Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Nehêlin faşîzm tevna xwe bihûne…

Dema faşîzm bi ser bikeve, ev ji bo civakê tê wateya vemirîna ronahiya jiyanê. Mafên bingehîn ên demokratîk ên gelan tê tunekirin û zext û zordarî li ser civakê, gelan zêde dibe. Ew jî dibe sedema qutbûn û wêraniyên kûr.

Di dîrokê de mînakên rejîmên faşîst gelek in. Heger ji dîrokê ders bê derxistin, tê ditîn ku faşîzma alman û îtalî gel çawa bandor kirine. Li Almanyayê Hîtler di dema krîza aborî ya sala 1929’an de bang li mirovên çîna navîn û jêrîn ên bi sozên aborî û armancên nîjadperestî kir, bi vê yekê NSDAP’ê bandorek li ser girseyên ku di hawirdora krîzê de nizanin çi bikin, bingehek berfireh bi dest xist.

Dûvre bi deq û dolaban bû hemwelatiyê alman û dema di 21’ê Adara sala 1933’yan de dest bi kar kir û du roj dûvre di rûniştina parlamentoyê de demokrasiya parlamenteriyê bi dawî kir. Hilbijartin êdî hatin rakirin û biryara kî bikeve parlamentoyê, naziyan da. Parlamenterê komînîst da girtin gelê alman da bawerkirin ku sedema hemî têkçûnên li welêt cihû û civakên din in.

Dest danî ser sermayeya cihûyan û kesên dikaribûn kar bikin da şixulandin ên din di odeyên gazê de kuştin. Lê bi êrîşa ser sovyetan de dawiya xwe anî û di encama bilindbûna têkoşînê de hilweşiya.

Erdogan jî wek hîtler, bi komkujî û girtinan dixwaze vîna gelê kurd bişikîne û gel bêdeng bike. Tecrîda ku li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin niha li hemû girtîgehan û li ser civakê belav kiriye.

Çawa ku hîtler di odeyên gazê de cihû dikuşt îro Erdogan jî heman tiştan tîne serê kurdan. Girtiyên nexweş bi zanebûn di hûcreyan de dihêle û dikuje.

Li gorî daneyên Wezareta Dadê di sala 2005’an de hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 55 hezar û 870 kes bûye. Di 31’ê cotmeha 2021’an de hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan bûye 294 hezar û 930‘î. Yanî di nava 16 salan de hejmara girtiyan bi qasî 6 qat zêde bûye.

Malbatên girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin ev 70 roj in nobeda edaletê de ne. Lêgerîna edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji 9’ê adara 2021’an pêve li ber deriyê edliyeya Rihayê didome. Bêedaletî û keyran her diçe kurtir dibe. Bi milyonan mirovan mehkûmê birçîbûnê dike û gel êdî bêzar bûye.

Ger ku dîrok hatibe fêmkirin, hîn dereng nîne ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê. Kesên ku ji vê mezinbûna faşîzan nerazîne dengê xwe bilind nekin dê ev rejîma hîn jî xwe bide jiyandin.  Hilweşîna Erdogan encax bi hejandina girseyên ku ji mezinbûna faşîzan nerazî ne dikare pêk were.

Çawa ku hîtler civak ji hev dûr xist û zarokên cihûyan ji wan qetand û wan ji dê û bavên wan da sarkirin, dûrxistin an jî şewitand, dixwazin me jî ji hev dûr bixin û sar bikin, lê dive em li hev, li girtiyên siyasî, li şervanên azadiyê xwedî derkevin. Beriya her tiştî dibê em wek xelekek li derdora Rêber Ocalan kom bibin û êdî ji dîroka xwe dersan derxînin.

Ji devê her kesê ku ez rast têm gotina yekbûnê derdikeve û mafdar in jî. Lê pêku em bibin yek dibê peşiya her tiştî em dev ji zimanê dujminatiya hev berdin. Da ku em bibin yek divê dengê malbatên şehîdan yên ku cenazeyên zarokên xwe ji PDK daxwaz dikin erenî bê bersivandin.

Pêku em bikaribin bibin yek divê em bi hevre li hemberî dagirkeriyê bişkinin.

Pêku em bibin yek divê em xwedî li têkoşîn û mîrateya şehîdên azadiyê derkevin.

Nûçeyên Têkildar