Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin

Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed da zanîn ku piştî serkeftina Baxozê, di encama operasyonan de heta niha 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatine girtin.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Newroz Ehmed, bi boneya 4’emîn salvegera serkeftina Baxozê ya li dijî DAIŞ’ê bo Ajansa Nûçayan a Firatê (ANF) axivî. Ehmed, da zanîn ku li Baxozê dawî li ‘dewleta xîlafetê’ anîne û wiha got: “Me wê rojê gotibû ku ev fikir hê didome. Di heman demê de hem ji welatên derdorê û hem jî li seranserî cîhanê welatiyên gelek dewletan ji DAIŞ’ê bi bandor bûbûn. Ji wan hez dikirin. Şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê jî hê li şûna xwe ne. Gelek serçeteyên ku van hucreyan bi rêve dibin hatin girtin û operasyonên me hê didomin.”

2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin

Ehmed, da zanîn ku xetereya DAIŞ’ê hêj didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di çarçoveya agahiyên îstîxbarî yên hatin ber destê me de, hêzên me li Kampa Holê, Til Berak, Til Hemîs, Reqa, Derazor, Tebqa, Sirîn û deverên din ku xwe lê birêxistin kirine, operasyon li dar xistin. Bi taybet jî piştî êrîşên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê û girtîgehên Hesekê Sinaa û Reqayê êrîşên mezin pêk anîn. Di nava vê pêvajoyê de DAIŞ’ê 352 caran êrîş kirin. Di encama operasyonên hevpar ên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 397 jê kuştî bi giştî 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin. Lêpirsîna çeteyên hatine girtin hê didome.”

DAIŞ’iyên girtî

Bi domdarî Ehmed diyar kir ku hejmara DAIŞ’iyên girtî 10 hezar derbas kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Barê herî giran ê HSD û Rêveberiya Xweser, DAIŞ’iyên girtî ne. Ji ber ku girtîgehên li herêmê saxlem nîn in û ji ber rewşa heyî jî li herêman hatine belavkirin. Hemû lêçûnên tenduristî, cil û berg, ewlehî û hwd ên DAIŞ’iyan li pişta me hatiye barkirin. Koalîsyona navneteweyî tenê ji sedî 10’ê vî barî li xwe girtiye. Saziyên navneteweyî bi taybet jî piştî Girtîgeha Sinaayê hatin herêmê lê piştgiriya wan pir kêm e. Ya rast ew e ku her welatek hemwelatiyê xwe bibe. Darizandina çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê mijareke hêsan nîne. Divê dadgeheke navneteweyî hebe. Lê di vê mijarê de heta niha jî gavek nehatiye avêtin. DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan gelemperî ji Iraqê ne. Ji bo veguhestina DAIŞ’iyan bi hikûmeta Iraqê re muzakereyên hevpar hatin kirin lê pir giran dimeşe. Ji ber ku herêma me her tim bi balafir û topan tê bombebarankirin, em nikarin barê van girtiyan bi tena serê xwe ragirin. Ev kes bo hemû cîhanê talûke ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar