Hejmara 176’an a rojnameya mehane a jinan, Newaya Jin bi sernavê ‘Serîtewandin tüneye, têkoşîn berdewam e’ derket
Hejmara 176’an rojnameya mehane Newaya Jin ku ji salan 2005’an ve li Ewropayê weşanê dike, bi sernavê ‘Serîtewandin tüneye, têkoşîn berdewam e’ derket. Rojname di vê hejmara xwe de bi awayekî berfireh cih daye êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser rojavayê Kurdistanê.
Melek Onder a Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KDCP) bal kişandiye ser Tirkiyeyê ku li wir zagonên parastina jinan pêk nayê û jinê li hemberî tundiyê bêhêz dihêle û diyar kiriye ku niha gihiştiye asta ku êdî dê li dijî vê rewşê bêdeng nemînin û bi hev re tekoşînekê bimeşînin.
Ekîn Ege bal kişand ser rewşa jinên cîhanê. Rojnamevan Guler Yildiz jî cînsiyetparêziya li ser cîhana şîn a zarokan nivîsand.
Ruşen Celal bal kişand ser sûcên şer ên artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê ku li ser axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û bi awayekî ‘hemû cîhan deyndarê kurdan e’ nirxandine xwe kiriye.
Nivîskar Nazan Ustundag jî balê dikişîne ser mijara darizandinê, dadgehên gel û jinan di mekanîzmayên fermî de pêk werin.
Zerya Gul jî heman mijarê dinirxîne, di mehekê de tundiya li ser jinê ji hêla Xwişkên Mirabel ên Domînîk ve xistina rojevê, diyar dike ku faşîzm dixwaze li ser komkujiya jinan tiştên nû zêde bike.
Rojnameger Ronî Eylem jî li ser rastiya civakî ya ku operasyonê belav dike, analîzên derûnî û civaknasiyê disekine.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Hanim Oruncak destnîşan kir ku krîza pergalî ya di sedsala 21’an de, nasnameya jin a rejîmên baviksalarî, wê deriyê derketinê ku li ser ked û bedena xwe girtibû veke.
Hêlin Asi jî balê dikişîne ser bandora ku di salên dawî de hişmendiya jîngehê di warê polîtîk û aborî de zêde bûye.
Her wiha ji bilî van hemû sernivîsan, di hejmara mijdarê de, Jînenîgariya Bese Anuş ku yek ji navên sembola Tevgera Azadiya Kurd e ya ji hêla Ronahî Pazarcik ve hat amadekirin, Portreya Bell Hooks, xwişkên Mirabel, Nirxandinên Roza Metîna yên li ser wêjeyê, suneta jinê û nivîsa Evîn Faraşîn a bi navê ‘Kelecana çalakiya yekemîn’ cihê xwe girtin.