Di destpêka xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî kuştina Jîna Emînî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bû nasnameya xwepêşandanan. Vê dirûşmê sînoran derbas kir û niha bûye hêmaya yekitiya gelên Îranê û hemû cîhan jî bi hev re vê dirûşmê dibêjin.
Endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî di derbarê wate û dîroka vê dirûşmeyê de ji Rojnews re axivî û wiha got: “Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku Rêber Apo wek formulek efsanewî behsa wê dike, dîroka wê digihe 40 salên têkoşîna tevgera azadîxwaz a Kurdistanê. Bi taybetî di bersivdayîna wê dagirkeriya ku li ser ruh, aqil û bedena jinan hatiye danîn. Ji bo wê jî hilweşandina vê dagirkeriyê bi azadiya jinan destpêdike û azadiya civakê jî bi azadiyê jinan pêk tê.”
Qeredaxî da zanîn ev dirûşme di salên 1990’an de pêşket û ev tişt anî ziman: “Ev dirûşme di cewherê wê de azadiya civakê, xak û xwezayê di azadiya jinan de dibîne. Di Parêznameya Çarem û Parastina Gelek de Rêber Apo gelek caran îşaret pê dike. Lê di sala 2013’an de di nameyek ya Rêber Apo ya ji bo jinên azadîxwaz ku di dema damezrandina KJK’ê de şandibû, carek din teqezî li ser vê formulê dike û dibêje ku divê hîn zêdetir xwedî lê were derketin û were bi pêşxistin.”
Necîbe Qeredaxî got ku divê jin pêşengtiyê ji azadiya civakê re bike û sîstema xwe û azadiya civakê pêkbîne. Qeredaxî got: “Cihê keyfxweşiyê ye ku ev dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li seranserî cîhanê di nava tevgerên femînist, anarşîst û tevgerên civakî de bûye dirûşmek û xalek hevbeş ya hemû serhildêrên li dijî rejima dagirker û dîkdator a Îranê.”
Di dawiyê de jî endama Akademiya Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî da zanîn, ev dirûşme tevayî nerazîbûnên civakê kom dike û got: “Ev dirûşme ne taybete ji bo jinan, belku jin wek sembola hemû neraziyan, yên tên çewisandin û paşguhxistinin, her wiha cewhera azadiyê ne.”