Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Newroz li qadên gerîla hat pîrozkirin

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Rizgar Êrsî li pîrozbaniya Newrozê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê axivî û wiha got: "Em ji bîr nekin; em hemû deyndarên Rêber Apo ne û bi misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî em dikarin deynê xwe bidin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, cejna berxwedan û azadiyê ya gelê kurd Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya bi coş bi merasîma leşkerî dest pê kir. Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Rizgar Êrsî beşdarî pîrozbahiyê bû û ji gerîlayên HPG û YJA Starê re axivî.

Rizgar Êrsî Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em sala 50’emîn a Rêbertî di serî de li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, li gerîla, hevrêyên li zindanan li ber xwe didin, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin.”

Êrsî diyar kir ku mîna demên bihurî wê paşerojê jî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê berxwedana xwe dewam bikin û wiha got: “Em dest bi saleke gelekî girîng dikin. Ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelê me têdikoşe. Têkoşîn wê îsal mezintir bibe.”

Êrsî bal kişand ser pêşketina gerîla ya li qada leşkerî û wiha dewam kir: “Gerîlayên Kurdistanê wê ji niha û pê ve jî li dijî dewleta Tirk a faşîst bi rola xwe ya dîrokî rabe, em ê hêjayî Rêber Apo, şehîdên xwe, malbatên şehîdan û gelê xwe bin. 24 saetan em ê ji bo rê û rêbazên serketinê bixebitin, ji bo vê têbikoşin. Li ser vê bingehê bi navê fermandariya me em Newrozê li hevalan hemûyan pîroz dikin û dibêjin Bijî Newroz, Bijî Serok Apo.”

Êrsî anî ziman ku gerîla bi berxwedana sala 2021’ê ya li Garê, Mam Reşo, Tepeyê Sor, Zendûra û Werxelê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk pûç kirine û got, “Îsal jî di nava heman amadekariyên êrişê de ne, lê belê wê bi ser nekevin. Ji ber ku şerê bi rengê fedayî gewhera felsefeya Apoyî ye û ev yek jî berxwedan û serketinê bi xwe re tîne. Her wiha divê em ji bîr nekin; em hemû deyndarên Rêber Apo ne û bi misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî em dikarin deynê xwe bidin.”

Di pîrozbahiyê de gerîlayan tim û tim dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” qîriyan û agirekî mezin ê Newrozê dadan.

Gerîlayan flamayên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ser girên bilind ve çikand, Newroz li hev pîroz kirin û li dora agir govend gerandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar