Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Nebin hevkar dawî li dagirkeriya tirk bî nin’

Şêniyên Dêrazorê êrîş û wahşeta dewleta tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got, nebin hevkar dawî li dagirkeriya tirk bî nin. 

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û li gel bêdengiya civata navneteweyî sûcên hovane li dijî şêniyên herêmê pêk tînin. Dagirkeriyê şeva pêncşemê gundên Gozeliyê, Şêx Elî û Qibor Qeracine yên Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.

Şeva çarşemê jî, gule li gundê Sermisaxa Jorîn a Girkê Legê reşandin, di encamê de 4 pezên şêniyên gund mirar bûn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/24/200554_-.jpg

Têkildarî mijarê, hevseroka saziyên civaka sivîl a Dêrazorê Sece El Hiwêdî ji ANHA re axivî û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Sûriyeyê ruxmî karesata erdhejê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî, komkara erebî, konseya ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û dewletên Ewropayê kir ku tev bigerin û sînorekî ji binpêkirina aşkere ya xaka Sûriyeyê re deynin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/03/24/200537_.jpg

Hevserokê Yekitiya Cotkaran a Dêrazorê Îbrahîm El Mihemed jî wiha got: “Êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, komkujiyan pêk tînin ku di encamê de zarok, jin û sivîl tên qetilkirin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan, mafên jinan û Koalîsyona Navneteweyî dikin li hember van êrîşên hovane yên li dijî herêmên me bisekinin.”

El Mihemed diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû rêbazên hovane pêk tîne, ji wan qutkirina ava çemê Firatê, qedexeya gihandina alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser ji herêmên wêranbûyî re şandine.

El Mihemed di dawiyê de got ew di têkoşîna xwe de dewam dikin û bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku dawî li dagirkeriya tirk bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar