Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Neteweyên Yekbûyî çima bêdeng e?

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dewleta tirk a dagirker xwestibû ku heta dawiya adara 2023’yan têkildarî qedexekirina hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re îzahekê bike. Lê Tirkiyeyê bersiv neda, NY bixwe jî bêdeng e.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, têkildarî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û qedexekirina hevdîtinan di dawiya 2022’yan de serî li Komîteya Mafê Mirovan a NY`yê dabû. Piştî serlêdanê komîteyê ji dewleta tirk xwestibû ku heta dawiya meha adarê ya 2023’yan têkildarî mijarê bersiv bide.

Dema hate diyarkirin doh bidawî bû, lê nayê zanîn ka dewleta tirk tu bersivek daye komîteyê yan na. Li aliyê din biryara tedbîrê ya komîteyê nehatiye pêkanîn û tecrîd didome.

Li gorî agahiyên ku parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal bi parve kiriye, heta niha Komîteya Mafê Mirovan a NY’yê tu agahî nade wan, lê ji bo agahî dayîna parêzeran jî, demeke ku hatiye diyarkirin nîn e.Newroz Uysal da zanîn ku eger dewleta tirk bersiv daye, komîte wê li ser wê bicive, nirxandina xwe bike û pişte agahî bide. Ev jî wê kengî çêbibe ne diyar e.

Komîteyê jî heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedane.

Bi tu awayî agahî ji Îmraliyê nayê girtin

Rêber Abdullah Ocalan ev 25 Sal in di bin tecrîdek giran de ye û zêdetirî 2 salan e jî destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Parêzeran herî dawiyê 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî bû. Ji wê rojê ve bi hincetên “Cezayên disîplînê” destûra parêzaran nayê dayîn. Hevdîtina malbatê jî herî dawî bi riya telefonê pêk hatibû. Piştî çalakî û nerazîbûnên zêde, dewleta tirk a dagirker neçar mabû ku destûra hevdîtina bi telefonê bike. Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 25’ê Adara 2021’an bi telefonê hevdîtin kiribû, lê ew jî di nîviyê de hatibû qutkirin.

Derbarê tecrîd û qedexeyê de parêzeran li Tirkiye û qada navnetewî serî li gelek sazî û dezgehên têkildar dabû. Yek ji van saziyan jî Komîteya Mafê Mirovan a NY bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar