Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nehêlin PDK dijminahiya kurdan bike!

Gelê kurd hemû divê ji vê helwesta PDK’ê ya zirar û ziyanê dide gelê kurd û têkoşîna azadiyê ya li 4 beşên Kurdistanê re bêjin bes e! Ev helwest ji bo parastina hebûna gelê kurd û siberoja wî pir muhim e

Gulistan Çiya Îke |  

Dewleta tirk a qirker di vê demê de li her derê êrîşên li ser gelê kurd û destkeftên wî zêde dike. Di demeke wiha de PDK jî êrîşî gerîla dike. Dijminahiya li dijî PKK’ê di her firsendê de aşkera dike; êrîşên dewleta tirk rewa û normal nîşan dide. Helwestekî wiha bê perwa ya ku PDK nîşan dide, tu hêzekî kurd, tu kurdek welatparêz jî nîşan nade.

HPG´ê beriya du rojan bi daxuyaniyekê ragihand koma ji 7 gerîlayan dema dixwest ava Zê derbas bike, ketiye kemînê û 7 gerîla hatine qetilkirin. Berê jî li heman herêmê 3 gerîlayên ku heta niha aqûbeta wan nayê zanîn, hatibûn dorpêçkirin û hêzên PDK´ê êrîş biribûn ser wan. PDK´ê daxuyaniyek da û got li Xelîfanê çi karê gerîla heye. Bi vê gotinê hem dorgirtina li gerîla û hem jî êrîş qebûl kiriye. Li ser herêmên gerîla ev dorgirtina PDK´ê û êrîşên li dijî gerîla, derfetê didin êrîşên dewleta tirk û ji ber vê jî berxwedêrên Kurdistanê yên canbexş tên şehîdkirin. Tu kurd vê helwesta partiyeke kurd a li dijî canbexşên Kurdistanê, qebûl nake. Ev tevgera PDK’ê hêrsa kurdan radike. Bi herhalî PDK wisa difikire ku kirinên wiha yên beriya dehan salan dê jê re bimînin. Ev çavsoriya di êrîşan de, nîşan dide ku PDK xwediyê feraseteke wiha ye.

Ev xizmeta PDK ji dewleta tirk re dike; heta dibe hêza bingehîn a desthilata faşîst a AKP-MHP´ê li ser pêyan digire, dê mîna rewşeke ji xefletê jî wêdetir di rûpelên dîrokê de cih bigire. Beriya demeke kurt em hîn bûn ku Sedat Peker ê ku bi îtîrafên xwe desthilata AKP-MHP´ê ku demekê ew bi xwe jî endamê wan ê herî taybet bû, ji bo îadeyî Tirkiyeyê bê kirin, Nêçîrvan Barzanî ketiye dewrê. Bi tenê wateyeke vê heye, ew jî rehetkirina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ye. PDK vê li beramberî çi û ji bo çi dike? Ev desthilata faşîst a AKP-MHP´ê ya dijminê kurdan hemûyan û li her derî êrîşî kurdan dike, çi feydeyê dide PDK’ê? Behsa têkiliyên aborî yên PDK û Nêçîrvan Barzanî yên bi Tirkiyeyê re tê kirin. Ji ber berjewendiyên aborî bi dewleteke wiha re dijminê kurdan re têkiliyeke di vê astê de tê çi wateyê? Dinya hemû ji tifaqa AKP-MHP’ê re dibêje faşîst, ji Erdogan re jî dibêje dîktator. Beşek ji yên vê dibêjin jî dostên PDK’ê yên ewropî û amerîkî ne. Niha em dikarin ji vê peywendiya dewleta tirk-PDK’ê re bibêjin, li hev hatine!

Gelê kurd tev û raya giştî, li polîtîka û gavên PDK’ê ecêbmayî temaşe dikin. Êrîşî gerîla dike, li Şengalê îstîxbaratê dide û pêşengên êzidiyan bi vî rengî tên qetilkirin.

Ev tev, hêrsa gelê kurd radikin. Piştî êrîşan, gotinên jinên êzidî ji PDK’ê re, her kurdê/î dide fikirandin. Têkiliya PDK’ê ya bi dewleta tirk re, êrîşa wê ya li dijî gerîla; hedefnîşandana wê ya Şingalê, ji êrîşên dewleta tirk re kurdan dêşîne, bi hêrs dike. Gelê kurd dibêje, ewqas jî nabe. Li gorî tê gotin têkiliyên di navbera îstîxbarata Tirkiye û ya PDK’ê de ji têkiliyên hemreng ên hemû dewletan zêdetir kûr in. Dişibînin têkiliya CIA-MOSAD’ê. Ev rastî jî nîşan dide, têkiliya PDK û Tirkiyeyê ji kurdan re çend tehlûke ye.

Demên dawî êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelek herêmên Kurdistanê û êrîşên PDK’ê hemwext pêk tên. Ev jî wekî gavên PDK’ê yên rizgarkirina dewleta tirk tên nirxandin.

Herku dewleta tirk li hemberî gerîla tengav dibe, êrîşan zêdetir dike. Maneya êrîşa PDK´ê ya bi ser gerîla de heye: di şerê PKK’ê yê li dijî dewleta tirk de PDK li gel dewleta tirk cih digire. PDK niha li hemberî PKK’ê û gerîla wekî mutefîkê dewleta tirk e. Şirîkekî AKP’ê MHP ye, şirîkê din jî di vê rewşê de dibe PDK.

Daxuyaniya HPG’ê ya der barê şehîdbûna 7 gerîlayan de di xefka PDK’ê de rastiyê aşkera radixe ber çavan. HPG dibêje; PDK şer ferz dike lê ji bo em nekevin nava vî şerî, em her cure fedakariyê dikin; lê PDK’ê yekalî ev şer daye destpêkirin. Bi vî rengî HPG´ê bang li wijdanê gelê kurd û edaleta gel dike. Fermandar û şervanên HGP’ê bi vê helwestî hestên herî binirx yên welatparêziyê raber dikin.

Fermandar û gerîlayên HPG’ê di nava bêderfetî û zoriyan de li dijî dewleta tirk a dagirker canbexşane li ber xwe didin. Bi vê berxwedanê dewleta tirk xistine nava tengavekê. Di vê rewşê de dorpêça PDK´ê ya li ser herêmên gerîla û êrîşên pêk tîne, ji aliyê tu kurdê/î ve nayên qebûlkirin. Tu êrîşa dewleta tirk gerîla nade zorê lê ev êrîş û helwesta PDK’ê zorê didin hestên gerîla yên welatparêziyê.

Gelê kurd hemû, jin, ciwan, rewşenbîr, nivîskar û hunermend, raya giştî ya kurd û bêguman hêzên siyasî yên kurdan divê ji vê helwesta PDK’ê ya zirar û ziyanê dide gelê kurd û têkoşîna azadiyê ya li 4 beşên Kurdistanê re bêjin, bes e! Ev helwest ji bo parastina hebûna gelê kurd û siberoja wî pirr muhim e.

Ez hêvî dikim gelê kurd û raya giştî ya kurd ji kîjan aliyî bê bila be, li hemberî her helwesta zirarê bide kurdan û têkoşîna wan a azadiyê bi şûn ve bibe, bibin bend û destûrê nedin van kirinên xizmeta dijminan dikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar