Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Newroz; Agirê azadiyê ye

Mehmet Alî Ertaş

Newroz agir e. Agir azadî ye. Ev jî tê vê wateyê ku Newroz azadî ye. Agir ronahî û jiyan e. Agirê hebûn û azadiyê ye. Agirê xwenaskirin û xweparastinê ye. Newroz destpêka jiyanek nû ye. Newroz zayinek azad e. Rizgariya ji koletiyê ye. Destpêk e. Derbasî nûbûn û serdemekê ye. Newroz pêngava azadiyê ye. Niha kurd û dostên kurdan pênava azadiyê dane destpêkirin. Dê bi agirê Newrozê vê pêngavê bêtir gur û geş bikin. Dê vê pêngavê bi agirê Newrozê xweş bikin û tecrîda bûye wekî kevir bişewitînin û dîlê azadiyê rizgar û azad bikin.

Du aliyên agir hene. Aliyekî agir tune dike, aliyekî din ê agir jî ava dike û geş dike. Ji koletiyê û bindestiyê rizgar dike û azad dike. Me got Newroz agir e. Agir jî azadî ye. Niha em dibêjin Dema Azadî û Serkeftinê ye. Em îsal wateya avakirin, azadî û serkeftinê li Agirê Newrozê bar dikin. Em ê bi vî agirê Newrozê hem pêşiya xwe ronî bikin, hem jî zilm û zordariya serdestan bişewitînin.

Eger em aliyên xwe yên hişk, aliyên xwe yên paşverû bi agirê Newrozê bişewitînin, em ê xwe ji nûve ava bikin. Em ê xwe azad bikin. Divê em bi agirê Newrozê tirsa serê xwe bişewitînin. Divê em bi agirê Newrozê meşiyê xwe ronî bikin. Divê em bi agirê Newrozê qereqolên ku di meşiyên me de hatine avakirin hilweşînin. Em çiqas bi agirê Newrozê mejiyê xwe ronî bikin, em ê ew qas karibin bêtir xwe azad bikin. Em çiqas karibin xwe azad bikin, emê karibin ew qas jî bi ser bikevin. Wê demê em dakirin bibêjin Newroza azadî û serkeftinê ye. Kengî me Newroz kir agirê azadiyê û agir azadiyê di mejiyê xwe de geş kir, wê demê wekî kesên azad, bêtir ji bo azadiya mafên xwe têbikoşin. Em ê karibin zûtir Rêberê xwe û hemû dîlên azadiyê rizgar bikin.

Agir ronî dike û bi wate dike. Hişmendiya hişk, ku bûye wekî kevir, dişewitîne û derbasî enerjiyê dike. Maddeyê ku dişewite û derbasî enerjiyê dibe azad dibe. Wekî hebûnek di qefesê de asê mabe û tevgera wê-î hatibe bi sînorkirin, bi pêtên agir ji wê asêbûnê rizgar dibe û azad dibe. Ji ber vê yekê em dibêjin Newroz Agir e. Agir azadî ye. Em di dîrokê de rastî gelek mînakên vê yekê şên şênber tên.

Di dîrokê de Mazlum Dogan, Zekîye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce û gelek şehîdên azadiyê ev rastîya “Newroz Agir e, Agir Azadî ye” nîşanî me dan. Bedena xwe, li dijî zilma ku ew xistibûn qefesa hesinî kirin agir û azad bûn. Bedena xwe kirin agir. Agir jî kirin Newroz. Dibe ku bedena wan tune bûbe. Lê bedena wan derbasî agir bû. Agir bû Newroz. Bedena wan wekî madde tune bû. Lê bi agir bû enerjî. Xwe bi vê enerjiyê ji qefesên hesinî azad kirin. Ji xwe Roja me jî dibêje “Azadî; ew maddeya ku derbasî enerjiyê bûye ye.”  Mazlum Dogan û Sema Yuce bi agirên Newrozê bedena xwe kirin agirê azadiyê. Bedena xwe bi agir kirin enerjî û azad bûn.

Çawa ku maddeyek dikeve nava tevgerê bi xwe re hêz û enerjiyekê ava dike, ev enerjî bi xwe re germahî û ronahiyekê jî pêş dixe. Mirov û civakek ku armanca wî wê hebe, dikeve nava liv û tevgerê. Kesên ku dikevin nava liv û tevgerê bi xwe re germahî û ronahiyekê ava dikin. Ev tevger çiqas bil ez bibe, germahî û ronahî jî ew qas zêde dibe. Dema tevger û lebat germ dibe û dibe agir, wê demê ew ruh- ji madde derbasî enerjiyê dibe û êdî serbest e. Azad e.

Di olê Zerdeştiyê de jî agir pîroz e. Agir di baweriya Zerdeştiyê de wekî ruhê Ahura Mazda tê qebûlkirin. Di bawerî, mitoloji û zanistan de enerjî bi ronahî, agir û germahiyê tê pênaskirin. Têgehên ruh, enerjî û tîn, wekî têgeh xwedî wateyên wekhev in.

Ji xwe daxwaza ku beden-madde bibe agir û ronahî armanca azadiya ruh e. Ev gotin di mîtolojiya Misir, Yewmen û Aztekan, di felsefeya Mithra, Terzi Hermes,  Zerduşt û Sokratesan de jî agir û enerjî wekî daxwaza lêgerîna azadiyê ye.

Ji ber vê yekê Newroz tevger e. Newroz guherîn û veguherîn e. Ev guherîn, veguherîn û tevger bi xwe re germahî, ronahiyê ava dike. Ev ronahî û germahî dibe agirê Azadiyê. Ji ber ku agir enerjî ye. Enerjî lêgerîna ruh a azadiyê ye. Lêgerîna ruh a xwe naskirin û rizgarkirina ji madde-koletiyê ye. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin Newroz Agirê Azadiyê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar