Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Neqrîskên dawî

Faşîzma li Tirkiyeyê di rojên dawî de ye. Ji ber vê yekê ez dibêjim neqrîskên dawî. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku vê temenê vê faşîzmê dirêj bike her tiştî dike. Bûyerên îro li Tirkiyê pêk tên mînakên wê li ti devera cîhanê tine ne û çênebûne. Herî dawî me dît bê çawa polîsan li parlementerekî HDP’ê xistin û îşkence lê kirin. Ewqasî tirsiyane ku nema dizanin bê wê êrîşî ku bikin. Ev desthilatdarî dixwaze ku kes nefesê negire. Ji bo ku nefesê negrin jî faşîzma xwe belavî her derê dike. Destûr nade ku kes serê xwe rake û dema kesek serê xwe radike jî diperçiqîne.

Desthilatdariyeke tirsê ava kirine. Berê her kesî qala darbeya 12’ê Îlonê dikir, lê rewşa niha ji wê demê xerabtir e. Ev desthilatdarî tiştê dike jî bi qanûnan dike. Dîsa niha qanûna sansurê di rojevê de ye. Bi vê qanûnê re jî dixwazin dengê civakê li ser medya dijîtal jî bibirin. Yanî dixwazin ku kes di derheqê faşîzmê de neaxive û rexne neke. Jixwe bi sedan kanalên televizyonan, rojname, malper û ajansên vê desthilatdariyê hene û 24 saetan pesnê faşîzmê didin. Lê tevî vê yekê jî nerazî ne. Ew dizanin ku civak ji rewşa heyî nerazî ye. Bi her kesî re gilî û gazin hene, lê nikarin bînin ziman. Beşek ji wan gazinan li ser medya dijîtal xuya dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku pêşî li wan gilî û gazinan jî bibire di nava tevgerê de ye.

Li aliyê din terora girtin û binçavkirinê li Tirkiyeyê bi dawî nabe. Her rojê girtin û binçavkirin hene, lê sedem tuneye. Ji bo vê desthilatdariyê sedem ew e ku çima ne bi faşîzmê re ne. Dixwazin ku her kes bi faşîzmê re bin û kesekî li derve nehêlin. Lê wê nikaribin vê yekê bi ser bixin. Ji ber ku îro her kes ketiye ferqa wê. Ev desthilatdarî û hevkarên wê têk diçin. Partiyên dewletê jî li ser heman xetê dimeşin. Çiqas qala nûbûn û demokrasiyê bikin jî derewan dikin. Tu kesî wekî Erdogan qala kurdan û çareseriyê nekir, lê herî zêde wî zilm kir. Ev kevneşopiyek siyaseta Tirkiyeyê ye. Li cem wan divê her kes tirk be û kesekî din qebûl nakin. Partiyên heyî jî di heman pozîsyonê de ne. Ji bo wan kurd tune ne û eger hebin jî divê xwe înkar bikin û xulamtiyê bikin. Ev polîtîka sed salan nehatiye guhertin.

Îro şerekî taybet li Kurdistanê tê meşandin. Ji bo tunekirina civakê, dîrok û çanda wê her tişt tê kirin. Li aliyekî hunermendên kurd digrin davêjin zindanan, li aliyê din konserên kurdî qedexe dikin. Piştre jî radibin û li hin deveran wekî ku kurdî ne qedexe be konseran li dar dixin. Divê kurd vê dirûtiyê û lîstikê bibînin. Ev dewlet çima destûra konsera hin hunermendên kurd dide û li aliyê din çima hunermendên kurd digre. Mesele jî di vir de ye. Ji dîrokê heta niha heman lîstik heye. Geh dibêjin kurd tune ne û wan nas nakin, lê li aliyê din televizyonên kurdî vedikin û wan derdixin ser dikê. Ev yek lîstikek desthilatdariya faşîst e. Divê kurd zanibin ku dewleta tirk dijminatiyê li kurdan dike û wan nas nake. Yên ku nas dike jî dixapîne û bi kar tîne. Dewletek ew çend barbar û hov e.

Li her derê dijminatiyê li kurdan dikin. Ji zindanan heta meydanan faşîzm heye. Li dijî vê faşîzmê jî nerazîbûn heye. Heta ku ev nerazîbûn hebe wê faşîzm nikaribe nefesê li civakê bigre. Ev desthilatdarî li ber têkçûnê ye û di rojên dawî de ye. Eger ne wilo bûya ewqasî dijwar û xedar nedibû. Ji ber ku dizane ew ê biçe. Ji bo ku neçe jî hemû xerabiyan dike. Ew kesên îro bi faşîzmê re dimeşin ewê jî têk biçin. Dîrok vê yekê dibîne û tiştek veşartî namîne. Li Tirkiyeyê faşîzm heye û yên li dijî faşîzmê hene. Ew terefê ku têk biçe jî wê faşîst bin. Îro jî em neqrîskên wan ên dawî dibînin. Ev neqrîsk nîşaneya têkçûna wan e. Dema ku yek tê ber mirinê dikeve ber neqrîskan. Rewşa desthilatdariya faşîst jî ev yek e.

Nûçeyên Têkildar