Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Neteweya Demokratîk -2-

Li cihê ku neteweya demokratîk pêş nekeve û dewleta netewe jî pirsgirêkan çareser neke weke têgihiştin û lihevkirinekê mirov dikare behsa neteweya huqûqê bike. Çareseriya mebest jê welatiyê destûra bingehîn e, ya rastî neteweya huqûqê ye. Li gorî destûra bingehîn, bi welatiyê huqûqî cihêkariya nijad, etnîsîte û milliyetê nayê kirin. Bi xisletên bi vî rengî mirov nabe xwedî maf û heq. Neteweya huqûqê bi vî aliyê xwe kategoriyek e ku bi pêş dikeve. Nexasim neteweyên Ewropayê ji neteweyên milliyet ber bi neteweyên huqûqê ve diberidin. Li cem neteweyên demokratîk rêveberiya xweser esas û bingeh e, li cem neteweyên huqûqê jî heq. Li cem dewleta netewe jî rêveberiya desthilatdariyê diyarker e. Tîpa netewe ya herî bi tehlûke sazîbûn û zêhniyeta ‘artêş-millet’ e. Herçiqasî weke temsîla neteweya bi hêz xuya bike jî bi xwe di navê de jiyan gelekî zor e, timî wezîfeyan ferz dike û di navê de zêhniyetek heye heta bi faşîzmê diçe. Neteweya ekonomîk, kategoriyek e ku nêzî dewleta netewe ye. Ev têgihiştina netewe ya li DYA, Japonya, heta Almanyayê rola sereke dide ekonomiyê di rabihuriya Ewropayê de bi hêztir bû. Herçiqasî xwestin kategoriya neteweya sosyalîst biceribînin jî mirov nikare behsa serketina wê bike. Mînaka vê neteweyê hindik be jî mirov li Kubayê dibîne. Lê ev mînaka neteweyê jî şêweyê sosyalîzma pêkhatî ya dewleta netewe ye; ew şêweyê dewleta netewe ya bi giranî kapîtalîzma dewletê ye ku li şûna dewleta netewe ya bi giranî kapîtalîzma taybet hatiye bicihkirin.

Em dema behsa teoriya netewe bikin, xusûsa divê bi girîngî rexneya wê bê kirin ew e, pîrozkirin û îlahîkirina netewe ye. Modernîteya kapîtalîst li şûna têgihiştinên xweda û dîn ên ji rêûresmê, xwedatiya dewleta netewe bi xwe ava kiriye. Ev xusûs gelekî girîng e. Eger em îdeolojiya milliyetgiriyê weke dînê dewleta netewe şîrove bikin, em dikarin li dewleta netewe bi xwe jî weke xwedayê vî dînî serwext bibin. Dewlet bi xwe di serdema modernîteyê de bi awayekî cewherê têgînên xwedayî yên tevahiya serdema navîn û heta serdema destpêkê bihewîne, hatiye avakirin. Diyardeya jêre ‘dewleta laîk’ dibêjin, weke dewleta bi tevahî xwedatiyên serdema destpêkê û navîn di nava xwe de hewandibe yan jî cewherê wan xistibe nava xwe hatiye avakirin û bi gewde bûye. Divê mirov di vê babetê de hîç nexape. Em wexta cîla dewlet-neteweya laîk an jî modern jê bibin, ji binê wê dewleta îlahî ya serdema destpêk û navîn derkeve. Di navbera dewlet û xwedatiyê de têkiliyeke xurt heye. Bi heman awayî di navbera monarkê serdema destpêk û navîn ê mezin dibe û têgîna xwedê de têkiliyeke xurt heye. Monark weke şexs, piştî ku serdema navîn bandora xwe namîne bi sazî dibe û vediguhere dewleta netewe, lewma monarkê bûyî xweda cihê xwe ji xwedayê dewleta netewe re dihêle. Ji lewra tevî têgînên pîrozkirî yên welat, netewe û bazarê, bi heman awayî di bingehê pîrozkirina saziyên dewleta netewe de ew hegemonya îdeolojîk heye ku qanûna kara herî zêde ya modernîteya kapîtalîst gengaz dike. Hegemonya îdeolojîk ev têgînên bi netewe re têkildar çiqasî dînî bike pîvana kara herî zêde jî rewa dike û bi vî awayî dide pêkanîn.

Di serdema me de sembolên dewleta netewe yên weke ‘tek al’, ‘tek ziman’, ‘tek welat’, ‘tek dewlet’, ‘dewleta unîter’ û sloganên wê yên sereke yên bi qasî ku guhên mirovan kerr bikin têne qîrîn, çavên ji rengên cuda yên alan bêzar dibin û wan piçûk dibînin, cîhana zêhniyetê ya monolotîk û seqetkirî, di her xwepêşandanê de şovenîzma neteweyî, nexasim di çalakiyên spor û hunerê de bi awayekî rakin pêdarê rîtualîze dikin, mirov van hemûyan dikare weke îbadetên dînê milliyetperestiyê şîrove bike. Ya rastî, îbadetên serdemên berê jî bi heman fonksiyonê radibin. Li vir, hedefa bingehîn ew e, berjewendiyên desthilatdarî û mêtinkariyê yan bi nepenî yan jî bi pîrozkirinê werin rewakirin û bicihanîn. Eger mirov roja me ya îro der barê dewleta netewe de bi tevahî nêzîkatî û pêkanînên zêde nepixandî û ser meseleyê digirin bi vê paradîgma bingehîn şîrove bike, mirov ê karibe bêhtir li heqîqeta rastiya civakî serwext bibe û wê fêhm bike.

Neteweya demokratîk modeleke neteweyê ye ku herî kêm ev nexweşî li cem wê hene. Rêveberiya xwe pîroz nake. Rêveberî weke diyardeyeke zelal di xizmeta jiyana rojane de ye. Wexta ku pêdiviyên wê bi cih bêne anîn, her kes weke karmendekî dikare bibe rêveber. Rêvebertî bi nirx e, lê pîroz nîne. Serê têgihiştina nasnameya neteweyî vekiriye; mîna mumîntî û endametiyeke dîn a sergirtî nîne. Mirov ji neteweyekî be, ev ne cihêwazî ye, ne jî qusûr û kêmaniyek e. Mirov dikare ji yekê zêdetir bibe endamê neteweyan. Ya rastî, dikare gelek netewetiyên cuda bikevin nava hev. Eger neteweya demokratîk bi neteweya huqûqî re li hev bike, bi hêsanî dikarin bi hev re bijîn. Tevî ku welat, al û ziman hêja ne jî ne pîroz in. Welat, ziman û alên hevpar dikarin di nav hev de, li şûna dijberiyê li ser bingehê dostaniyê bi hev re bin, ev hem pêkan e, hem jî li gorî jiyana civaka dîrokî ye. Diyardeya neteweya demokratîk bi van xisletên xwe hemûyan weke alternatîfa bi hêz a dewletdariya neteweyê ya destikê harkirina şer weke modernîteya demokratîk di dîrokê de ji nû ve cihê xwe digire.

Modela neteweya demokratîk weke modeleke çareserker, têkiliyên civakî yên neteweperestiya dewletê parçeparçe kirine ji nû ve demokratîze dike, li hev tîne, aştiyane û bêhnfireh dike. Kengî dewleta netewe ber bi neteweya demokratîk biberide ev yek ê bi xwe re destketiyên gelekî mezin bîne. Modela neteweya demokratîk beriya her tiştî têgihiştinên civakî yên bi şîddetê barkirî bi serwextbûneke rast a civakî nerm, mirovane û milahîm dike ango mirovî biaqil û hestyar dike, wî dike mirovê xwedî empatî û xweşbîn. Bêguman têkiliyên mêtinkariyê yên şîddet dawerivîne navê bi tevahî ji holê raneke jî dikare têra xwe kêm bike, bi pêkanîna derfet û îmkanên ji bo civakeke azadtir û wekhevtir vê bi cih tîne. Bi tenê ji bo nava xwe xweşbînî û aştiyê pêk nayîne, di heman demê de li dijî neteweyên din ên li derve nêzîkatiyên bi zordestî û mêtinkariyê barkirî vediguherîne berjewendiyên hevpar û sînerjiyê, û bi vî awayî vê mîsyona xwe pêk tîne. Kengî saziyên neteweyî û navneteweyî li gorî têgihiştina bingehîn a sazîbûn û zêhniyeta neteweya demokratîk ji nû ve hatin avakirin, wê baş were fêhmkirin ku modernîteyeke nû ango modernîteya demokratîk, ne bi teorîk bi encamên pêkanînê jî bi qasî Ronesansekê ye. Alternatîfa modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk a di bingehê wê de ye; civaka ekonomîk, ekolojîk û aştiyane ya di hundir û derveyî neteweya demokratîk de deribandî ye.

Di roja me ya îro de li şûna dewleta netewe bi xwe ya nava wê vala yan jî hatiye valakirin, yekîtiyên wê yên herêmî û global û nexasim jî Neteweyên Yekbûyî, divê neteweyên demokratîk ên nû yên bi performansa bilind a xisletên xwe yên pirsgirêkan çareser dikin bêne avakirin. Divê ev yek bi tenê weke neteweya demokratîk a şûna dewleta netewe ya taybet bigire û wê veguherîne neyê dîtin. Ji bo rizgarbûna ji krîza kapîtala fînansê, ev rêya herî rast a polîtîk û exlaqî ye ku modelên herêmî û global di nava hev de pêşde dibe.

Nûçeyên Têkildar