Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

NEWROZ, ruhê serhildan û serkeftinê ye

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Li ser efsaneya Newrozê şîroveyên cuda cuda hene.

Her çendîn cudahî li ser agahdariyên bûyera Newrozê hebin jî, belê wateya hêja ya naveroka vê roja dîrokî na guhere.

Naverok û cewherê vê efsaneyê; berxwedan e, wêrekî ye, hêvî ye, bawerî ye û  di êncama van xislet û taybetmendiyên mirovahî de, serkeftinek mezin a bi rûmet e.

Ji ber van taybetmendiyên ewqas hêja yên dîrokî, di ser vê bûyerê re 2.500 – 2.600 sal derbas bûye lê ji cewherê xwe tiştek wenda nekiriye.

Di van hezar salan de, bi hezaran êrîşên talanê, wêranê û qirkirinê hatin ser Kurdistanê, erê nikaribûn çand û hinera gelê Kurdistanê bi temamî asimile bikin, nasnameya  wî ji holê rakin, lê gelek derbeyên giran li resenî û pîroziyên gelê me dan, weke mînak dewleta dagirker a tirk got “me,  ev gel ji dîrokê rakir, xist bin Çiyayê  Gilîlê, ser wî bi çimento seyand û nema dikare rebe ser xwe”!

Le na xêr, bi hêza felsefeya Rêbar APO, Kawayên Hemdemî Mazlûman, Mahsûman, Sakîneyan, Zeyneban û şopdarên wan, li dijî zalimên hemdemî serî hildan û mirazê wan xwînxwaran di qirika wan de hişt.

Bi saya van rêberên Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, ew xaka Çiyayê Agiriyê hat qelişandin, ew ruhê serîhildêr û xwedî cewherê mirovahiya dîrokî ji bin wê erda “çimentokirî” hat derxistin û li goreyî wan ew rûmeta “kuştî ya mirî” bû zindî!

Wisa diyar e, êdî ew xeyala dagirkeran û xwînxwaran nema dikare bibe rastî, nema dikarin rûmet û serkeftiyên gelê me bişkînin û bixin bin erdê.

Jiber ku vê carê, pêşengên Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê, bi zanebûn rahiştin barê vê dozê û ketin qada Şoreşa Kurdistanê.

Sedema ku bi hezar salan karibû xwe li himber bi hezaran êrîşan ragire; dewlemendiya çand û hunera Kurdistanê bû, sedema ku serketinek serbixwe ya mayinde jî bi dest nexist; lawaziya zanist û politik bû.

Lê vê carê di ronahiya felsefe û kesayetiya Rêber APO de pêşengên Tevgêra Azadiya Kurdistanê, têkoşeriyek bi exlaq û polîtîk afirandine.

Jixwe Rêber APO, avakirina Tevgêra Azadiya Kurdistanê, di roja NEWROZA 1973an de, weke gava yekê bi civîna li Bendava Çubuka Enqereyê despêkir!

Nîşaneya gava dudan a canbexşane ya herî şênber û berbiçav, bi têkoşîna zîndanan a Mazluman ra  di roja NEWROZA 1992 de hat avêtên û li derve jî bi pêngava 15ê Tebaxê re, qonax bi qonax ev ruhê serhildêr û serketî bi pêşve ket û heta roja îro her bi mezinbûn birêve diçe.

Kesayeta serîhildêr a Kawayê Dîrokî yê Hesinkar, bi kesayeta exlaqî û politik a Rêber APO û Kawayê Hemdemî Mazlum Dogan re, piştî hezar salan gihiştin hev û di NEWROZên 52 salan de pijiyan û stewiyan, nuha jî di NEWROZA 2024an a 53an de, tê tacîdar kirin.

Wisa xuya dibe ku di NEWROZA îsal (2024) de, gelê Kurdistanê, li her deverê; her çar parçe û derveyî welat, bi dostên xwe ve, wê ji her salê pirtir bi îrade û bi coş pîroz bike.

Her wiha, wisa diyar dibe ku wê qîma xwe bi hêza heyî neyne û wê ji her salê bêhtir bi zanistî û bi rêxistinî tevbigere û bi vê şêwaza nûjen NEWROZÊ pîroz bike. Û jixwe wateya kesayetiya polîtîk û exlaqî jî ev e.

Mezinbûna vî ruh û îradeya naşikê ya şoreşa gelê Kurdistanê, dagirkerên Kurdistanê û palpiştên wan ên cîhanî jî dibînin û ditirsin.

Loma, axayê faşist R.Erdogan erkdar kirine û guman heye ku di vê NEWROZÊ de êrîşek mezintir bibe ser TEVGERA AZADIYÊ!

Jiber ku R.Erdogan, di van rojan de, ji bo vê siyaseta xwînrij pêkbîne, ketiye nav hewldanek lezgîn; hema her roj li gel her sê dewletên dagirker û xiyaneta Barzanî di nava hevdîtinan de ye. Gumana şantajê jî heye.

Hetmen Tevgera Azadiya Kurdistanê jî li goreyî van plan û projeyan xwe amade dike.

Lê belê divê her kesên Kurdistanî û dostên Kurdistanê, li himber vê siyaset û kiryarên kurdkuj û mirovkuj bêdeng û bêhelwest nemînin!

Di hilweşandina vê siyaseta qirêj û xwînmêj de û di binkeftina vî zihniyetê malxerab de, qezenc û xêra hemû gelan û mirovahiya cîhanê heye, êdî ‘herkes û şîrê xwe’!

Nûçeyên Têkildar