PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

New York Times: Ji bo operasyona Bexdadî îstîxbarata herî baş kurdan da

Piştperdeya operasyona li dijî serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî ji hêla Rojnameya New York Times’ê ve hate vegotin. Di rojnameyê de tê gotin ku ji bo pêkanîna operasyona li dijî Bexdadî îstîxbarata herî bikêrhatî ji kurdên Rojava û Başûr hatiye girtin

Rojnameya New York Times, operasyona kuştina Lîderê (DAIŞ’ê) Ebûbekir El Bexdadî ku şeva borî bi qasî 5 kîlometreya dûrî sînorê Tirkiyeyê li gundê Barişa yê Îdlibê pêk hat, nivîsand. Di nûçeya ku bi agahiyên yekîneyên îstixbarata Amerîkayê hatiye amadekirin de tiştên ku beriya operasyonê pêk hatine cih digirin.

Li gorî nûçeya ku di BBC ya tirkî de cih digire, yekîneyên îstixbaratê, beriya aşkerakirina plana vekişandina ji Sûriyeyê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump, cihê Bexdadî tespît kirine û di nav amadekariyên operasyonê de bûne.

Girtina Bexdadî, ji aliyê Trump ku rayedarên îstixbaratê beriya bi mehan ew agahdar kirine ve jî weke pêşaniya herî girîng a li herêmê hatiye diyarkirin.

Lê daxuyaniya Trump  a ji bo vekişandina leşkerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê  ya beriya 3 hefteyan, planên operasyonê ku bi temamî hatibûn amadekirin, taloq kir. Li gorî rayedaran, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) beriya ku tora sîxur, firînên keşfê û hebûna leşkerî ya li herêmê hilweşe ketiye nav tevgerê, amadekariyên xwe lezandiye û di şevekê de operasyon pêk aniye.

‘Ne bi saya Trump hatiye kuştin’

Heman rayedaran ji NYT’ê re ragihandine ku Bexdadî ne bi saya Trump ligel Trump hatiye kuştin. Trump dema ku di 6’ê Cotmehê de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bi rêya telefonê axiviye û biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Sûriyeyê daye, nayê zanîn ku îstixbarata Bexdadî çiqas li ber çavan girtiye. Lê rastiyeke wiha jî heye; li gorî rayedarên leşkerî ku derbarê mijarê de xwedî agahî bûne, fermandarên li qadê bi biryara Trump re ji bo pêkhatina vê operasyona tevlîhev hê bêtir ketine bin tundiyê.

Ji Wezareta Parastinê, îstixbarat, artêş û têkoşîna bi terorê re 10 rayedarên amerîkî, pêvajoya operasyonê ku şeva şemiyê hat lidarxistin vegotin.

Di mehên havînê de piştî ku CIA ji nişkeve îstixbarat girt ku Bexdadî li gundekî Bakurê Rojavayê Sûriyeyê yê hevrikên DAIŞ’ê yê rêxistinên girêdayî El Qaîdeyê ye girtiye, dest bi plankirina operasyonê kiriye. Li gorî rayedarên amerîkî ev îstixbarat, di encama lêpirsîneke derbarê qasidekî DAIŞ’ê ku bi hevjîneke Bexdadî re hatiye girtin de hatiye bidestxistin.

‘Îstîxbarata herî bikêr ji kurdên Sûriye û Iraqê bû’

CIA, piştî vê îstixbaratê bi yekîneyên îstixbaratê yên kurdên Sûriye û Iraqê re dest bi xebatê kir. Bi armanca ku cihê Bexdadî tespît bike û qadên tevgera wî bi rêk û pêk diyar bike, sîxûran li herêma gotina mijarê bi cih bike, bi van yekîneyan re dest bi xebatê kir.  Li gorî ragihandinên rayedarên amerîkî, li gel biryara Trump a vekişandina ji Sûriyeyê jî hêzên kurd ji bo operasyona Bexdadî bi CIA’yê re xebitîne.

Heta rayedarekî şîroveyeke wiha kir: “Kurdên Sûriye û Iraqê ji hemû welatên din bêtir ji bo operasyonê îstixbarat kom kirin.”

Li gorî vegotina endezyarekî Sûriyeyê jî Bexdadî li gundê ku operasyonê lê pêk hatiye, li mala fermdarê rêxistina Hûrras el-Dîn a girêdayî El Qaîdeyê Ebu Muhammed Salama xwe veşartibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar