Pêşniyaznameya lêkolînê ya ku parlamenter Tayîp Temel der barê nêlirêtiya li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêşkêş kir, bi hinceta peyvên di pêşniyaznameyê de yên ‘înkar û pişaftinê’ hate redkirin
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Tayîp Temel der barê rapora nêlirêtiyê ya ku Jimêryariya Bilind der barê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de amade kiriye, pêşniyaznameyeke lêkolînê pêşkeşî meclisê kir. Lê pêşniyaznameya Temel bi hinceta peyvên ‘înkar û pişaftinê’ hate redkirin.
Pêşniyaznameya ku parlamenter Tayîp Temel pêşkeşî meclisê kir û dixwest ku nêlirêtiya di Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bê lêkolînkirin, hate bersivandin. Di bersivdayînê de meclisê diyar kir ku gotina; ‘Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tevî polîtîkayên pişaftin û înkarê, di heman demê de bi mijara nêlirêtiyê ve jî di rojevê de ye’ nerast e.
Di bersiva meclisê de ev tişt hatin gotin: “Pêşniyaznameya lêkolînê ya ku der barê rapora Jimêriyariya Bilind a têkildarî nêlirêtî û bêusûluyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hatiye amadekirin, ji ber gotinên; ‘.. tevî polîtîkayên înkar û pişaftinê, di heman demê de nêlirêtiyan jî di rojevê de ye’ nehatiye qebûlkirin.” Di bersiva meclisê de ji Temel tê xwestin ku piştî sererastkirina van peyvan, bila careke din pêşkêş bike.