Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newroz li Enqereyê hat pîrozkirin

Bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê, bi şîara “Bi coşa Newrozê li dijî faşîzmê em bi hevre têbikoşin” Cejna Newrozê li Enqerê hat pîrozkirin. Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglû, banga vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin kir

Hêzên Ked û Demokrasî yên Enqerê, bi şîara “Bi coşa Newrozê li dijî faşîzmê em bi hevre têbikoşin” li Qada Kolejê Cejna newrozê pîroz kir. Hêzên Ked û Demokrasiyê bi coşek mezin ketin qada Newrozê. Girseya li qadê bênavber dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil” avêtin.

Welatiyên ku bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin, guh nedan qedexeyan. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandinê guvendê dest pê kir. Li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê Tayfîn Gorgun metna hevpar xwend. Gorgun, Newroza welatiyan pîroz kir û wiha got: “Newroz li dijî hemû Dehaqan têkoşîne. Newroz cejna gelane. Ji bo rakirina tecrîdê grevên birçîbûnê li girtîghan dewam dikin. Hem li derve û hem jî di hûndir de li ser civakê tecrîdek girankirî berdewam dike. Berî ku canek din bê winda kirin, em dixwazin ev tecrîd bê rakirin.”

‘Vî dengî bibihîzin, tecrîdê rakin’

Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecîoglû jî axivî û wiha got: “Ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven ev 137 rojin digreva birçîbûnê deye. Jinek pir bi hêze. Daxwazek pir mirovî û aştiyane dike. Bi hezar girtî bûne hevparên vê daxwaza Leyla Guven a mirovî. Îro dîsa ciwanekê jiyana xwe ji dest da. Êdî bila ciwan jiyana xwe ji dest nedin. Vî dengê bibihîzin û tecrîdê rakin. Em dibêjin ku qanûnên Tirkiyeyê bi cih bînin. Ji îro û pê ve divê raya giştî bêdeng nemîn e. Em çiqasî deng bidin, dê desthilatdar jî ewqas dengê me bibihîze.”ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar