Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Nêçîrvan Barzanî divê ji bo yekitiya kurdan rol bilîze’

Parlamenter Mûsa Farisogullari diyar kir ku dewleta tirk ev 50 sal in bi heman rêbazê dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê têk çûye. Farisogullari peyamên Ocalan bi bîr xist û got ku divê peyamên Ocalan baş bên fêmkirin. Farisogullari bang li Nêçîrvan Barzanî jî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk xwedî helwest bin û di avakirina yekitiya neteweyî de rol bilîze

Dewleta tirk piştî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di roja ku serokomarê Iraqê Berhem Salih li Tirkiyeyê bi serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan re hevdîtin dikir û Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Federe ya Kurdistanê hatiye hilbijartin de, êrîşî herêma Xakûrkê kir. Têkildarî geşedanên dawî parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari bi MA’yê re axivî.

Mûsa Farisogullari di serî de bal kişand ser 7 xalên ku Ocalan di 2’yê gulanê de bi rêya parêzerên xwe pêşniyar kirin û wiha got: “Ocalan daxuyakirin ku sekna xwe ya Newroza 2013’an diparêzer û kûrtir kiriye. Danezana Newroza 2013’an ji bo Tirkiyeyê pir girîng bû. Ocalan dîsa siyaseta demokratîk û çareseriya aqilane û hêza nerm pêşniyar dike. Ocalan, peyamê dide hikûmetê û hemû kesan. Ocalan bi ruhê 2013’an, ruhê çareseriya demokratîk digire dest. Diyar dike ku ne hikûmetê ne jî siyaseta demokratîk peyamên wî baş fam nekirine.”

‘Divê peyamên Ocalan baş bên fêmkirin’

Bi berdewamê de jî Farisogullari got ku nêzî 50 salin dewlet û îktîdarên heyî di rêya çareserkirina pirsgirêka kurd de xwe dubare dikin. Farisogullari wiha dom kir: “Tundî û şerekî bê wate dimeşînin. Lê xuya bû ku heta niha tenê rêya çareseriya demokratîk nehatiye ceribandin. Bandora Ocalan a li ser siyaseta kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn mezin e. Ji bo van herêman tespîtên wî yên girîng hene. 7 xalên birêz Ocalan pêşniyar kir bala her kesî dikişîne. Divê her kes peyama Ocalan bi zelalî fam bike û li gorî wê tevbigere.”

Bang kir

Parlamenter Mûsa Farisogullari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî êrîş û êşên mezin, polîtîkayên îmha û înkarê jî kurdan serî netewand. Ji vir û şûnde tişta pêwîst, guhdarkirina peyamên Ocalan e. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ku Ergenekon jî piştgiriyê dide wan, di bêçareseriyê de israr dikin. Li hêlekî birêz Ocalan pêşniyarên çareseriyê dike û li hêla din ew êrîşî Herêma Federe ya Kurdistanê dikin. Dikevin axa welatekî din û di fermiyetê de navê vê dagirkerî ye. Li dijî qada jiyanê ya kurdan êrîşeke berfireh heye. Ji gundên Kobanê heta gundên Efrînê êrîşeke berfireh heye. Em bang li hemû derdor û rêxistinên demokratîk dikin ku li hemberî vê yekê denge xwe bilind bikin. Banga birêz Ocalan a ji hêzên demokratîk re jî ev e. Bi êrîşa li dijî Xakûrkê re dixwazin di hilbijartina 23’yê hezîranê de bi hestên şoven bilîzin û bi ser bikevin. Divê hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê jî xizmetê jî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re neke. Em bang dikin û dibêjin; axa we tê dagirkirin. Gelê we tê qetilkirin. Divê hûn xwedî helwestek bin. Divê birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd rol bilîze.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar