Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Newoza Serkeftinê pîroz be

Li seranserê bakurê Kurdistanê gelê kurd daket qadan û agirê Newrozê gûr kirin. Li qadan gelê kurd azadiya Ocalan qîriya

Bi sedhezaran kurd li bajarên Kudistan û Tirkiyeyê daketin qadan, agirê Newrozê gûr kirin û newoz pîroz kirin. Di serî de Wan, Êlih, Riha, Mêrdîn, Xarpet, Çewlik, Bazîd, Tetwan, Silopî, Colemêrg, Dîlok, Semsûr, Gurgum, navçeyên Amedê û Meletî gelê kurd ligel hewaya sar daketin qadan. Newroza ku bi şiyara “Dem dema serkeftinê ye” hat li darxistin daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.

Pîrozbahiya Newroza Wanê ku bi sedhezaran kes tev li bûye, bi coşeke mezin berdewam e. Li qada Newrozê bênavber dirûşm tên berzkirin û xelkê Wanê li dora agirê Newrozê mil dan milê hev. Tekane daxwaza li qada Newrozê derketiye pêş jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Tevî barîna berfê û sermayê jî îro bi sedhezaran kes herikî qada Newrozê ya Wanê. Pîrozbahî bi coşeke mezin û bi axaftinên siyasetmedaran berdewam kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de axivîn.

Tayîp Temel diyar kir ku dê desthilatdariya heyî sala 2023’yan nebîne û wiha got: “Pirsgirêk tenê desthilatdarî nîne. Hêzên alternatîf jî di vê polîtîkaya înkarê ya dewletê de ne bi israr in. Dixwazin kurdan bixapînin lê kurd bi van hewldanan naxapin. Yek ji pirsgirêkên me yên din jî yekitiya neteweyî ye. Lê hinek hêzên kurdistanî hene ku van êrişên AKP’ê rewşa nîşan didin. Heta ku yekitiya neteweyî neyê avakirin, ne Hewlêr û ne jî cihekî din dikare xwe li ser pêyan bigire. Heta ku kurd li Bakur, Rojhilat û Rojava jî statûyê bi dest nexin, dê ev pirsgirêk çareser nebe. Ev Newroz, Newroza bidestxistina statûyê ye. Gelê kurd tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nake û Ocalan weke rêberê xwe yê muzakereyan dibîne. Heta tecrîd bi dawî nebe, tu pirsgirêkek li Tirkiyeyê çareser nabin. Em ê teqez tecrîdê têk bibin.”

Dê ev pergal bixrûxe

Piştre jî Sezaî Temellî derket ser dikê û axivî. Temellî, da zanîn ku Newroz serhildana li hemberî tarîtiyê ye û wiha domand: “Gelê kurd, li dijî zilma li ser vê erdnîgariyê tê kirin li ber xwe didin. Her ku em li ber xwe didin dê ev faşîzm û tarîtiye jî têk biçe. Em ê vê faşîzmê têk bibin û azad bibin. Ev pergal wiha nadome û dê birûxe.” Temellî, da zanîn ku navnîşana çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê, Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, aştî nayê Rojhilata Navîn. Li cihên şer lê diqewime, hewcehî bi muzakereyan hene. Li vir jî tenê muxatabek heye ku ew jî birêz Ocalan e. Lê vê qebûl nakin û tecrîdê bêhtir giran dikin. Em ê vê faşîzmê têk bibin û maseya hevdîtinan ava bikin.”

Piştî axaftinan jî Koma Lawje derket ser dikê û girseyê li ber stranên wan xelekên govendê gerandin. Pîrozbahî bi govend, tililî û dirûşman bi dawî bû.

Êlihî bi rengên xwe li qadan bû

ÊLIH: Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê li qada kêleka otogarê ya li taxa Pazaryerî hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi coşek mezin dest pê kir. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji gundan, naçveyan û navenda bajêr berê xwe dan qada Newrozê. Bi hezaran welatî bi cilên xwe yên netewî tevli pîrozbahiyê bûne. Welatî bênavber dirûşman berz dikin. Welatî ji du milan ve herikîn qadê.

Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi deh hezaran kes li qadê kom bûn. Welatiyan dovîzên bi nivîsên “Denîz Poyraz rûmeta me ye”, “Dem dema azadiyê ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ne” û “Edî bes e dem dema azadiyê ye” hildan. Welatiyên ku xwe bi rengên flamayên kesk, sor û zer xemilandine li ber stranên ji dika pîrozbahiyê bilind dibin govendê gerandin. Girse bênavber dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyana nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ciwanan wek her sal dîsa ciwanek danîn ser betaniyê û hilavêtin jorê.

MÊRDÎN: Li navçeya Dêrikê, di saetên serê sibehê de welatî bi kincên xwe yên herêmî herikîn qada Newrozê û qadên kincên xwe yên herêmî û rengên kesk, sor û zer xemilandin. Bi ketina qadê re welatiyan dest bi gerandina goevendê kir. Ji qadê timik dûrişmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Ebrû Gunay, Parlamentera HDP’ê ya berê Çağlar Demîrel, Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, endam û rêveberên HDP û BDP’ê yên Mêrdîn û navçeyê û bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn. Destpêkê Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agapoglû piştre jî Çaglar Demîrel gel silav kirin. Piştî van axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin girseyê bi yekdengî dûrişmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û li dora agirê Newrozê govend gerandin.

Li navçeya Stewrê Newroz li gundê Ewêna yê navçeyê hat pîrozkirin. Beriya saeta pîrozkirina Newrozê bi hezaran kes hatin gund û bi stranên “Li Mêrdîn Bagoke” û “Bêrîtan” cihê xwe li qada Newrozê girtin. Girse piştî ku li qada Newrozê li hev kom bû dûrişmeyên “Biji Serok Apo” , “Be Serok jiyan na be” , “Newroz pîroz be” berz kir û govend gerand. Bi rêzgirtinê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbaiyê de destpêkê Hevşaredara Strewrê Gulistan Oncu ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin axivî û got ku Newroz nikare bê qedexekirin.

MELETÎ: Newroza Meletiyê ku bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkuyê hat pîrozkirin. Meletî, di saetên serê sibehê de bi kincên xwe yên herêmî berê xwe dan qadan Newrozê. Beriya ku welatî bên polîsan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatiyan di nuqteyê lêgerînê de derbas kirin û wisa berdan qadê. Qada Newrozê bi flamayen reng rengî hat xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be” û “Kemal Kurkut nemir e” li qadê hatin daleqandin. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê dest pê kir. Li ser dikê jî wêneyên Denîz Poyraz û Kemal Kurkut di nav qûrnefîlan de hate bicîhkirin. Her wiha girseyî gelek caran “Newroz pîroz be”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbajî ji bo bîranîna Kemal Kurkut bi rêzgirtinê dest pê kir. Di rêzgirtinê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berz kirin.

SEMSÛR: Ji bo Newroza îsal ku bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” hat pîrozkirin, li Semsûrê bi hezaran kes li Qada Newrozê ya li taxa Mîmar Sînan hatin ba hev. Rêyên ber bi Qada Newrozê ve diçûn ji hatin û çûna wesayîtan hatibûn girtin û welatî hêj di saetên zû yên serê sibehê de ber bi qadê ve çûn. Li qada Newrozê pankarta ku wêneyê Kemal Kurkut li ser û bi nivîsa “Kawayê Hemdem Kemal Kurt nemir e” hatibû daliqandin. Polîsên ku di ketina qadê de noqteya kontrolê danîbûn, bi hinceta ku peyva “Kawayê Hemdem” re qala Mazlum Dogan tê kirin, gotin ku dê destûrê nedin ev pankart bikeve hundir. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyî pankart xist qadê û hilayîst. Welatiyên ku bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê hatibûn qadê, xelekên govendê gerandin. Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kesan cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kiribûn û beşdarî pîrozbahiyê bûn.

GURGUM: Ji bo pîrozbahiya Newrozê, li Taxa Cumhuriyet a navçeya Elbistan a Mereşê jî bi sedan kes hatin ba hev. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Zeynel Ozen, hevserokên bajêr û navçeyan ên HDP’ê û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî dorpêça polîsan jî, hêj di saetên serê sibehê de qada pîrozbahiyê bi alên HDP’ê hate xemilandin. Polîsan, bi hinceta ku li ser pankarta “Dem dema serkeftinê ye” wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, nehiştin ku were daliqandin.

 ÇEWLIK: Li Çewlikê navnîşana Newrozê Kolana Nexweşxaneyê bû. Rexmî hewa sar jî bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê û Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Beşdarên Newrozê timik dûrişmeya “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Gelek jin bi kincên herêmî tevlî pîrozbahî bûn û reng dan qada Newrozê. Demeke dirêj li qada Newrozê govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmettûlah Erdogmûş axivî û qala dîroka Newrozê kir û got ku di çanda kurdî cihê Newrozê girîng e.

Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin. Dayika Aştiyê Hakîfe Serînyel û HDP’iyan agirê Newrozê pêxist. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin gireya Newrozê bi yekdengî dûrşmeya “Bijî serok Apo” bilind bû. Piştî agirê Newrozê hunermend Nûrcan Degîrmencî derket ser dikê û stran gotin. Girseya Newrozê li ber stranên Degîrmencî govend gerand. Ji ber ku qada Newrozê teng ma gelek ciwan derketin ser diwaran û bûn hevparê çoşa Newrozê.

Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî

RIHA: Di saetên serê sibehê de gelê Rihayê ji bo Newrozê ku bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin berê xwe xwe da qada Newrozê ya li kêleka Stada 11’ê Nîsanê. Kesên ketin qadê flamayên HDP’ê û wêneyên Emîne Şenyaşar ku di roja 377’an de Nobeda xwe ya Edaletê didomîne hilgirtin. Bi deh hezaran kesên ku bi kincên xwe yên herêmê tevlî pîrozbahî reng dan Newrozê û govend gerandin. Li qada Newrozê ku qet çoş ji kêm nebû dûrişmeyên mîna “Bijî Serok Apo” , “Şehit namirin” , “Em ê bi berxwedanê qezenç bikin” bilind bûn. Ciwanên ku tevlî pîrozbahiyê bûn jî bi yekdengî sirûda “Çerxa şorê” xwendin.

Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê

COLEMÊRG: Li Colemêrga ku li qûntarê Çiyayê Sumbul hatiye avakirin û yek ji keleha berxwedana kurdan e bi dirûşemeya “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Welatî tevî hewayê sar jî berê xwe dane Newroza ku li Otogara 5 kîlometreyan ji navenda bajar dûr e tê pîrozkirin. Li qada ku pîrozbahî lê tê kirin bi alên HDP’ê hatine xemilandin û pankartên “HDP gel e nikare were bêdengkirin” , “Semra Guzel vîna gel e” , “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, ji girtiyên nexweş re azadî” , “Em jin in, ciwan in, karker in” , “Niha dema ciwanan e” û “Em xwe diparêzin” hatin daliqandin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji Newroza Colemêrgê re peyam şand wiha got: “Gelê kurd tu deman bêçare û bêçareserî nema ye. Çareya me jî çareseriya me jî hêz û berxwedana gelê me bi xwe ye.”

Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe

SILOPÎ: Di pîrozbahiya Newroza Silopiyayê de ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat lidarxistin, bi deh hezaran kes herikî qadan û bi rengên xwe qad xemilandin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî girseyê bi hev re dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Hêj di saetên zû yên serê sibehê de xelkê Silopiyayê bi coşeke mezin ber bi qada Newrozê ve herikî. Qada Newrozê ewqas tije bûbû ku gelek kes neçar man ku li derveyî qadê Newrozê pîroz bikin. Li ketina qada Newrozê du noqteyên kontrolê hatibûn danîn û welatî piştî lêgerînên li van noqteyan ketin qadê. Di pîrozbahiyê de dahol û zirne hatin lêxistin û girseyê xelekên govendê gerandin.

BEDLÎS: Newroz li Bedlîsê jî li qada Fûarê ya Tetwanê hat pîrozkirin. Tevî dorpêça zêde ya polîsan jî bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir. Îbrahîm Baran ê li ser navê Komîteya Amedekar axivî, qala dîroka Newrozê kir û xwest Newroz bibe wesîleya aştiyê.

Bûye daxwaza azadî û demokrasiyê

BAZÎD: Ji saetên serê sibê ve gelek kes tevlî Newroza Bazîdê ya li rex otoparka vekirî ya avahiya şaredariyê hat pîrozkirin bûn. Bazidiyan tevî berf û hewayê sar jî qad dagirtin. Pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz Pîroz Be” hatin daliqandin. Ji gundan bi hezaran welatî hatin Newrozê.  Piştî pîrozbahiyê dest pê kir Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan wiha got: “Newroza 2022’yan ji bo azadî û demokrasiyan bûye beyana vînê.”

DÎLOK: Newroza Dîlokê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî herikîn qada Newrozê ku bi flamayên HDP’ê hatibû xemilandin. Li qada Newrozê pankarta “Ciwan bi ruhê 68’an li her deverê ye” hatibû daliqandin. Ciwan derketin ser daran û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Bi dirûşmên ciwanan re coşa girseyê jî zêdetir bû.

XARPÊT: Li bajarê Xarpêtê walîtiyê destûr neda pîrozbahiya Newrozê. Li ser vê yekê welatî li ber avahiya HDP’ê kom bûn û demek dirêj govend gerandin. Rêveberên HDP’ê li ber avahiya xwe daxuyanî dan û gelek welatî tevli bûn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayên Hemdem agirê Newrozê venemirî” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Hevserokê HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim bertek nîşanî qedexekirina pîrozbahiya Newrozê da û got: “Çawa ku Kawayan li dijî zilmkaran li ber xwe de em ê jî li ber xwe bidin. Em qedexeya walîtiyê nas nakin û em ê li dijî qedexeyan têkoşîna xwe bidomînin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar