Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana laçikspiyan’ derket

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand’ derket

Hejmara 171’ê ya rojnameyê Newaya Jin bi manşeta ‘Berxwedana laçik spiyan qalikê faşîzmê şikand’ derket. Di hejmara nû de mijara sereke berxwedana dayikan a ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, bû.

Rojnamevan û nivîskar Denîz Bîlgîn, çanda dayiktiyê, berxwedana laçik spiyan ku veguherî tevgerekê û encamên polîtîk ên vê berxwedanê nirxand. Bîlgîn destnîşan dike ku çanda dayiktiyê li Kurdistanê rastiyê temsîl dike.

Çarçel Engîzek jî heman mijar nirxand û bi bîr xist ku zanistî, felsefe û nirxên mirovahiyê yên serdema heyî berî hezar salî ji aliyê dayikan ve hatine kifşkirin û da xuyakirin ku nezantî careke din li nava dewletê zindî bûye.

Munevver Azîzoglû balê dikişîne ser saziyên dewletê ku veguherîne mekanîzmayên tundiyê.

Der barê Zeynep Kinaci û Sema Yuce de ku ji sembolên Tevgera Jinên Kurd in, Zerya Gul şîrove-nivîsek amade kir. Di nivîsê de Kinaci û Yuce weke pêşengên şoreşa sedsala 21’ê hatin pênasekirin.

Sedem û encamên îstîsmarkirina zarokan li Tirkiyeyê û tundiya li wan tê kirin, ji aliyê aktîvîsta jinê Sara Aktaş ve hate nirxandin.

Rojda Yildirim dîrok û çanda civakî ya Sûdanê lêkolîn kir ku dema dawî bi serhildana gel kete rojeva cîhanê.

Dilar Dîrîk jî têkoşîna jinên Hindistanê lêkolîn kir û bi berfirehî vegot.

Rûhşan Bozan jî ku li Girtîgeha Gebzeyê ye der barê nêzîkatiya rêbazê ya jineolojiyê nivîseke lêkolînê amade kir.

Di rûpela jiyana civakî de jî nivîseke bîranînê bi sernavê “Hevdîtina li serketinê” ya Nûjiyan Zel hate weşandin.

Di rûpelên kurdî de gotarên; Bêrî Bihar bi sernavê “Çavkaniya wêjeya nivîskî wêjeya devkî”, Rûken Ehmet bi sernavê “Heqîqet, wekhevî û jiyana ku bi destê jinê tê honandin” û Roza Mêrdîn jî bi sernavê “Kesên temen biçûk çîrok mezin” ji rojnameyê re nivîsîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar