Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin: Pêşî li ronesansa kurdan nikare bê girtin

Newaya Jin di hejmara xwe ya nû de giranî da ser mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya kurdan, siyaseta serdestan a ku vî mafî terorîze dike vegot û cih da mijarên; polîtîkaya dewleta tirk a li zindanan, qirkirina jinan û serpêhatiya sînemaya kurd

Hejmara meha sibatê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta ‘Pêşî li ronesansa kurdan nikare bê girtin’ hat weşandin. Di hejmara sibatê ya rojnameyê de rojevên Başûr û Îranê, polîtîkaya dewleta tirk a li ser zindanan, qirkirina jinan, xizankirina jinan, biyografiyên jinên berxwedêr û serpêhatiya sînemaya kurd hatin nirxandin.

Ji berdevkên Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re – Aştî li Kurdistanê’ Havîn Guneşer tecrîda li Îmraliyê ya 23 salan, biryara ‘Mafê Hêviyê’ yê Konseya Ewropayê, siyaseta hegemon, pozîsyona saziyên DMME, Konseya Ewropa û CPT û kampanyaya ‘Dem dema wê ye’ nirxand.

Ji nivîskarên rojnameyê Nîlufer Koç jî bal kiaşnd ser rola rêbertiya sedsala 21’ê ya Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku êrîşên navneteweyî ji ber vê rolê ye.

Rojnamevan û aktîvîstên ji Îtalya, Katalonya û Arjantînê li ser cihê Abdullah Ocalan di jiyana wan de ji Newaya Jin re axivîn û gotin ku Abdullah Ocalan ne tenê rêbereke, ew fikrekî ku azadiyê pêkan dike.

Hêja Zerya peyamên çalakiya Viyan Soran bi bîr xist ku li dijî tecrîd û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir.

Yek ji sernavên girîng ên rojevê, rewşa girtiyan li Girtîgehên Tirkiyeyê, di hejmara nû ya Newaya Jin de bi berfirehî hat nirxandin.

Rojnamevan Roza Metîna detayên li ser binpêkirina mafên girtiyên nexweş parve kir û wiha got: “Girtiyên nexweş wijdanê civakê ye.” Lewma jî banga xwedîderketina li wijdanê civakê kir.

Rojnamevan Nûrhak Gulbahar di nivîsa xwe de ya bi sernavê ‘Nakokiya dîrokî, sûcdarê demê’ balê dikişîne ser hevalbendiya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û kiryarên wê yên li dijî kurdan.

Rojîn Hêja jî detayên li ser rojeva Îran/rojhilatê Kurdistanê parve kir û polîtîkayên rojane yên rejîma mola ya bi serkêşiya Îbrahîm Reîsî yên li dijî jinan û civakê nirxand.

Stara Ezda jî ji bo bîranîna Ezda Serhildan (Zûhat Tûnçî) nivîsî ku 4’ê Mijdara 2019’an li herêma Til Temirê ya Rojava şehîd bû.

Di hejmara sibatê ya Newaya Jin de beşa duyemîn a çîroka Dayê Xunav hat weşandin ku ji aliyê Rojbîn Denîz ve hatiye amadekirin û beşa wê ya destpêkê di Mijdara 2021’ê de hat weşandin. Di gotarê de qala çîroka Dayê Xunav tê kirin ku ji fermana DAIŞ’ê rizgar bûye.

Di rûpela jineolojiyê de proje û karên Komîteya Herêmê ya Jineolojiyê ya Katalonyayê hat vegotin.

Di kategoriya çand û hunerê de Bêrî Dêrsimî rola sînemayê û pêvajoya pêşketinê ya sînemaya kurd nirxand.

Di rûpelên portreyê de jî biyografiyên Bîbî Xanima Esterabadî û parêzvana mafên mirovan a îranî (girtî) Nasrîn Sotoûdeh hat weşandin.

Hejmara nû ya Newaya Jin li ser vê malpera înternetê dikare bê peydakirin:

www.newayajin.net

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar