Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Newroz li Garê hat pîrozkirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Garê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de gerîlayan diyar kirin ku wê sala 50 a Newrozê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Li her qadên gerîla li her lûtkeyên çiyayan gerîla agirê Newrozê geş kirin. Li herêma Garê ya Behdînanê jî gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di roja Newrozê de bi merasîmeke eskerî û pîrozbahiyeke bi coş Newroz pîroz kirin. Fermandarên HPG û YJA STAR’ê Xelat Şemsê, Dîlan Hogir û Şevger Hîmo diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe sala geşkirina têkoşînê.

Yek ji fermandarên YJA STAR’ê Xelat Şemsê ku di merasîma Newrozê de amade bû silavê xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtîgehên azadiyê re şand û wiha got: “Em silavên xwe ji çiyayên Kurdistanê heta Imraliyê dişînin û Newroza partiya me ya sala 50”î, bi dilekî pir germ di serî de li rêber Apo pîroz dikin. Her wiha hevalên me ku niha li girtîgehan bi berxwedaniya ku li hember faşîzmê nîşan didin, yên ku ti keleman nasnakin em vê cejnê li wan jî pîroz dikin.”

Xelat Şemsê cejna Newrozê li dayikên şehîdan jî pîroz kir û diyar kir ku berxwedana wan wê bibe serketina gerîla û ev tişt anî ziman: “Em vê Newrozê li dayikên gerîla û li hemû hevalên me yên ku niha di çeperan de li berxwedidin pîroz dikin. Di şexsê Mazlûm Dogan de, di şexsê Zekiye Alkanan de, Sema Yuceyan de, Bêrîvan û Rehşanan de, em hemû şehîdên tekoşînê bi bîr tînin, bejna xwe li ber wan ditewînin û vê cejnê li wan jî pîroz dikin. Bêguman yên ku ev roj ronî kirin û berxwedaniyek bêhempa dan meşandin, xeta Mazlûman e, xeta Kemalan e, xeta Zekiyeyan e. Em minetdarê wan hevalan in, ji ber yên ku ev Newroz bi wate kirin û gihandin lûtkeyê herî jorê, ronahiya van hevalan bû, bi agirê bedena xwe ji tarîbûnê ronahî ava kirin. Sîstema dagirker sîstema desthilat  ji bo xwe qebûl kiribû, hewil dida ku bi zîhniyeta desthilatê jî bikaribe gelan binbixe û azadiya wan ji dest bigre. Lê belê yên ku bertekên pir dijwar dan nîşandan û ev sîstem red kirin, ew rihê Mazlûman û Zekiyan bû. Tu car tarîbûnek wisa qebûl nekiribûn, yan wê jiyanek bi berxwedanî û bi wate hebe yan jî wê bi ti rengan jiyan neyê kirin. Ev jî di bin felsefa Rêber Apo de bi destpêkirinek nû di Kurdistanê de bi paradîgma nû de gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û bi rêva bibe. Yên ku herî zêde di roja îro de vê paradîgmê de di xeta jina azad de jiyan daye avakirin, Rêber Apo ye. Îro hebûn û jiyaneke nû hatî avakirin. Li ser vî esasî yê ku niha pêşengtiya vê berxwedanê dike zîndana îmraliyê ye, bi her awayî fedekariya wê daniye holê, ev jî bûye baweriya hemû gelên bindest. Carekê din em dibêjin heger jiyan hebe wê di rastiya vê paradîgmayê de be. Heger jiyanek xweş û wekhev hebe em ê bikaribin di bin rastiya felsefa Rêber Apo de bidin meşandin. Em bi vê bawerin ku sala 2022’an em ê bixin sala azadiya Serokatiyê, em ê bixin sala azadkirina Kurdistanê.”

‘Em ê sala 2023’yan bi Rêbertî re pîroz bikin’

Fermandara YJA STAR’ê Xelat Şemsê herî dawî wiha got: “Em ê sala 2022’an bixin sala azadiya hemû jinên bindest, hemû jinên ku dilên wan ji bo azadiyê lêdide. Ji bo wê ji her demê zêdetir baweriya me heye ku em bi erka xwe yên demê nû rabin. Ji bo wê em ê tenê roja Newrozê nexin roja berxwedanê, ji ber ku hemû rojên salê wê ji bo me bibe roja Newrozê, roja tekoşînê, roja baweriya azadiyê. Ser vî esasî carekê din em minetdariya xwe ji bo şehîdên qehreman dibêjin û em ê jiyaneke bê Serokatî qebûl nekin û nejîn. Ji bo wê em ê ji her demê zêdetir tekoşîna wê bikin ku sala 2023’an bi Serokatî re pîroz bikin. Ji vê demê re jî tu teredudê me nîne, baweriya me bi her hevalekî jî heye ku bi erkê xwe rabin. Em dibêjin bê Serok Apo jiyan nabe.”

‘Dehaqên demê AKP û MHP ne’

Yek ji Fermandarên HPG’ê Şevger Hîmo jî bi wesîla Newrozê nerîna xwe anî ser ziman û ev tişt anî ziman: “Di serî de em Newroza 2022’yan li rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, hevalên me yên niha di çeperan de jî pîroz dikin. Soza me wê ew be ku em ê sala 2023’an bi Rêber Apo re pîroz bikin. Weke gerîlayên HPG jî heta ku em dagirkeriyê hilneweşînin û gelê xwe rizgar nekin em ê rehet nejîn. Ji bo wê em ê tekoşîna xwe xurt bikin, ji ber em deyndarê Rêber Apo ne. Di serî de hedefa me ya yekem fîzîkî rizgarkirina Rêbertî ye. Newroza 2022’yan me bi moraleke geş bilind pîroz kir û soza xwe me nû kir. Bi êrîşên dijmin ku xwest herêma gerîla dagir bike ra, rastî berxwedaniyeke bêhempa  hat. Ev berxwedanî di şexsê şehîd Şoreş Beytûşebab de, Zendûra, Mamreşo, Tepê Sor û Werxelê de jî zêdetir bilind bû. Ev bû mesajeke ji bû dijmin ku wê tu carî nikaribe gerîla tune bike, neviyên Dehaqan  roja îro di şexsê AKP , MHP’ê de xwe dide der, lê Kawayê hesinkar li çiyayê Garê agirê Newrozê geş kirin. Di şexsê Dehaqê îro de xwastin dîsa êrîşê Garê bikin, û desthilatdariya Dehaq de dewam bikin, lê neviyên Hesinkar şopdarê Kawayê hemdeman ango Mazlûm Dogan, di şexsê Kawayên sedsala 21’an de di pêşengtiya Şoreş Beytûşebab de berxwedan, mesajî û bersiveke tund ji bo dijmin hate dayîn. Ev bû bersiveke ku hûn nikarin roja me tarî bikin, wê agirê Newrozê li ser çiyayên Kurdistanê her geş bibe. ew agir bibe hêviya gelan, ji bo hilweşandina dagirkerî. Ji bo wê em careke din di şexsê Serokatî de hemû kesên azadîxwaz pîroz dikin. em  gerîlayên Kurdistanê soza xwe nû dikin, em dibêjin tu carî em ê nesekinin, li ser van çiyan li ber xw ebidin û tekoşînê geş bikin.”

‘Agirê berxwedanê li çiyayan bilind dibe’

Fermandara YJA STAR’ê Dîlan Hogir jî wiha axivî: “Em di serî de cejna Newrozê meşa 50 salî ya Serok Apo pîroz dikin, di şexsê Mazlûm Dogan de em hemû hevalên ku di berxwedaniya zindanan de de hatî xurtkirin pîroz dikin. Hemû gelên me yên ku niha li qadan agirê Newrozê pêxistine jî pîroz dikin, bi meşa azadiyê re hebûna xwe didin diyar kirin. Hemû gelê me yên welatparêz pîroz dikin. Newroz dijî Dehaqê zalimkar hatî li darxistin, ev jî bo sembola serkeftinê û ya azadiyê. Weke vê rojê jî li hemû qadên azadiyê agirê Newrozê hate pêxistin. Bi taybet qadên çiya ev agir daha bilind bû, tekoşîna îro berdewamiya cejna newrozê ye. em jî bi vê wesîlê hemû dildarên azadiyê pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar