Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin bi manşeta ‘Dinya li aştiya xwe digere’ derket

Hejmara meha îlonê ya rojnameya jinê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Dinya li aştiya xwe digere’ hate weşandin

Hejmara meha îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Dinya li aştiya xwe digere’ derket. Di hejmara 174’an a rojnameyê de şer û polîtîkayên tundiyê yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê hatin bibîrxistin û îşaret bi berxwedana gel û jinan a li dijî van polîtîkayan hate kirin.

Rojnameyê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat re hevpeyvînek kir. Hozat bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê nirxên Tirkiyeyê hemû têk bir û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi têkoşîneke xurt a demokrasî û aştiyê heye.

Aştiya Rojhilata Navîn aştiya cîhanê ye

Di rojnameyê de her wiha beşek ji hevpeyvîna Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê ya bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di sala 1998’an de kiribû weşand. Ocalan di wê hevpeyvînê de gotibû, “Aştiya kurd – tirk cewhera aştiya Rojhilata Navîn e; aştiya Rojhilata Navîn jî aştiya hemû herêmê û tevahiya cîhanê ye.”

Rojnameger Hacer Altûnsoy jî dosyayeke lêkonînê ya derbarê tecrûbeyên hewldanên aştiyê yên jinan ên li dijî şer amade kir.

Nazan Ustundag jî pirtûka ‘Diyalogên avakirina jiyana azad’ ên ku ji nirxandin û nêrînên Ocalan pêk tên da nasîn.

Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan

Kampanyaya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji aliyê nivîskar Gonul Kaya û rojnameger Gulistan Çiya Îke ve hate şîrovekirin.

Ji nivîskarên nû yên Newaya Jin Gulistan Çiya Îke heman mijar ji rûpela kurdî re jî nirxand û bal kişand ser girîngiya rêxistiniya civakî û guhertinê.

Nivîskar Zerya Gul zanistiya jinê jineolojî nirxand. Nesrîn Navdar jî bal kişand ser şaredariya jinê, xwerêveberiyên herêmî û girîngiya meclisên demokratîk û şaredariyan ên di nava demokratîkbûna welatekî de destnîşan kir.

Di hejmara îlonê de gotara ‘Biyanîbûn’ a Çarçel Engîzek, dosya lêkolînê ya Dersim Denîz a der barê desteserkirina mafên jinan li Îranê û gotara Zeynep Mûrad a der barê têkoşîna dîrokî ya jinên Feylî hatin weşandin.

Di rûpela civakî-jiyanê de jî Melsa Mûş der barê Berçem Firat de nivîsa bîranînê weşand ku 22’yê Gulana 2015’an jiyana xwe ji dest dabû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar