Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Newroz, helwesta gel û xeterên pêşerojê

Me Newrozek din jî li pêy xwe hişt. Di serî de 4 parçeyên Kurdistanê li tevayî cîhanê bi milyonan kurd di vê Newrozê de jî daqetin qadan. Di rojeva kurdên bakur û rojavayê Kurdistanê de bi tevî pîrozkirina Newrozê daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê birêz Ocalan jî derket pêş. Bi milyonan kurd li qadên Newrozan bu dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ dijberiya xwe ya tecrîdê careke din aşkere kirin.

Rojeva rojavayê Kurdistanê jî heman tişt bû. Sedhezaran Rojavayî qedera xwe bi azadiya birêz Ocalan ve girêdabûn û li qadên Newrozan vê yekê bi dirûşman dianiyan zimên. Bi gotineke din mirov dikare bêje ku li rojavayê Kurdistanê Newroz herî zêde bi wateya xwe ya siyasî hat pîrozkirin. Peyamên ku dihatin aşkerekirin jî zêdetir peyamên berxwedanê bûn.

Serîhildana ‘Jin jiyan Azadî’ ya rojhilatê Kurdistanê bi rengekî di Newrozê de jî domkir. Lê taybetmendiyek vê beşa Kurdistanê jî hebû. Newroz cejneke fermî ya dewleta faris e jî. Ji ber vê yekê li gelek deverên Îranê û li rojhilatê Kurdistanê pîrozkirina Newrozê piranî wekî festîvaleke çandî pêk hat. Lê wateya siyasî ya Newrozê jî nehat bîrkirin. Bi taybetî kurdên mixalîf ên rojhilatê Kurdistanê li hember hemû zextan Newroz wekî cejneke roja azadiyê û bi peyamên polîtîk pîrozkirin.

Ya xerîb pîrozkirinên li başûrê Kurdistanê bû. Li vî beşê Kurdistanê mirov dikare bêje ku Newroz, bi temamî ji wateya xwe ya siyasî hatiye dûrxistin. Heta dûmahîka salên 90’î jî kurd li başûrê Kurdistanê jî Newrozê bi peyamên siyasî û bi helwesteke berxwedêr pîroz dikirin. Lê di van salên dûmahî de ev rewş êdî guheriye. Newroz li vê beşê Kurdistanê êdî cejneke fermî ya ‘dewletî’ ye. Mixabin, bi taybet di hêrêmên PDK’ê de êdî piraniya gel, herî zêde jî ciwanên kurd xwe di Newrozê de nabînin.

Bêguman, heta radeyekê sedema vê yekê tê famkirin. Desthilat, desthilata kurdan e û cejna xwe ya netewî jî bi fermiyeteke xurt pîroz dike. Ev ne tişteke xerab e û her weha ne xerîb e. Lê ya ku bandora xwe li ser helwesta gel dike pirsgirêkên gel in. Her ku pirsgirêkên gel zêde dibin, dijberiya gel ya li dijî desthilatdarî jî xurt dibe. Ev yek helwesta gel ya li hember desthilatdariyê diguherîne. Bi gotineke din heke desthilatdarî hinde fermiyetek xurt nedana Newrozê, bawer dikim ew ê gel zêdetir xwe bi Newrozê ve girêbidana. Lê tê dîtin ku li başûrê Kurdistanê Newroz veguhestiye û bûye cejneke desthilatdariyê. Gel jî bi dûrketina ji Newrozê bertek û helwesta xwe ya li hember desthilatdariyê, bi vî rengî nîşan didin. Divê sedemên rewşa pîrozkirinên Newroza ya li başûrê Kurdistanê baş were famkirin. Bi taybet desthilatdarî, divê sedemên helwesta gel baş binirxîne û ji bo çareserkirina vê yekê hewl bide.

Ew gelê ku bi dehan sal ji bo azadiyê, ji bo pîrozkirinên azad ya Newrozê ber xwe dane, berdêl dane îro çima xwe di Newrozê de nabînin? Bersîva vê pirsê zelal e: Desthilatdarî, pirsgirêkên gel çareser nake. Di ser de her diçe pirsgirêkên gel zêde dibin.

Li vê beşa Kurdistanê gelek pirsgirêkên civakî û siyasî hene. Mûçeyên karker û karmendan nadin. Hêzên pêşmerge hê jî wekî hêzên partiyan xwe organîze dikin. Sîstemeke rêk û pêk ya aboriyê tune ye. Partiyên siyasî li hember hukumeta Bexdayê ne yekdeng in. Di serî de Tirkiye, dewletên herêmê tedaxûlî kar û barên navxweyî ya başûrê Kurdistanê dibin û desthilatdar nikarin tu tiştek bikin. Her weha dewleta tirk ne tenê ji alî siyasî û aborî, her weha ji alî leşkerî jî bandorek mezin daniye ser herêmê. Li başûrê Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî ya dewleta tirk hene û hwd.

Bêguman, ev pirsgirêkên heyî  bandora xwe tenê li başûriyan nake. Her weha beşên din yên Kurdistanê jî ji ber helwesta desthilatdariya başûrê Kurdistanê zirar dibînin. Bi taybet ji ber helwestên dijminane yên dewletên dagirker û têkîliyên wan ên bi desthilatdariya bi başûrê Kurdistanê re, bandora xwe li têkoşîna azadiyê yên li beşên din ya Kurdistanê jî dike. Yên ku ji van têkiliyan zirarê herî mezin dibînin jî têkoşînên rojava û bakurê Kurdistanê ne û sedema wê jî têkîliyên PDK û dewleta tirk e. Diyar e ev têkîlî bandora xwe li kurdên başûrê Kurdistanê jî dike.

Bêguman, ev pirsgirêkek mezin e û jê re çareserî divê. Mixabin, rêya çareserî jî di destê partiyên desthilatdar û partiyên din ya başûrê Kurdistanê de ne. Weha dixwuye ku ji ber helwesta PDK’ê ev yek jî her diçe zortir dibe. Bandoreke mezin ya dewleta tirk li ser PDK’ê heye û mixabin, PDK nikare xwe ji vê bandorê azad bike. Ew ê çawa bibe nizanim lê divê ku belkû hêzên din yên Kurdistanê di vî warî de alîkariya PDK’ê bikin. Dibe ku ji bo berjewendiya gelê kurd ev rê jî were ceribandin. Lê heke rêyek neye dîtin, mixabin ew ê pêşeroja me ji îro baştir nebe.

Nûçeyên Têkildar