Li Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan têkoşînê dimeşînin hene û yek ji van rêxistinan jî Pîrebokên Kampusê ne, li zanîngehan bi awayekî aktîf xebatan dimeşînin. Pirebokên Kampusê civakek serbixwe ya li dijî pirsgirêkên li zanîngehan rêxistineke hatiye avakirin e û her wiha di 28’ê sibata 2016’an de hat avakirin. Pîrebokên Kampusê ji roja hatine avakirin, li dijî kuştinên jinan, tacîz, tecawiz û her cureyê tundî û hemû newekheviyan diqîrin.
Yek ji pirsa herî zêde ji pîrebokan tê pirsîn ew e ku ‘çima pîrbokî’ ye. Xwendekara Beşa Dermankirina Fîzîkî ya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê Fatma Ardal diyar kir ku pir zêde bi pirsa ‘Çima Pîrebokî?’re tên rû hev û vê bersivê dide: “Di serdema navîn û beriya wê de jinên zana, der barê jiyan û teşeyên jiyana xwe de gotinên xwe digotin û têdikoşiyan. Ev jinên zana demek dirêj di serdema navîn de wek ‘pîrebok’ hatin şewitandin. Ev girêdayê destpêka kapîtalîzmê ye. Heta kapîtalîzmê ewil li dijî jinan şer da destpêkirin û xwe heyî kir. Kapîtalîzmê ji jinan xwestin ku serî bitewînin. Xwestin di hilberîna kedê de ji derveyê pêvajoyê bimînin. Dihat xwestin ku ger cih bigirin jî bila wek hêza kar a erzan cih bigirin. Jinên li dijî vê derketin di sahneyên dîrokê de cihê xwe girtin. Ji ber vê rastî îşkenceyên giran hatin û wek pîrebok hatin şewitandin. Bi gelek rêbazên din xwestin jinan bêdeng bikin. Em jî xwe dispêrên wan û bi gotina ‘em neviyên pîrebokên dîrokê şewitandine’ derketin rê. Em xebatên xwe li Tirkiyeyê li hemû zanîngehan rêxistin dikin.
‘Em li dijî tundiyê têdikoşin’
Ardal da zanîn ku ji roja hatine avakirin heta niha li dijî tundî û îstîsmarê têdikoşin û ev tişt anî ziman: “Li dijî mêjiyê dewleta ku dixwaze ji zarokan bûkan biafirînin, li dijî hemû newekheviyên li zanîngeh û jiyanê di navbera jin û mêran de em îtîraz dikin. Ji bo jinek din nemire em têdikoşin.”
‘Yên behsa ehlaqê dikin tecawizkaran diparêzin’
Di axaftina xwe de Ardal destnîşan kir ku wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî têkoşîna azadiya jinê her diçe bilind dibe û wiha domand: “Jin naxwazin serî li hemberî serdestiya mêr bitewînin û di bin sînorên wan de bijîn. Belkî jî cara yekem e wisa xurt û di piştevaniyeke enternasyonal de diqîrin. Yên behsa ehlaq, namûs û pîroziya malbatê dikin ji bo kujerên jinan jî ceza dadixin. Ev zihniyet zêdebûna tundî, tecawiz û kuştina jinan jî erê dike.”
‘Daxwaza me ya dersên zayenda civakî heye’
Ardal anî ziman ku li dijî zayendperestiyê, daxwaza wan a dersên ‘zayenda civakî’ heye û got ku newekheviya zayenda civakî rê li ber kuştinan vedike û ew di daxwazên xwe de bi israr in.
Pîrebokên kampusê di 8’ê Adarê de li qadan e
Her wiha Ardal diyar kir ku jin ne tenê li zanîngehan, li fabrîka, mal û kolanan têdikoşin û der barê 8’ê Adarê de jî ev tişt anî ziman: “Li hemû zanîngehên em rêxistinkirîne, wê panel û semîner pêk bên. Ev 8’ê Adarê ji bo me gelek girîng e. Greva femînîst a li Spanya, Swîsreyê dest pê kir, bi Las Tesîs berdewam kir û bandor li hemû jinên cîhanê kir. Em dixwazin vê bi 8’ê Adarê zêdetir bidin hîskirin. Bêguman wê îsal jî Meşa Şevê ya 8’ê Adarê asteng bikin. Wê bi copan tehdîd bikin, wê bêjin bêehlaq in an jî tiştekî din bêjin. Lê em ê tu car dest ji kolan û qadan bernedin.” STENBOL