Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Newroz pêta agirê azadiya gelan e

2 hezar û 6 sed û 35 sal berê zalimê zaliman Dehaq li ser gelên Kurdistanê hovîtiya herî mezin dimeşand. Hovîtiya wî giştîbû lûtkeyê. Divê li hemberî vê hovîtiyê tiştek bihata kirin. Kawayê Hesinkar li hemberî vê hovîtiyê derket û dawî li hovîtiya Dehaq anî. Vê yekê jî bi vêxistina agirê azadiyê pîroz kir. Ji wê rojê heta niha roja 21’ê Adarê agirê azadiyê hil dibe û tu caran venamire.

Her çiqasî navê zaliman guherîbe jî lê hovîtiya wan neguheriye. Dewleta dagirker a tirk berdewama hovîtiya Dehaq e. Di destpêka 1900’î de navê Dehaq bû Îttihad Terakî. Ev hovên hovan qirkirina herî dijwar û dermirovahî li ser gelê kurd û gelên mezoptamya û Anatolyayê meşand. Di encama ev faşîzma reş de gelek gel an hatin tunekirin an jî li ber tunebûne ne. Gelek faşîst li ser şopa wan çûn û ev jî rê li ber şerê cîhanê vekir. Ji van yek jê Adolf Hîtler ê ku bi milyonan kes bi awayekî hovane kuşt û bi derxistina şer cîhanê yê duyemîn re jî rê li ber kuştina nêzî 80 milyon kesî vekir.

Ew Dehaqê xwînmij di serdema van faşîstan de veguherî pergala herî hovane û bûn bela serê gelan.

Çawa ku Dehaq bi navên cuda hovîtiya xwe domand, li hemberî Dehaqên hov jî lehengên mezin derketin. Ev pergala faşîst heta damezrandina PKK’ê hovîtiya herî dijwar meşand. Êdî mirovahî di nava lepên van faşîstan de dinaliya. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 50 sal berê li dijî vê faşîzmê kete nava lêgerîna heqîqetê. Bi damezrandina PKK’ê re hemû gelên di bin nîrê faşîzmê de dinaliyan parast û bû hêlîna gelên azadîxwaz. Heke îro Dehaqên vê serdemê negihîştibin armanca xwe ev yek bi saya berxwedana bêhempa ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û PKK’ê ye. Ji ber vê yekê li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komployeke navdewletî pêk anîn û ev 24 sal in di îşkencexaneya Îmraliyê de di nava tecrîdê de tê tecrîdkirin. Ji ber ku ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ditirsin vê faşîzma herî dijwar dimeşînin. Çawa ku Kawayê Hesinkar, Dehaqê hov têk bir û bi agirê azadiyê serkeftina xwe pîroz kir, Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi damezrandina PKK’ê re derba herî giran li pergala rizyayî ya kapîtalist xist û bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk deriyê azadiyê li gelan vekir.

Di serdema me de navê Dehaq bûye Erdogan. Balkêş e Erdogan jî mîna Dehaq nexweş e û hewl dide bi xwîna kurdan vê nexweşiya xwe derman bike. Tişta ku Erdogan fêm nake yan jî naxwaze fêm bike ev e ku; ne gel ew gelê berê ye ne jî dem ew dem e. Îro rêberekî mîna Rêberî Gelan Abdullah Ocalan û hêza gel a mîna PKK’ê heye. Bi van hêzên sereke re em di pêvajoya hilbijartinê de ne.

Divê em vê yekê baş fêm bikin ku ev hilbijartin ji hilbijartinên heta niha pêk hatine girîngtir e. Heta mirov dikare bibêje ku ev hilbijartin ji hilbijartina kesan wêdetir, Di vê hilbijartinê de yan wê berxwedana Hesinkarên nûjen bi ser bikeve serkeftinê bi agirê Newrozê pîroz bike yan jî wê Dehaqên nû hovîtiya xwe bidomînin. Ji ber vê yekê ev hilbijartin ji her demê girîngtir e. Divê em bi vî awayî nêzîkî pîrozbahiyên Newrozê û hilbijartinê bibin

Rêya serkeftina vê jî di pîrozbahiyên Newrozê de derbas dibe. Newroza îsal çiqasî bi girseyî bê pîrozkirin ewqasî tirseke mezin têxe dilê Dehaqan. Çiqasî Dehaq ditirsin ewqasî em nêzî azadiyê dibin.

Ji bo azadiya xwe werin em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Di vê¨Newrozê de bibin pêtên agirê azadiyê û dawî li Dehaqê nûjen yên mîna Erdogan bînin.

Şert û mercên vê ji her demê bêhtir hene.

Nûçeyên Têkildar