Navenda Nûçeyan |
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî aloziya li herêma Zînî Wertê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Nêçîrvanî Barzanî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku tu pirsgirêkên wan ên ewqas mezin nînin ku neyên çareserkirin. Barzanî diyar kir ku ew di mijara aloziya li Zînî Wertê ber bi çareseriyê ve diçin.
Barzanî daxuyand ku hêzên li Zînî Wertê girêdayî Wezareta Pêşmergeyanin û ji bo rewşeke demkî li wir in. Barzanî bi domdarî got: “Ger pêwîst nebe, bê guman dê li wir nemînin. Niha ya girîng, yekrêziya li Herêma Kurdistanê ye. YNK hevkarê PDK’ê ya hikûmetê ye. Em ê bi Mekteba Siyasî ya YNK’ê re bicivin û vê pirsgirêkê çareser bikin.”
Di berdewamê de jî Barzanî bêyî ku qala êrîşa dewleta tirk a li dijî Wargeha Mexmûrê û Zînî Wertê û hebûna dewleta tirk a li herêma Kurdistanê bike, êrîşî gerîlayên PKK’ê kir. Barzanî îdia kir ku hebûna PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê rewa nîne û wiha derbirî: “Hebûna PKK’ê rewa nîne û dê ev firset jî ji bo PKK’ê neyê dayîn. Ger ku PKK bixwaze alîkariya Herêma Kurdistanê bike, divê Herêma Kurdistanê vala bike. Hebûna PKK’ê di vê demê de ji bo Herêma Kurdistanê pirsgirêkan çêdike.”