Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Nesir Herîrî mêvanê Barzanî ye!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Serokê Îtilaf/opozisyona Sûriyeyê Nesir Herîrî, bi şandeyek xwe û ya ENKS’ê re bûne mêvanên Mesûd Barzanî. Sê rojan berdewam kiriye vê gera wî.

Hinek aliyên vê gerê yên balkêş hene. Mînak, weke ku ji nişka ve biçe û her wiha, ne berî çûyînê ne jî piştî çûyînê çapemeniya tirk qet behsa vê gerê nekir. Bi tenê hinek medyaya mala Berzaniyan, ew jî bi kurtî behs dikir.

Li aliyê din, ji xwe ew û ENKS’ê li Tirkiyeyê her roj bi hev re ne, lê weke ku nû hev dîtibin, bi hev re fermî rûniştine û gotûbêj kirine.

Her wiha, hem ENKS û hem Mesûd Barzanî, weke ku cara yekemîn e hev dibînin û gilî û gazind û daxwazên xwe pêşkêşî Herîrî dikin.

Jixwe ne gotûbêjên wan bi giştî û ne jî gilî û daxwazên wan, ji vî mirovî hêjayî şîrovekirinêye. Ji ber ku ew, ne muxatabê wan daxwazan e û nikare berpirsiyariya barekî wisa jî rake. Ji ber ku her sê hêz jî, hema hema weke hev pabendin bi dewleta tirk re û di bin bandor û fermanên wan de kar dikin.

Erê ma her roj ne têkildar in li gel rayêdarên tirk? Ma hêj çend roj derbas bûye ku H.Akar û Y.Guler li Hewlêrê mêvanê mala Barzaniyan bûn-ji bo GARÊ, Şingalê, Mexmûrê, Rojava û hwd? Ji bilî pir carên çûyîn-hatinên wan ên Enqereyê!

Ma gelo çima Kek Mesûd, hema yekser ji R.Erdogan re û ji wan rayedarên di bin wî re nabêje; “wan bûyerên li Efrînê diqewimin cihê nîgeraniyê/xemgîniyê ne” û hwd?

Ewqas sal in, ewqas bûyerên dijî mirovahiyê li ser gelê me yên Rojava; ji Efrînê heta Serêkaniyê, Girêspî û her deverên dagirkirî û yên ne dagirkirî tên kirin, ma gelo rojêkê di raya giştî de li dijî dewleta dagirker û faşist a tirk gotinek an daxuyaniyek ragihandine?

Ji xwe serokê ENKS’ê dibêje ‚em van tiştan li gel dewleta tirk guftûgo nakin.‘ Ê baş e, hûn van gotinan li gel berpirsiyarê yekemîn ên dewleta tirk ku fermandarê wan çeteyên van nemirovahiyan li ser gelê me pêk tînin e nakin, ma hûnê kabirakî weke xwe ji Herîrî re bêjin? Ma ewqas sal in hûn, hîn jî ji derewên hevdu têr nebûne?

Ew Herîrî jî, gotinên ji xwe û erkê xwe mezintir dike û dibêje, ‚wan gotinên ji bo Efrînê û bajarên din ên dagirkirî ten gotin ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ne rast in, li wir çi dibe bila werin ji me re bêjin em ê çaraser bikin û hwd!‘ Weke ku henekê xwe û heqaretê li mirovan bike van gotinên bê edebî û bê exlaqî dike û hem li gel wan ENKS’iyan û çapemeniyan wan, ew jî weke hevalê xwe guhdar dikin!

Ê baş e ka pirs û bersiva vî kes û şandeya wî çi ye, gelo di vê dema girîng de dibe ku ji bo çi çûbe Hewlêrê?

Bi gûmana xurt; ji bo ku hebûna dewleta tirk a li Efrînê û hemû cihên dagirkirî rewa bikin, ev gerê pêkanîn. Ji bo vê jî li ser avakirina buro/mektebên îtilafên û bi taybetî ji bo bi navê kurdî be, bi navê ENKS’ê li wan deveran vekin axivîne. Li gorî saloxan, di destpêkê de hinek vekirin, lê ji ber çeteyên tirk pir bûn û nexwestin xenimetê bi kesî re parve bikin, buroyên wan girtin û ew jî reviyan!

Lê niha ji ber ku dewleta tirk, di asta navdewletî de tengav bûye, ji alîkî ve YE, ji aliyê din ve DYE li wan hatiye xezebê û ji bo ji wan deverên dagir kiriye derxe, li hinek sedem/hincetan digere. Lewma Tirkiye, niha ji bo mayîna xwe ya li wir, ji raya giştî re rewa bide xuya kirin, li çareseriyek wisa digere. Lê diyar e ev nêçîra wan jî, ji derdê wan re nabe derman û hilweşandina desthilatiya R.Erdogan-Bahçelî nêztir dibe. Helbet bê têkoşîna gel nabe!

Nûçeyên Têkildar