Rojnameya Newaya Jin ku 4’ê Nîsana 2005’an li Ewropayê dest bi weşanê kir, 14 salên xwe yên weşanê dagirt û bû 15 salî
Rojnameya Newaya Jin a 4’ê Nîsana 2005’an bi dirûşma ‘Di jiyana we de rûpeleke nû’ û bi manşeta ‘Em ê rê nedin komkujiyan’ dest bi weşanê kir, ket 15 saliya xwe.
Di 14 salên xwe yên weşanê de rojnameyê giranî da rojeva xwendevanên xwe yên li Ewropayê û pêşketinên li Kurdistan û cîhanê ji nêz ve şopandin.
Rojnameya ku bi kurdî û tirkî weşan dike, di 14 salên xwe yên weşanê de 169 hejmar derxistin û cih da gelek lêkolîn, pirtûk, broşur û projeyan.
Newaya Jin ku bi hezaran xwendevanê wê hene û li ser malpera xwe ya înternetê jî tê şopandin, xwedî rojeveke zindî ya jinê ye.