Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Nelirêtiyên qeyûmê Wanê

Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê amûrên ku ji bo parkan stendine li parkan bi cih nekirine û yên hatine bicihkirin jî netemam in. Ji bo lêpirsînê jî serî li dozgeriyê hatiye dayîn, lê ji ber ku walîtiyê destûra lêpirsînê nedaye, dosye hatiye girtin.

Mifetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Navxweyî, di sala 2018’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, dest lêkolînê kirin û di encama lêkolînê de gelek nelirêtî tespît kirin. Buroya Sûcên Karmendan a Dozgeriya Komarê ya Wanê, der barê kesên nelirêtî kiriye de lêpirsîn da destpêkirin. Lê belê tevî hemû gilîkirinan jî Walîtiya Wanê destûr enda ku lêpirsînê bê kirin. Piştî vê dozgeriyê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê da û li ber vê biryara walîtiyê rabû. Lê dadgehê jî îtirazê red kir û dosyeyê girt.

Nelirêtî hatin tespîtkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 21’ê tebaxa 2018’an de ji bo li parkan bên bicihkirin îhaleyek ji bo qadên lîstikê, komên fîtness, konteynerên çopan û kamelyayên pîknîkê îhaleyek çêkir. Îhale ji aliyê Serokatiya Park û Baxçeyan ve hat çêkirin. Fîrmaya bi navê Î.B.T. îhaleyê bi milyon û 975 hezar û 500 TL’yî wergirt. Piştî 3 salan, di 26’ê adara 2021’ê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Teftîşê ya Milkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî ve mifetîş çûn şaredariyê û piştî lêkolînê raporek amade kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku amûrên ku hatine stendin û yên ji depoyê hatine derxistin li hev dernayên û gelek amûrê li parkan nehatine bicihkirin û yên hatine bicihkirin jî kêm in.

Di rapora nelirêtiyê de ev tişt hatine hatine tespîtkirin:

* Di îhaleyê de hatiye diyarkirin ku 200 heb qutiyên çopê teslîm hatine girtin, lê heqê 250 heban hatiye dayîn,

* Di forma embarê de jî hatiye diyarkirin ku 4 kamelyayên heştgoşe ji Parka Kocaeliyê re hatine şandin, lê derketiya holê ku kamelya ji Parka Kocaeliyê re nehatine şandin,

* Di raporê de hatiye diyarkirin ku 2 komên fîtnessê ji bo Parka Mîllî Egemenlîkê ji depoya hatine derxistin, lê li parkê nehatien bicihkirin û hê jî winda ne,

* Di raporê de hatiye diyarkirin ku 20 heb maseyên pîknîkê ji bo Parka Bajêr ji depoyê hatine derxistin, lê li parkê tu mase nehatine danîn,

* Di raporê de hatiye gotin ku ji 27 komên lîstikan 21 jê ji embarê hatien derxistin, 3 ji wan di embarê de ne û 3 jê jî nexuya ne,

Piştî vê mifetîş di 30’yê hezîrana 2021’ê de der barê 10 xebatkarên şaredariyê de bi sûcê “binpêkirina peywirê” dosyeyek ji Dozgeriya Buroya Sûcên Karmendan re şand. Buroya Sûcên Karmendan a Dozgeriya Komarê ya Wanê jî ji bo vê nivîsek ji walîtiyê re şand û xwest der barê van 10 kesan de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê walîtiyê bi hinceta ku lêkolîn qels e û agahiyên şênber û belge û delîlên wê kêm in destûra lêpirsînê neda.

Piştî vê dozgeriyê li dijî biryara walîtiyê serî Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê da. Lê dadgehê jî bi hinceta ku biryara walîtiyê rast e, dosyeyê girt.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar