li meclisê, li kolanan, li malan, li fabrîkayan, li atolyeyan û li her qada ku em lê ne em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi rêgeza ‘beyana jinê esas e’ em ê li dijî polîtîkayên desthilatê yên bêçareseriyê polîtîkaya xwe ya azadbûna jinan biqîrin û li hemberî daraza ku zilamî diparêze em ê parastina edaleta rast bidomînin.”

Kesên ku bêdeng bibin faîl in

Her wiha daxuyaniya meclisa jinan wiha bi dawî bû: “Di serî de jinên ku rastî tundiya zilaman tên hemû jin bila bizanin ku em jinên HDP’î li rex we ne. Em ê ji têkoşîna xwe tu car paş ve gav neavêjin û li rex jinên ku li dijî tundiya zilam bêdeng nemînin bin. Kesên ku jinan hedef nîşan didin re vê tiştê dibêjin, kêsên ku bêdeng bibin ne jin, faîl in, ne xewa jinan wê xewa tacîzkeran bireve.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar