Navenda Nûçeyan |
Rojnameya mehane Newaya Jin bi manşeta ‘Fitrata we dagirkerî, tecawiz û qetlîam e’ derket. Ji xeynî gelek gotarên derbarê meseleyê, rojnameyê cih daye nivîsên li ser Peymana Stenbolê, polîtîkayên şer û aştiyê, şopên berxwedana Kobanê û nivîsên li ser sînema, şano û biyografiyê.
Ronî Eylem bi êrîşa li ser Îpek Er re sedemên êrîşên li ser jinên kurd dinirxîne û diyar dike ku li ser axa ku mêtingeriyê ew dagir kiriye, qanûnên tecawizê li ser hikum e. Rojnameger Gulistan Îke jî bi kurdî li ser vê bûyerê sekiniye.
Endama Desteya Rêveber a Kovara Jineolojiyê Rûşen Seydaoglû jî rojeva li ser desteserkirinên mafên jinan şîrove kiriye. Seydaoglû diyar dike ku bi guherandina qanûnên dixwaze mafê jinan biparêze re êrîşên li ser jin û zarokên kurd ne tesaduf e û êrîşa li ser Îpek Er ne munferît e.
Çareserî rêya sêyemîn e
Ester Hergûşî bi Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed re li ser sedem û encamên şerê li Rojhilata Navîn hevpeyvînek kiriye. Ehmed diyar dike ku navenda vî şerî encama krîza pergala hegemon e û rêya sêyemîn formula çareseriya krîzê ye.
Elîf Kaya qala avakirina jiyana li Kobanê kir a ku çeteyan di 14’ê Îlona 2014’an de êrîşî bajêr kiribû. Kaya qala mînakên têkiliyên civakî yên di 6 salan de dike.
Zerya Gul jî bi teqîna li Beyrûdê ya di 4’ê Tebaxa 2020’an de qala polîtîkayên şer ên li cîhanê dike.
Dilzar Dîlok jî ji vegotina kitêban qala têkiliya jinan û şer dike. Dîlok diyar dike ku jin hene û di nav şerê azadiyê de ne.
‘Tê xwestin ku hikûmeta Başûr îstîfa bike’
Rojnameger Bêrîtan Zagros jî qala nerazîbûnên gel ên li dijî rêveberiya başûrê Kurdistanê dike û qala kitekitên tecrubeya xerab a rêveberiya 29 salan dike û diyar dike ku gel dixwaze hikûmeta Başûr îstîfa bike.
Nivîskara rojnameyê Nazan Ustundag jî balê dikişîne ser ‘girtina girtîgehan’ a ku li Amerîka û gelek cihan derdikeve pêş. Ustundag balê dikişîne ser dinyayeke bê polîs ku bi xweparastin û edalet wê çawa be û ji aliyê din ve jî balê dibe ser têkiliyên kapîtalîzm, nijadperestî û zayendperestiyê.
Nîlgun Yelpaze jî hin fîlmên li ser têkoşîna jinên Efro-Emerîkan dide nasandin.
Di rojnameyê de bi Koma Şanoyê ya Sarya Baran a li Qamişloyê hevpeyvînek hatiye kirin. Koma ku ji 4 kesan hatiye avakirin heta niha 4 lîstik lîstiye.
Di rojnameyê de nivîsên li ser Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Fîlîz Aslan (Leyla Agirî) a ku di Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Gulistan Aksoy (Hêvî Gabar) a ku di 26’ê Tîrmeha 2020’an de li Berlînê şehîd bûbû hate weşandin.
Di hejmara Îlonê de arkelog û antropolog Lîda Kayhko bi nivîsa ‘Vîrus û metodên berxwedana li dijî wê’, Roza Metîna bi nivîsa ‘Li paş deriyê zindanê pêşwazîkirina 1’ê Îlonê’ û portreya hunermenda ji Xorasanê Xangul Mosêrzda û çalakgera jîngehê a ji Kenyayê Phylîss Omîdo heye.