Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin bi manşeta ‘Jin dê bi rengekî azad bijîn’ derket

Rojnameya Newaya Jin ku sala 2005'an dest bi weşanê kir, hejmara xwe ya 200'î çap kir. Di vê hejmarê de îşaret bi polîtîkayên sîstema baviksalar ên qirkirina jin, civak û xwezayê hat kirin û têkoşîna jinan hat vegotin

Navenda Nûçeyan |

Hejmara 200’î ya rojnameya mehane Newaja Jin bi manşeta ‘Jin dê bi rengekî azad bijîn’ derket. Di hejmara meha mijdarê de îşaret bi polîtîkayên qirkirina jinan, xweza û civakê yên sîstema baviksalar hat kirin û cihekî berfireh ji têkoşîna jinan re hat veqetandin.

Di rojnameyê de Sekretera Giştî ya Meclisên Jinan a Platforma ‘Em ê Pêşî Li Kuştina Jinan Bigirin’ Fîdan Ataselîm komkujiya jinan a li Tirkiyeyê û sedemên tundiya li ser jinan nirxand. Fîdan Ataselîm destnîşan kir ku pêwendiya komkujiya jinan bi helwesta desthilatdariyê re heye û diyar kir ku 25’ê Mijdarê jin dê bi dirûşma ‘Jin dê bi rengekî azad bijîn’ li qadan bin.

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya diyar kir ku heta mafê azadiyê û hebûna jinan neyê misogerkirin nepêkan e ku bibe xwedî hevjiyana azad û wiha got: “Her şêweyê zordarî û tundiyê bi hişmendî û ruhê şoreşê yê jinan dikare ji holê bê rakirin.”

Munevver Azîzoglû jî mejiyê nijadperestiyê yê di polîtîkaya dijminatiya li jinan de nirxand.

Bêrîtan Zagros polîtîkaya serdestan a li dijî jinan a li başûrê Kurdistanê, Rojîn Hêja heman polîtîka ya li Rojhilat û Îranê û Roza Metîna jî ev polîtîka ya li Tirkiye û bakurê Kurdistanê nirxandin û qala asta têkoşîna jinan a li dijî vê polîtîkayê kirin.

Nivîseke din a li rojnameyê jî çîrokeke koçberiyê ye. Di çîroka Gulistan Bozdag de ku piştî rêwîtiyeke zehmet ji Tirkiyeyê xwe gihand Yewnanistanê, qala sedem û encamên ‘koçberiya bi neçarî’ ya ji ber şer û tundiyê hat kirin.

Ji nivîskarên rojnameyê Yûrdûsev Ozsokmenler polîtîkayên têkbirina hawirdorê ya bi destê mirovan nirxand.

Di hejmara nû de naverokeke din a balkêş ew e ku ji Beşa Lêkolîn û Karên Zayendî ya Zanîngeha Calabriayê Profesor Laura Corradi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser demokrasî, ekolojî û azadiya jinan nirxand.

Di kategoriya hunerê de jî cih ji analîza Bermal Çem re hat veqedandin. Bermal Çem diyar kir ku li qada çand û hunerê divê hunermend û rewşenbîr pêşengiyê ji berxwedanê re bikin.

Di rûpelên kurdî de jî dengbêj Xalîde rola dengbêjiyê ya di dîroka kurdan de vegot.

Li rûpela Jineolojiyê, endama Desteya Weşanê ya Kovavra Jineolojiyê Elîf Berk qala serpêhatiya weşanê ya kovarê kir.

Di hejmara meha mijdarê de Rojbîn Denîz çîroka Dayê Xunav nivîsî ku li Şengalê dimîne û ji êrîşên DAIŞ’ê rizgar bûye.

Di rûpelên portreyê yên bi kurdî û tirkî de qala çîroka jiyanê ya Kate Sheppard û Mary Wollstonecraft hat, kirin.

Di beşa bîranînê de jî Zîn Koçer li ser rêwîtiya gerîla nivîsî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar