Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin. Gelek leheng di vê mehê de şehîd bûne. Bêguman di her mehê de şehadet çêbûne û mirov nikare muqayese bike. Lê ji ber ku şehîdê pêşî yê PKK’ê di vê mehê de ye, lewma jî ev meh bûye meha şehîdan. Yek ji kadroyên destpêkê yê PKK’ê Hakî Karer di vê mehê de şehîd bû. Dîsa gelek lehengên mîna wî dan pey hev û tevlî karwanê nemiran bûn.
Di salvegera şehadeta Hakî Karer de li zindana Amedê jî çar stêrkan destê xwe dan hev û bûn cangoriyên azadiyê. Şoreşgerên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş û hevalên wî di vê mehê de hatin darvekirin. Li rojhilatê Kurdistanê jî di vê mehê de Ferzan Kemanger, Şîrîn Elemhûlî û hevreyên wan hatin darvekirin. Li başûrê Kurdistanê jî Leyla Qasim çû sêdarê û navê lehengiya jinê nivîsand.
Ji Hozan Mizgîn heta Qasim Engîn gelek leheng di vê mehê de bûn cangorî. Mirov dikare bi vî rengî navê sedan lehengan binivîse û têr nake. Lê di esasê xwe de navê lehengiyê hat nivîsandin. Bi vî rengî PKK wekî partiyeke şehîdan hat pênasekirin. Eger ew canfedayîbûn nebûya, PKK û gelê kurd ewqas mezin nedibû. Bi saya wan şehîd û lehengan em gihan van rojan û ev tişt tenê li cem gelê Kurd heye.
Gelê kurd û tevgera wê ya azadiyê ji bo jiyanek bi rûmet û azad bedelên giran dan. Û hê jî her roj destanên lehengiyê tên nivîsandin. Ji ber vê yekê ye ku Rêber Apo 25 sal in girtî ye û tecrîdkirî ye. Eger jiyanek bi rûmet hilnebijarta ewqasî girtî nedima. Kurdan jî li Rêberê xwe nerîn û li gorî wê jiyanê meşiyan. Lewma jî îro ji çiyayên Kurdistanê bigrin heta zindanan berxwedaneke dîrokî heye. Kes li xwe nafikire, her kes li azadiyê difikire. Ew dizanin ku bi azadiyê re wê her tişt ji bo her kesî be.
Kurd li pey jiyanek azad û rûmet dimeşin. Bi hezaran girtiyên siyasî zêdetirî 30 sal di zindanê de man, lê dîsa jî serê xwe netewandin. Hê jî bi hezaran girtiyên hene û ji bo jiyaneke azad li ber xwe didin. Li çiyayên Kurdistanê jî navê bêmiriniyê tê nivîsandin. Kes nabêje ez ê bimrim, ew dibêjin em şehîd dibin û nemirin dibin. Gerîlayên azadiyê navê bêmiriniyê nivîsandin. Bi ser mirinê de diçin û dibin şehîdê azadiyê. Bi saya vê qehremaniyê ye ku Kurd îro bûne xwedî hêzeke sereke. Ji bilî PKK’ê û tevgera wê, ti hêz û rêxistinek din mîna wê çênebûye. Ev çanda PKK’ê îro li Kurdistanê geriyaye. Kurd jî li gorî wê kevneşopiya nemir dimeşin. Mirin ji aliyê fizîkî heye, lê wateya bêmirinê mezintir e. Kurd ji mirinê mezintir in. Ev yek jî îspat kirin. Ji ber vê wêrekiya kurdan e ku her kes bûye heyranê wan. Ji Selahaddînê Kurdî bigirin heta îro her kes qala wêrekiya Kurdan dike. Şehîdên Kurdistanê dîrokêk ji agir çêkirin û îro jî ev agir wêrekiyê geş dike.