Hebû, nebû, gelekî beriya mîladê li welatê me, bi navê Dehaq padîşahekî pirr zalim hebû. Rojekê ji rojan, li ser milên wî birînên wek serê maran derdikevin. Wî zemanî, doktor nebûn. Remildaran li nexweşiyan dinêrî.
Ew bang remildaran dike û ji wan re dibêje:
“Ev çi birîn in li ser milên min derketine?
Zû çareyekê bibînin! Eger hûn çareyekê nebînin,
Ez ê serê we lêxim”
Remildar ji tirsan dibêjin:
“Divê tu rojê serê du ciwanan jêkî û
mêjiyên wan bidî van marokan.”
Celadên paşê, rojê serê du ciwanan jêdikin. Di dawiyê de cîwan namînin. Dest bi zarokan dikin. Ji wê berê diçin, li derê Kawayê Hesinkar dixin û dibêjin;
“Divê tu kurê xwe yê biçûk jî bidî.“
Kawa diqehere bi dengê bilind diqîre,
deng li gund û çiyan bela dibe:
Serhildana Kawayê hesinkar
“Êdî bes eeeeeee! Rabin cîraninooo!
Hevalinoooo! Ev zilm bes eeeeeee!”
Kawa radihêje çakûçê xwe yê mezin û para berdide wan.
Gel serî dide ser Kawa, bi hev re dikevin qesra Dehaq.
Gişt bi hev re dibêjin:
“Hey zalimo! Kanî Keçên me? Hey zalimo! Kanî
kurên me? Bes e, te agir berda dilê me!
Êdî nemaye sebra me!”
Lêdixin serê marokan pehn dikin û Dehaq jî, dibin
di şikefteke çiyayê Demawend de girê didin.
Gel ji kêfan agiran dadide, li dorê radibin dîlanê.
Gişt bi hev re dibêjin;
“Bijî ev roja nû.” Yanê “Bijî Newroz.”
Ji wê rojê pê ve, cejna Newrozê her serê biharê, 21 Adarê tê pîrozkirin.
Bijî Newroz û Newroza we pîroz be!