Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Newroz destana serhildana Kawayê Hesinkar e

Beriya zayinê di sala 612’an de, li welatê dapîr û bapîrên kurdan Keyekî Asûrî yê zordar û zilimkar hebûye. Navê wî Dehaq bûye. Wî li welatê kurdan gund û bajar wêran kirine. Zindanên wî tim bi girtiyan dagirtî bûne û celadên wî ji birîna serê mirovan têr nebûne.

Dehaq bi awayekî bixwe bawer tim rûdinişt zêr, zîv, kevirên giranbuha, morîk û mircanên xezîna xwe dijmart. Bi hespê xwe yê rewan û esîl serbilind bû. Tu kes jixwe mezintir û di ser xwe re nedidît, kuştin û wêrankirin, ji karê wî yê rojane bûn. Dixwest hemû deveran bigire bin serweriya xwe û talan bike.

Şevekê Dehaq xewneke xirab dît û nîvê şevê ji ber êşeke dijwar ji xewê şiyar bû. Gazî zana û bijişkên qesrê kir û ji wan re got: “Ji ber vê êşa dijwar xew nakeve çavê min. Zû ji min re dermanekî peyda bikin an na, ez ê serê we hemûyan jêkim.”

Hekîm û bijîşkên qesrê li laşê Dehaq mêze kirin, çavên wan bi du birînên li ser milên wî ketin. Tev bi hev re matmayî mabûn. Ji ber ku heta wê rojê ne birîneke bi wî rengî dîtibûn, ne jî êşeke wisa bihîstibûn.

Lê Dehaq ji ber êşa laşê xwe bi ser wan de dikir qêrîn. “Hûn çi bêçare li ser min rawestiyane? Zû dermanekî ji min re peyda bikin! Ez peritîm! Ez şewitîm! Hûn bijîşk û hekîmên herî baş û şarezan in. Ma hûn ji vê êşa dijwar re derman peyda nekin wê kî peyda bike?” Hekîmekî ji wan  got: “Heta niha min birîneke wiha ne dîtiye û ne jî bînaya. Dibe ku mêjiyê teze dikaribe bibe dermanê van birînan.”

Ev gotin ji Dehaq re bû hincet ku mêjiyê keç û xortên nûhatî bike derman û bide ser birînên xwe. Wî ferman da ku her roj mêjiyên du keç û xortên ciwan bînin bikin melhema ser birînên wî, ku bibûn wekî du marên devê wan vekirî.

Bi vî awayî rojê bi mêjiyê du keç û xortên nûhatî kulên ser milên Dehaq dihatin dermankirin. Lê gelek kesan ji bo ku zarokên xwe ji destê Dehaq rizgar bikin, ew dişandin çiya. Her roja derbas dibû, çiya bi mirovên ku ji ber zilma Dehaq direviyan tije dibû. Jiyan di şikaftan de berdewam bû. Demeke dirêj derbas bû, lê belê birînên ser milên Dehaq bi hev ve nekeliyan, her roja ku derbas dibû, birînên ser milê Dehaq xerabtir dibûn.

Agir ji devê Dehaq dibariya. Tirs ketibû dilê hemû kesan, bi taybetî dilê dê û bavan. Ji tirsa ku, wê kengê dor were zarokên wan, xew nediket çavên dayik û bavan. Tu hêza ku pêşî li vê zilm û zordariya Dehaq bigirta tunebû. Kawa kurdekî hesinkar bû. Zarokên wî jî ji birînên ser milên Dehaq re bibûn qurban. Kawa, ji bo ku zarokê wî yê dawî jî nebe qurban, heval û hogirên xwe yên pêbawer kom kirin û ji wan re zilma Dehaq vegot.

Plana xwe ya kuştina Dehaq bi wan re parve kir, hemû kesan fikir û planên Kawa maqûl dîtin, fikrên wî qebûl kirin û li benda wî man. Kawa gotibû “dema ku ez Dehaq bikujim, ez ê derkevim ser banê qesra wî û agir pêxim. Dema ku we agir dît, bizanibin ku min Dehaq kuştiye”.

Kawa bi awayekî veşarî ji heval û hogirên xwe re dest bi çêkirina çekan kiribû û li wan belav dikir. Gava ku leşkerên Dehaq hatin ku kurê Kawa yê dawî jî bibin, Kawa ji leşkeran re got: “Hûn herin, ez ê bi destê xwe kurê xwe bînim û bikim qurban.”

Gava ku leşkeran ev xeber gihandin Dehaq, kêfa wî hat, şa bû û çavên wî man li rêya Kawa.

Kawa çakûçê xwe girt destê xwe, bi destê kurê xwe girt û berê xwe da qesra Dehaq. Gava gihîşt ber derî, leşkeran ji wî re derî vekirin. Kawa rast berê xwe da textê ku Dehaq lê rûniştî bû. Dehaq ji Kawa re got: “Tu qehremanekî bêhempa yî. Tu nîşana fedakariyê yî.”

Kawa piştî gotinên Dehaq bêtir nêzî wî bû, bi çengê kurê xwe girt û li ber lingên Dehaq dirêj kir, çakûçê xwe bilind kir, lê li şûna ku çakûç li serê kurê xwe bixe, bi hemû hêza xwe li serê Dehaq xist. Taca serê Dehaq gindirî. Piraniya leşker û xizmetkarên wî, dema ku dîtin Dehaq bi rastî jî mir, kêfa wan hat û yên mayî jî ji desthilanînê ketin û teslîm bûn.

Kawa bi destê kurê xwe girt û hilkişiya ser banê qesrê, agirekî gur li wir dada. Gava gelê li çiyê agir dît, fêm kir ku plana Kawa çûye serî, Dehaq hatiye kuştin û dawiya zilm û zordariyê hatiye. Gelê ku li benda dîtina agirê nîşana azadiyê bû jî, li serê çiya agirê azadiyê pêxist.

Belê, wê êvarê ne tenê li çiyayan, li çar aliyê welêt agir hat dadan, gel ji deverên asê daket û bi meşaleyan berê xwe da gund û bajarên xwe. Li her aliyên welat jiyaneke nû û azad dest pê kir. Roja din gel xemla xwe girêda û kom bi kom li seyrangehan civiya, kêf û şahî lidar xist.

Ew roj, roja 21’ê Adarê bû. Ji wê rojê û vir ve, 2635 sal in ku roja 21’ê Adarê weke Newroz, ango weke cejna yekîtî, berxwedan, vejîn û azadiyê tê pîrozkirin. Belê, demsal dîsa bihar, meh dîsa meha adarê ye, Dehaqên vê demê dîsa li ser kar in. Lê, vê carê kurd pêkanîn û serpêhatiyên ku di herikîna dîrokê de weke çarenûseke reş li ser wan hatibû ferzkirin, wê bi tecrûbeyên têkoşîna xwe ya bi dehan salan berovajî bikin.

Dê 21’ê Adara 2023 yan li gorî wateya wê bikin roja serhildan, berxwedan û vejînê û bibêjin:”Ey cîhana ker û kor! Ey cîhana (qaşo hemdem). Em neviyên Şêx Seîdê Kal, Seyîd Riza û Qazî Mihemed in. Me xewn û xeyalên wan pêk anîn û ew fedîkar dernexistin.

Em ê bi çanda têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan, Zîlan, Bêrîvan û Bêrîtanan, Arîn û Awestayan li ser axa dapîr û bapîrên xwe ji bo çand, ziman, nasnameya azad û jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe ya rûmeta mirovahiyê bi israr û biryardarî bimeşînin.

Ev Adar û Newroza 2023 yan ji bo gelê kurd û azadiya Rêberê gelê kurd gelek girîng in. Ji ber vê jî, divê gelê kurd, ji heft heta heftê salî biherike qadên Newrozan, daxwazên xwe yên herî rewa û bingehîn ên aştî, azadî, wekhevî, xuşk û biratiya gelan û jiyaneke bi rûmet, bi dengekî bilind biqîre û dengê xwe bigihîne çar aliyên cîhanê û bêje: “Heta ku zilma  Dehaqan hebe, wê têkoşîna Kawayên Hemdem her berdewam be.”

Bi hêviya pîrozkirina Newrozên azad, bi bîr û baweriya siberojên ronî û jiyaneke bi rûmet,  Newroza 2023’yan li gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên aştîxwaz û azadîparêz pîroz be…

Nûçeyên Têkildar