Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Nesrîn Abdullah: Li dijî şer pêwîstî bi eniyeke hevpar heye

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah a şerê cîhanê yê sêyemîn nirxand, bang li jinan û gelan kir ku li ser bingehê modernîteya demokratîk eniyekê hevpar ava bikin û wiha axivî: “Ji hemu deman zêdetir pêwistî bi avakirina eniyekê hevpar a têkoşînê heye.”

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah derbarê şerê cîhanê yê sêyemîn, bandorên wî li ser jinan û gelan ji JINHA’yê re nirxandinên girîng kir. Nesrîn Abdullah diyar kir ku di nav vî şerî de hêzên modernîteya kapîtalîst ên sermayedar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe şer li heremê gur dikin û got ku li hemberî vê yekê pêdivî ji her demê zêdetir bi avakirina eniyekê hevpar a têkoşînê ya jinan û gelan heye.

Ji salên ‘90’î ve pir bi plana şer tê meşandin

Fermandar Nesrîn Abdullah anî ziman ku cîhan pêvajoyekê nû ya şer dijî, bi balkişandina şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn ev tişt anî ziman: “Nirxandinên cûda ji bo vê pêvajoyê tê pêşxistin ji aliyê siyasetmedaran ve. Her kes vê pêvajoyê ji bo xwe di milê cûda de digire dest û şîrove dike. Hinek alî navê şerê cîhanê yê sêyemîn lê dike, hinek alî jî dibêjin dibe ku ev pêvajoya derbasbûna şerê cîhanê yê sêyemîn be. Beşek jî dibêje metirsî heye ku şerek bi vê rengê bê pêşxistin. Lê ger mirov giştî rewşê li ber çavan bigire tesbîtek wiha em bikin wê ne şaş be: Şerê cîhanê yê sêyemîn ne bi şerê Îsraîl û Hamasê destpê kiriye. Ji salên ‘90’î ve pir bi plan ev şer tê meşandin. Her pêvajoyek jê re plansaziyek hatibû diyarkirin û li gor wê ev şer dihat meşandin. Ji derbaskirina Saddam ji Kuweytê bigire dest û heya roja me ya îro.”

Şoreşa modernîteya demokratîk xurt dibe

Nesrîn Abdullah anî ziman ku di lûtkeya ku îro de zelal bû ku şerê cîhanê yê sêyemîn şerê pergalan û şûnmayiyên wan e û wiha axivî: “Ev ne şerê gelan e. Li gor nêrîna min ev tesbît ne şaş e. Gel di vê pêvajoyê de nîne. Gel tenê di bin dek û dolabê vî şerî de tê hêrandin. Şerekî wiha ye ku her kes kiriye pença qirkirinê de. Êrişekê li ser jinan, li ser gelan, li ser fikrên azad, sekna azad tê meşandin. Li kêleka vê şoreşa modernîteya demokratîk jî di nav herikandinekê xurt de ye. Wê demê mirov dikare wiha bêje: Şerê cîhanê yê sêyemîn şerê pergal û şûnmayên wan e, lê ya ku mirov rûbarê wê jî dibîne têkoşîna gelan e di nav şoreşa modernîteya demokratîk de. Her du jî bi lezgîniyekê dimeşin. Ger em baş vê şerî şîrove nekin, tesbîtên rast nekin, tedbîrên rast li hemberî wî negirin ji bo têkoşîna gelan weke eniya demokratîk wê zirerê bi xwe re bîne. Ji ber polîtîkaya qirkirinê heye. Ji ber wê jî lazim e em baş fam bikin û bibin xwedî stratejiya xweparastinê. Bi qasî ku ji bo pêşveçûn û rûniştandina hêmanên demokratîk têkoşîn ji me re pêwist be, ewqasî jî divê em mekanîzmaya xwe ya xweparastinê çêbikin da ku bikaribin nirxên me daye avakirin biparêzin û misogeriya wê ava bikin.”

Nesrîn Abdullah anî ziman ku navenda şer li gor şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn di warê erdnîgarî de hat guhertin û wiha pêl da axaftina xwe: “Şerê yekemîn û dûyemîn li Ewropayê ji ber hin sedem û armancan hat kirin. Hinek encamên zelal derxistin holê. Di roja me ya îro de jî şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn xwe bi navend kir. Ew hêzên ku di nav şerên derbasbûyî de cihê xwe girtin, di nav vî şerî de jî cihê xwe digirin. Lê rêbaz û taktîkê vî şerî cûda ye, stratejiya vî şerî jî ev hêz li gor berjewendiyên xwe dane diyarkirin.”

Nesrîn Abdullah got ku şerê heyî bandora xwe li qada civakî, aborî û leşkerî dike û anî ziman ku hêzên modernîteya kapîtalîst ên xwe dispêrin sermayeyê li gor pêdivî û armanca vî şerî dixwazin şêwe bidin van qadan. Nesrîn Abdullah wiha berdewam kir: “Ev yek pir bi zanistî tê meşandin. Hemû hêz li pêy berjewendiyê xwe ne. Di şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn de du beş hebûn ku yek navê emperyalîst lê dikirin yek jî navê sosyalîst lê dikirin. Her çiqas encam bi avakirina jiyanekê sosyalîst û komînal çênebû jî, herî kêm eniyekê bi navê sosyalîzmê têkoşîn dikir. Gelek tevgerên bi navê sosyalîzm û komunîzmê xwe li wan digirtin. Derfetek didîtin ku ji bo gelê xwe têbikoşin. Lê şerê niha şerê dû eniya nîne. Hemû hêz di heman eniyê de ye, ew jî eniya modernîteya kapîtalîst e. Rêbazê di vê şerê de tê meşandin jî li gor vê ye.

Strateji û armanc jî heman e, pir baş diyar dibe ku li hemberî eniya demokratîk a gelan temsîl dike ev hêz hemû di nav yek eniyê de cihê xwe digirin. Ango şerê riyên tîcaretê ye. Seriyên mezin hene ku di heman eniyê de ne. Çîn xwedî projeyek rê ye ku dixwaze Asya û Rûsyayê bi riya enerjiyê bi hev ve bide girêdan. Li gel wî Emerîka jî xwedî projeya enerjî ye ku dixwaze bi hevkarên xwe re projeya xwe bide rûniştandin. Şerê heyî jî pevçûna di navbera van herdû aliyan e. Ji ber herdû alî jî di heman riyê de dimeşin. Her yek ji wan dixwaze beriya yê din bigihîje armancê. Tiştek wiha jî diyar dibe ku rêgez nîne li holê. Di heman pîvanê de tevdigerin. Ne dostaniya daîmî ne jî dijminatiya daîmî heye. Ji ber ku ya serwer berjewendî ye. Rewşekî wiha jî li holê ye.”

Şerê Ukrayna û Rûsya û rewşa Filistînê

Nesrîn Abdullah anî ziman ku di vê şerê pir alî de hêzên global hewl didin hêzên biçûk ango komên biçûk li ser bingehê berjewendiyên xwe bidin şerkirin û wiha domand: “Di vê xalê de bi biryar in: Li ku derê şer hatibe destpêkirin wê gûr nebe lê wê bidawî jî nebe. Şerê Ukrayna û Rûsya mînakek wî ye. Hesabê sûkê û malê yê Rûsyayê hev negirt. Wê ev şer dirêj bike jî. Şerê Îsraîl û Hamasê mînak e. Pirsgirêka gelê Filistînê ji holê rabû. Pir bi êş e ku pirsgirêka gelekî ku li nasnameya xwe ya azad digere û ev mafê hemu gelan e, veguherî pirsgirêka bajarekî, pirsgirêka tevgerekî û ji navê vî şerî re jî dibêjin şerê Îsraîl û Xezayê. Baş e, gelê Filistinê li ku ye? Heya niha 40 hezar zêdetir gel jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî wenda ne, birîndar in. Em hemû dişopînin. Di wateya gotinê de gelekî ji qirkirinê derbas dibe. Lê ji ber ku di plansaziya wan hêzan de nîne ku cih bidin wan ew gel ji kîs xwe diçe.”

‘Di konferansa 4’emîn a YPJ’ê de bi berfirehî hat nirxandin’

Nesrîn Abdullah îşaret bi konferansa 4’emîn a YPJ’ê kir ku di konferansa di demekê herî krîtîk de hatiye lidarxistin rojeva siyasî û leşkerî bi berfirehî hatiye destgirtin û nirxandin. Nesrîn Abdullah wiha got: “Ji ber em di ferqa metirsiyên demê de ne. Em aliyekê ne ku ji bo avakirina pergalekê demokratîk, komînal û konfederal têdikoşin. Pergalekê ku her kes tê de bi nasnameya xwe bi hebûn û xwebûna xwe jiyan bike weke parçeyek ji eniya modernîteya demokratîk têdikoşin. Li wir jî tesbîtên girîng hatin kirin. Şerê niha tê meşandin di serî de dijminatiya jin dike û destpêkê jinan hedef digire.”

Li Rojhilata Navîn têkoşîna jinan

Nesrîn Abdullah a got “Li Rojhilata Navîn niha ya ku bi hemû cesaret, motîvasyon û hişyariya xwe li ser lingan e jin e” anî ziman ku ji ber vê sekna jinan êrişekê mezin a qirkirinê li dijî jinan tê meşandin û wiha got: “Gelek aliyên qirkirinê li dijî jinan di heman demê de tê meşandin. Li ser vê jî hewldan hemû ew e ku enerjiya te bixe bin xizmeta xwe de. Ango te bike amûrê vî şerî. Di konferansa me de bi zelalî tesbîta vê hat kirin. Di konferansa me de helwestek wiha derket ku jin 5 hezar sal in qurbanê koalîsyona zilaman e û em ê vê qebûl nekin. Di şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn de jî jin qûrban bû. Bi sedhazaran jin hatin qetilkirin. Ya ku fatûra herî giran a şeran girt jin bû. Lê di vê şerê de em ê qebûl nekin ku bibin qurban.

‘Jin Jiyan Azadî biryara avakirina cîhanekê nû ye’

Em ê bi stratejî, bi plan, bi zanebûn têkoşîn bikin. Bi taybet jî ji hemû deman zêdetir avakirina konfederalîzma jinan esas e. Ev çi di asta Rojhilata Navîn de be çi jî di asta cîhanê de be. Şoreşa jin zîrveyê jiyan dike û felsefeyek e. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ji rêzê nîne. Rêgeza ku wê çawa jiyan bike diyar dike ye. Biryara cîhanekê nû nîşan dide.”

‘Şoreşa ku teqiya venamire’

Nesrîn Abdullah anî ziman ku li Hindistanê vekirina pankarta bi nivîsa Jin Jiyan Azadî mînaka vê ye ku jin dixwazin cîhana xwe ava bikin û got: “Li Hindistanê derdora vê felsefeyê gel bûn xelek. Sê tişt hene ku gotin em ê gav jê paş de navêjin. Ya yekê bi jinbûna xwe jiyankirin e. Ez ê pêşeng bim ji civakê re û ew mêrê ku bû qurbanê xapandina vê pergalê ku desthilat taca xwe danî ser ez ê li hemberî wî jî têbikoşim. Ya duyemîn jiyan e. Jin pênc hezar sal in di bin bindestiyekê giran de dijî. Ev bindestî her roj tiştek jê dizî. Anî asta ku bibe xerîbê xwe, xwe înkar bike. Ruxmê gelek hewldan ji aliyê jinan ve pêş ketin ku bikaribin li dijî rastiyê derkevin, bi hemû rengê tepisandinê bi êrişan re rû bi rû man. Lê jin di hemû şert û mercan de şoreşek di hindûrê xwe de parast. Dema ku firsendê jî dît wekê volqanekê teqiya. Heya roja îro jî bi vê rengê meşiya. Lê ev dem êdî ne ew demê derbasbûyî ye. Ew şoreşa ku teqiya navemire û heya negihije armancê wê nevemire.”

Şoreşên azadiyê

Bi berdewamî Nesrîn Abdullah wiha got: “Armanca şoreşên azadiyê armancên demdirêj in. Têkoşîna wê demdirêj in û avakirinên kêliyan e. Em di ferqê de ne rewş ewqas giran e ku her kêlî şoreşek jê re divê. Bi taybetî jî ji bo jin. Bi her êrîşê ku aqilê zilamtiya serdest temsîl dike û her carê bi êrîşekê parçeyek ji me dizî. Divê li hemberî wî em jî her kêlî şoreşek bikin û wan parçeyan bizivirînin. Weke jin em jê bawer in ku em civakê û civatbûnê bi xwe re dizivirînin. Em azadiyê û însan bi xwe re dizivirînin bi rih, fikr, hest û armancên gerdûnî. Niha jin wê dibêjin jiyan û ji derveyî azadiyê jî tiştekî din naxwazim.

Avakirina konfederalîzma jinan

Ev helwest di konferansa me ya 4’emîn de bi zelalî derket. YPJ’ê ji hemû deman zêdetir xwe girt dest ku zêdetir pêşengiyekê divê di pêvajoya avakirina konfederalîzma jin û pergala wê ya parastinê de. Ji bo me jinan mijara parastinê mijarekê jiyanî ye. Bi tenê weke çek jî em lê meyze nakin. Ji bo me mijarekê birdozî û felsefî ye. Mijarekê ku bi me re jiyan dike ye. Ji ber ku em tenê têkoşîna parastina nasnameyê nakin. Em di parastina xwe de parastina cîhanê, parastina demokrasî û sosyalîzmê dikin.Ji bo wê ji hemû deman zêdetir em di ferqa erkên xwe de ne. Bi vê gotinê ez bangawazî li hemû jinan dikim ku weke jin em eniya xwe ava bikin, weke gel em eniya xwe ava bikin. Em ne neçar in ku bibin qurbanê şerê pergalan û desthilatdaran. Tu berjewendiya me tê de nîne. Em tê de nînin û em ê nebin amûrê wê jî. Divê em hişyar bin û ji hemû deman zêdetir divê em rêxistinbûna xwe ava bikin.

Gelê Rojhilata Navîn xwedî dîrokek dirêj e. Rêber Abdullah Ocalan vê dibêje ‘Em di destpêka dîrokê de ne, dîrok di roja me de veşartî ye’. Divê em bi vê formulê tevbigerin. Pergalên desthilatdaran tu car nakevin bin xizmeta gelan de. Ger gel pergala xwe ava bikin wê demê dê bikeve xizmeta gel de. Biryara hebûn û nebûna pergala desthilatdaran, bi îradeya gel ve girêdayî ye. Ev pergalên ku xwîna vî gelî dimijîne gel bi xwe birçî dihêle. Divê di serî de jin di ferqa vê de bin. Ji lewre weke jin weke gel em ê biryar bidin ku jiyanekê çawa, pergalekê çawa û azadiyekê çawa dixwazin.

‘Tevgerên jinan li Rojhilata Navîn qels e divê bihêz bibe’

Bi taybetî ji bo tevgerên jin ên Rojhilata Navîn dibêjim ku tevgera wê qels e. Ne birêxistinkirî ye. Di nav dolabê pergalê de bila rêxistinbûna xwe binav neke. Bi destûr û rêziknameyên pergalan bila misogeriya xwebûna xwe û azadiya xwe nebîne. Ev şerê ku bi artêşa tê meşandin zarokên kê ne? Zarokên vî gelî û van jinan e. Lê pergala xwe dispêre desthilatê wî kir qatîlê wê. Em bi hev re rêxistinbûna xwe çêbikin, stratejiya xwe diyar bikin, pergala xwe ya parastinê ava bikin. Encax bi vê rengê em dikarin li hemberî vê agirê ku gur dibe xwe biparêzin.

Rewşa Sûriyeyê

Şer ket mala kî jê dernakeve. Rewşa Sûriyeyê li ber çav e. 13 sal in gelê Sûriyeyê di bin pergala rejîma Baasê de tê hêrandin. Êrişî ser her tiştê wê dike. Bi dijminên gelê Sûriyeyê yê derve re dikeve nav hevpeymanekê û êrişî gelê Sûriyeyê dike. Yê ku navê şoreşger li xwe kirin û artêşên azad ava kirin bûn xençer xiyanetê di parsiyên gelên Sûriyeyê de. Rejîma Baasê ku di mînaka Dêrezorê de pir diyar bû çawa hevkariyê bi terorîstan re kir û êrişî gelê me yê Ereb ê Dêrezorê kir. Ew êrişa ku li wir çêbû êrişa li ser şerefa netewî ya Sûriyeyê ye. Divê em vî navî lê bikin. Gelê Rojhilata Navîn û Sûriyeyê jî divê bizanibe ku çawa heyfa şerefa xwe rake. Ger em xwe birêxistin bikin, yekîtiya xwe çêbikin ev tolhildanek e. Em di demekî wiha de ne ku ji 7 salî heya 70 salî tê kuştin. Wê demê em ê ji 7 salî heya 70 salî jî divê em di nav rêxistinê de bin. Ev ji bo me seferberi ye û lazim e jin pêşengiya vê bike.

‘Derketina YPJ’ê şoreşek bû’

Derketina YPJ’ê li bakûrê Sûriyeyê yek ji wan şoreşan e ku teqiya. Lazim e her jinek li vê derê bibe şoreşek û biteqe. Divê em di nav tevgerekî yeman de bin. Ji vê zêdetir wê çi êrîş li ser me bê kirin. Divê em dinyayê xira bikin. Divê em xwedî li mafên xwe derbikevin. Şoreşa modernîteya demokratîk ev e. Çi jin be çi zilam be tuyê bi namûsa civakbûna xwe bijî. Têkoşînekê pîroz e. Ger em vê yekîtiyê vê eniyê ava bikin em xwedî wê hêzê ne ku hemû pergalên desthilatdar çok dêynin erdê li hemberî me. Di konferansa me de jî ev weke biryarekê derket holê û YPJ’ê derbasî qonaxekê nû ya avabûnê bû.

‘Derfetên avakirina eniya hevpar heye’

Konfederalîzma Rojhilata Navîn îro tevgera azadiyê pêşengiya wê dike û ev pêwîstiyek e. Misogeriya pêşerojê ye. Bi lezgînî em kom bibin û em riyê nîqaşan bimeşînin. Weke bang jî ez li tevahî gelên Rojhilata Navîn dikim ku hêmanên avakirina konfederalîzma demokratîk a Rojhilata Navîn em bi cih bînin. Konferans be kongre be divê riya vê ya nîqaşê bê avakirin û em stratejiyekê hevpar bi hev re diyar bikin. Weke jin jî divê em qedera xwe û qedera gelên Rojhilata Navîn diyar bikin. Ezmûnekê me yê girîng heye. Em ji dîrokekê pir kûr tên. Em mafdar in û misogeriya azadiya xwe dixwazin. Di vê çarçoveyê de em li hev bicivin û li ser heman armancê eniyekê rêxistinî ava bikin. Ji hemû deman zêdetir niha pêdivî bi vê heye derfetên me gelek in. Di ronahiya van de em dikarin gavên gelek mezin bavêjin.”

Nesrîn Abdullah bang li gel û jinên Sûriyeyê kir û got: “Bêyî ku em bêwatebûna nasnameyan çêbikin her yek ji me bi xwebûna xwe nasnameya xwe îfade dike, Sûriye mîna mozaîkek e. Ji gelan, çandan û olan bi vê bedewbûnê em bibin mertalê ku li Sûriyeyê hizûra welat biparêzin. Divê em bibin xwedî pergalekê ku ji gelan re bibe nimûne.”

Ji bo ciwanan bang: Em welat biparêzin

Herî dawî Nesrîn Abdullah bang li jinên ciwan û tevahî ciwanan kir ku nirxên xwe yê dîrokî yê hevbeş biparêzin û wiha bi dawî kir : “Dewleta tirk niha bi pêşengiya Erdogan nûnertiya wê împaratoriya Osmanî dike ku dixwaze Osmaniya nû vejîne. Em firsendê nedin ku rê bidin siltanên nû. Armanca Erdogan ew e ku carekê din bibe siltan. Em ne împaratoriyan ne jî împaratoran qebul dikin. Hem di şer de hem di jiyanê de em ê serkeftî bin û bi îradeya xwe ya azad jiyana ku em dixwazin hilbijêrin. Em bi hev re dest bidin hevdû û welatê xwe biparêzin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar