Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Newroz û Amed

Newroz Amedê ji bo civaka kurd û Kurdistanê roja nû ya destpêka şikandina dagirkerî û faşîzmê ye. Tê wateya geşkirina berxwena Mazlûm Dogan a li hemberî zordariya serdemê, li hemberî zilma Dehaqê serdema me ya îro

Destana 2631 sal ber ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar hat afirandin di roja me ya îro de zindî dibe. Ew roja destpêka azadiyê bû. Ew roja dawîanîna Dehaqan bû û roja despêka şikandina tirsê bû. Roja afirandina jiyana azad û têkoşîna li dijî zilmê bû. Ew roj roja nû bû. Ew roj Newroz bû. Newroz bû roja azadiyê, bû roja derketina ji tarîtiyê, bû roja wêrekiyê û şikandina desthilatiyê. Newroz bû cejna azadiya gelan. Newroz di têkoşîna roja me ya îro de hêj zêdetir bi wate dibe. Ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mezlûm Dogan û hezaran şopdarên wan her li dijî Dehaqan ala azadiyê hildidin. Gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi pêşengiya Kawayên Hemdem û şopdarên wan, li ser felsefe, birdozî û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya rojên nû didin.

Di dîroka kurdan de Newroz cihekî taybet digire. Bi taybetî jî di 40 salên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de. Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar da destpêkirin bi Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan gûrtir bû. Şopdarên Kawayan bedenên xwe kirin agirê Newrozê, xwe kirin meşaleya azadiyê û pêşiya civaka di tarîtiyê de ronî kirin. Zekiye Alkan, Bêrîvan, Rahşan û Ronahî bedena xwe veguherandin agirê Newrozê û berxwedana meşa azadiyê ya gelê kurd a li dijî tunekirin, tunehesibandin û pişaftinê belavî hemû Kurdistanê kirin. Newroz, ruh û wêrekiyê dide mirov. Ji ber Newroz pêngava azadiyê ye, berxwedanî û serkeftinê ye. Gelê kurd bûye gelê Newrozê ye. Gelê kurd bi Newrozê re têkoşîna azadiya hebûna xwe daye destpêkirin. Bê berxwedanê tu tiştek ava nabe. Wateya jiyanê bi xwe jî bexwedan e. Wekî Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan gotiye ‘Berxwedan jiyan e’ belê heke berxwedan tune be jiyaneke azad jî nepêkan e. Azadî encex bi berxwedaniyeke rêxistinî pêkan e. Newroz bi xwe jî sembola berxwedanek wiha ye.

Her sal di 21’ê Adarê de Cejna Newrozê tê pîrozkirin. Gelê kurd ji bo wê rojê xwe amade dike. Di dîroka 40 salên dawî yên bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê de her salên ku Newroz tê pîrozkirin girîngî û şiyarên nû yên têkoşîn û berxwedanê derdikeve pêş. Ji bo pîrozkirina Newroz gelê kurd bedelên gelekî giran da. Bi ruhê Newrozê berxwedan hat geşkirin. Bi taybetî jî piştî salên 2000’î li bakurê  Kurdistanê gelê kurd Newrozên bi heybet pîroz kirin. Ev Newrozên bi heybet li keleha berxwedanê, paytexta Kurdistanê Amedê hatin pîrozkirin. Jixwe dema Newroz tê gotin Amed tê hişê civaka kurd. Lewre Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li Zindana Amedê şeva Newrozê xwe kiribû meşaleya azadiyê ji bo gelê kurd. Ji wê rojê ve ye Amed bûye sembola agirê Newrozê. Belê îsal jî di 21’ê Adarê de li Amedê bi şiyara ‘Tecrîtê bişikîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike’ Newroz hat pîrozkirin.

Gel bi biryarî astengî hilewşand

Li Amedê îsal jî Newrozek bi heybet pêk hat. Newroza îsal bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Qada Newrozê hat pîrozkirin. Ji saetê serê sibê ve gelê Amedê berê xwe dan Qada Newrozê. Wekî her sal qada pîrozbahiyê ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Hemû rê û kolanên ku diçû qada Newrozê bi bariyeran ve hatibûn girtin. Heta têketina qadê  polîsan li 3-4 cihan nokteyên lêgerînê ava kiribûn û heman lêgerîn û qontrola nasnameyan pêk dianîn. Welatî yek bi yek di lêgerînê de derbasbûn. Hemû derdora qada Newrozê ku bi bariyeran hatibûn dorpêçkirin, bi hezaran polîsî jî hatibûn bicihkirin.  Armanca vê dopêça qada Newrozê ya ji aliyê polîsan û lêgerîna welatiyan ew bû ku wekî salên borî bêzariyê pêk bîne. Dixwestin tirsê ava bike û gel ji berxwedan û têkoşîna azadiyê dûr bixin. Lê gelê kurd gelekî berxwedêr e û serî li pêşberî zilma Dehaqan natewîne.

Qada Newrozê ku bi rengên kurdewar û fîlemayên HDP’ê hatibû xemilandin. Li qadê pankartên berxwedana Newrozê, grevên birçîbûnê, berxwedan têkoşîna gelê kurd vedigotin hatîbûn daliqandin.  Li ser navê HDP, KCD, DBP, HDK, TJA û tifaqa kurd axaftin hat kirin. Her wiha peyama Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 135 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ji aliyê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag a ku ji 3’yê Adarê ve bi heman armancê di grevê de ye hat xwendin.

Navê Newrozê Zulkuf Gezen bû!

Di hemû axaftinan de tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya li ser Rêberê Gelê Abdullah Ocalan û berxwedan ji bo şikandina tecrîdê derket pêş. Bi taybetî jî berxwedana  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandinê vê tecrîdê ku berdewam dike, berxwedan li zindanan û bi giştî jî çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê mijara sereka ya di axaftin û peyamên ku hatin dayîn de bû. Her wiha Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya canbexşane pêk anî bû sembola û navê vê Newrozê. Ji qadê bênavber dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî Serok Apo” û “Şehît namirin” dihatin berzkirin.  Di esasê xwe de dirûşmên gel peyam û daxwazên wan ên ku bi israr ji bo têdikoşin bû. Gel bi dirûşmên xwe didan xuyakirin ku dê tecrîdê bişkînin.

Beşdar bi giranî ciwan bû!

Piştî Newroza sala 2015’an mirov dikare bêje di warê tevlibûnê de ya herî baş bû. Taybetmendiyeke din a vê Newrozê jî bi giranî beşdar ji ciwanan pêk dihat. Lê belê mirov nikare bêje ciwanên mîna salên borî yên bi rêxistinî bûn. Di Newrozên borî de ciwanan bi çi rê û rêbazî bibûna dê qad bi posterê Rêber Apo, alên PKK û KCK’ê, her wiha posterên şervan, pêşeng û sembolên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên bûne nemir bixemilandana. Lê mixabin di vê Newrozê de mirov nikare qala yek poster û alê bike. Rastiyek hebû bi giranî beşdarên îsal ji ciwanan pêk dihat lê mixabin mirov nikare bêje ciwanên polîtîk û rêxistinî bûn. Lê belê em vê yekê jî baş dizanin civaka kurd ku hatiye vê astê bi saya berxwedan û têkoşîna ciwanan hatiye van rojan. Ev Tevgera Azadiyê bi ciwantî dest pê kir û di roja me ya îro de jî herî ciwan e. Belê di çavê ciwanan de mirov ew hêz û şewq didît ku ji bo her tiştî amade ne.

Dawiya Dehaqê serdemê xuya dikir

Newroz Amedê ji bo civaka kurd û Kurdistanê roja nû ya destpêka şikandina dagirkerî û faşîzmê ye. Tê wateya geşkirina berxwena Mazlûm Dogan a li hemberî zordariya serdemê, li hemberî zilma Dehaqê serdema me ya îro. Newroza îsal ji bo gelê kurd xwedî girîngiyek din e, lewre li pêşiya me hilbijatinên xwecihî yên 31’ê Adarê heye û ji niha ve ev peyam dihat dayîn ku dê li bakurê Kurdistanê faşîzma AKP/MHP’ê û faşzîma Erdogan bi dawî bike. Ji bo civaka kurd û Kurdistanê Dehaqê vê serdemê Erdogan û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye.  Di Newroza Amedê de ew sekna şiyar‘Tecrîdê bişîkînin, faşîzmê hilweşîn, Kurdistanê azad bikin’ xwe dida xuyakirin. Di Newrozê de aşkera bû ku dê êrîşên desthilatdariya faşîsta a AKP-MHP’ê bi berxwedanê vale derbikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar