Di gelek doktrînên weke dîn, bawerî û îdeolojiyê de, mirov/civak karekterê xwe ji siriştê werdigirin û herdu bi hev re di nav ahengekê de ne. Di sedsala 20’emîn de bi pêşketina rengvedana fikra li dor pozîtîvîzmê, gelek bawerî, efsane û mîtan, xwe li ber bayê zemên negirtin, lewre jî winda bûn an hatin guhertin. Di bêjinga zemanê tanzîmkirî de, kêm tiştan xwe li ber wî bayî wergirt.
Rabirdû tenê nosyoneke aîdî heyamên derbasbûyî nîn e. Rabirdû, wekî embarekê di avakirina dahatûyê de dînamîzma herî karîger di nav xwe de dihewîne. Loma jî rehê dahatûyê di demên borî de ye, lê rehenda wê ji wir wêdetir e.
Newroz, efsaneyek e yan cejnek e? Xwe dispêre rastiyeke tarîxî yan fîksiyonek e? Kevneşopiyeke îcadkirî ye yan mîtîko-rîtûelek e? Ji bo îdeolojiyan wek hêlîn û stargehekê ye, yan ji îdeolojiyan wêdetir e? Yan li dijî zilm û serdestiyê, reaksiyoneke qedîm a sirişta mirovan e? Yek bi yek, bersiveke maqûl dikare ji van pirsan re bê dîtin.
Kawa û Dehaq. Du arketîp. Yek serdestî û zilmê, yê din bindestî û berxwedanê temsîl dike. Li gorî efsaneya arî, Dehaq wekî serdestên îro, hebûna xwe wek sembolîk li ser kuştina bindestan ava kiriye. Lê li dijî wî Kawa, nîşaneya berxwedan û serfiraziyê ye. Ev pêwendiya wan, karekter biguherin jî dem, serdem veguherin jî, îro bi awayekî zindî, di têkiliya serdestî-bindestiyê de hê jî dewam dike, hê jî zindî ye.
Newroz, her çend wek rîtûel, aîdî serdemên borî be jî, îro di têkoşîna rizgariya neteweyî de roleke karîger dilîze. Ji ber ku serdestî-bindestî wek mêjûyî, îro jî dewam dike. Loma jî, Newroz ji aliyê netew, dewlet û gelên bindest ve çawa bê fehmkirin jî, ji bo kurdan wek “tarîxeke zindî” û wek “rabirdûyeke candar” e. An ku Newroz, ji bo kurdan teqabulî “dema niha” dike. Ji dubendiya rabirdû û dahatûyê wêdetir, dema zindî, rewşa heyî temsîl dike.
Hatina biharê, vejîna siriştê ye. Bi hatina biharê re, tenê zor û zehmetiya zivistanê naqede, tengahî û astengiyên civakî jî hêdî hêdî vedihelin. Bihar, coş û ahenga vejînê ya sirişt û mirovan/civakan e. Loma bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Ev têkiliya sirişt û civakê, bi hezaran sal e wekî normeke sirişta şaristaniyê xwe dubare kiriye û heta îro jî hatiye. Bi hatina biharê re dilopên vejînê di ser civakan de dibarin. Ew dilopa vejînê ya biharê, Newroz e.
Newroz, cejn û rîtûleke hezaran salan e, lê 40 salên dawî, teqabulî karekterekî nû yê Newrozê dike. Newroz wek cejneke vejînê, di çêbûn, belavbûn û nûbûna berxwedana li dijî serdestiyê de, wateyeke nû li xwe bar kiriye. Ev wate ji bo gelê kurd, rastiya vejînê di nav xwe de dihewîne.
Ji Mazlûman heta Zulkufan, ji Zîlanan heta Leylayan, ew tarîxa zindî, ew rabirdûya candar, li gel wateya xwe ya dîrokî, teqabulî rastiyeke aktûel dike. Loma, Newroz ji bo kurdan tarîxeke zindî ye, dijî û vedijî.
Di her Newrozê de “bablîsokên zer” asîmanên welatê me dorpêç kiribûn, lê mahiyeta Newroza 2019’an ji her Newrozê wêdetir e. Ji Silêmaniyê heta Efrînê, ji Sinê heta Rihayê, dahatûya gelê kurd wek puzzlekê, ji aliyê hêzên dagirker ve tê xêzkirin. Siyaseta qirkirinê, polîtikaya îmhayê bi konsepteke nû tê dubarekirin. Li hundir û li derve hemû hêz û derfet, ji bo têkbirina kurdan û şikandina îradeya wan hatine seferberkirin. Li dijî hebûna kurdan êrîşeke topyekûn hatiye destpêkirin û ev êrîş ji aliyê desthilatdaran ve wekî “şerê man û namanê” tê binavkirin.
Newroz li dijî êrîşên topyekûn, berxwedaneke topyekûn li ser kurdan ferz dike. Û divê em aşkera bikin ku bi saya wê berxwedana ku derketiye meydanê, desthilatdar ketine tirs û xofa “man û nemanê”. Tirsa ku ketibû dilê Dehaq, niha ketiye dilê serdestên modern. Ev tirs bi xwe mizgîniya serkeftinê ji niha ve dide.
Wekî karekterê wê yê tarîxî, Newroz îro jî bi agirê xwe gelên bindest û gelê kurd germ û ronî dike. Ew agir dîsa ji zindanan hatiye pêketin û li temamî cîhanê belav bûye. Tarîxa zindî, rabirdûya candar îro ji bo şikandina tecrîdê, bi pêşengiya Leylayê, bi dilsoziya hezaran bûye destana berxwedaneke tarîxî. Berxwedana Kawayên modern, dê faşîzmê têk bibe û jiyanê watedar bike.
Li kuderê zext hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Ev wekî qaîdeyeke fîzîkê ye. Newroz li dor van zanyariyên tarîxî û aktûel, rastiyeke xwezaya mirov tîne bîra mirov; Berxwedan.