Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...
Perşembe - 17 Ekim 2024

Bahçelî teslîmiyetê li kurdan ferz dike

Serokê Partiya nijadperest MHP Devlet Bahçelî bi gotina xwe ya li meclisê raste rast înkar û teslîmiyetê li gelê kurd ferz dike. Lê tevî...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Newroz warê berxwedan û azadiyê ye

Mamed Serhed |

Dema meriv li ser Newrozê dihizire yekser kurd tên bîra meriv. Lewra Newroz bîra kurdan e û kurd jî bêriya Newrozê ne. Kurd ne tenê şêniyên Kurdistanê di heman demê de şêniyên dîroka berxwedêr in jî. Lê belê hevterîbê dîroka berxwedanê dîrokeke desthilatdariyê ya reş heye ku nayê înkarkirin. Ya girîng ji bo me ew e ku em li ser kîjan xetê ne. Li ser vê babetê çend gilî gotin divê bên kirin.

Bê guman her kesek ji efsaneyên qedîm ji bo xwe tiştinan werdigire û di nav peywendeke civakî yan jî takekesî de parzûn dike, dinirxîne. Lê divê ev pirs bê pirsîn: “Gelo kî dikare xwe bigihîne kakil û reseniya efsaneyê?” Di şerh û şîrovekirina hêmanên çandî de diyardeya sereke ya ku alîkariyê dide meriv serhatiyên civakî û takekesî ne. Serhatiyên meriv çarçoveya çanda meriv diyar dikin. Her wiha feraseta her civakî cuda ye. Awayên bibîranîna çandî dikarin biguherin helbet lê bi piranî ev guhertin pêrgî serdemên aloz û bi kêşe tên.

Çand di esasê xwe de “binyadeke girêdanê” çêdike. Ev binyada girêdanê jî hem di warê civakîbûn hem jî di nav demê de yekitiyekê çêdike û pev ve girê dide. Ji tecrûbe û hêvîkirinên hevpar û ji qadên çalakiyê yên hevpar “cîhaneke wateyan” diafirîne û bi şiyana xwe ya yekkirinê û pevvegirêdanê ji bo mirovan stargehekê çê dike ku mirov dikarin bi dilekî êmin têkilîyê bi hev re deynin.

Ser meselê Newroz wekî bûyereke çandî di hişê gelê aryenîk û Rojhilata Navîn de bi cî bûye lê di nav her gelî de bi şêweyên cuda tê bibîranîn û pîrozkirin. Newroz di nav piraniya gelan de wekî bûyereke çandî tê pîrozkirin lê di nav kurdan de bi awayekî din tê pîrozkirin. Dema em dêna xwe didin ser “awayê bibîranîna çandî” ya kurdan em rastî bibîranîneke polîtîk tên. Di nav gelên aryenîk û Rojhilata Navîn de gelê ku herî cuda Newrozê pîroz dike kurd in. Piraniya gelan Newrozê di çarçoveyeke etîmolojîk û çandî de, wekî rojeke nû, hatina biharê, hişyariya xwezayê, rojên firaqetiyê dinirxîne û pîroz dike. Xwarin tên çêkirin, roja dawî ya rojiyê tê hesibandin, bi rengawaziya derdorê re mirov xwe dixemilînin hwd.  Lê tevî van hemû xalan gelê kurd wateyeke dîtir vê rojê pêşwazî dike.

Kurd ji gelên dîtir cudatir Newrozê bi efsaneya Kawayê Hesinkar re pêwendîdar dikin û di çarçoveya her du bûyeran de pîroz dikin. Ecêb e ji nav gelên aryenîk kurd tenê Kawa û Newrozê digihînin hevûdu. Awayê xwendina kurdan a dîrokî, çandî û fehmbariya wan a ji her du efsaneyan xaleke girîng a sosyolojîk e. Gelê kurd şêniyên herî qedîm ên Zagrosan e. Pîrozbahiyên Newrozê jî li diyarên Zagrosan, bi rêya Zerdeşt û peyrewên wî ve hatine pîrozkirin û di nav civakên Zerdûştî de wekî ayîneke dînî û xwezayî hatiye qebûlkirin. Gelê kurd çima Kawa û Newrozê bi hev ve girê dide? Kawa bûye destpêka Newrozê gelo? Ev nayê zanîn lê gelê kurd bi feraset û têgihîştina xwe ya qedîm û hevdem, van her du bûyeran kiriye yek. Li der û deverekî dîtir bi tu awayî du bûyerên wiha lihevhatî nayê peydakirin. Kawa dema gelê xwe ji zilma destê Dehaq rizgar dike ew roj wekî rojeke nû tê pîrozkirin, kurd ji vê rojê re dibêjin Newroz. Kurdan Newrozê li gorî xwe neguncandine, wan jiyana xwe li gorî vê bûyerê guncandine.

Di nav gelên dîtir de Newroz wekî hatina biharê tê pîrozkirin, li cem kurdan hem wekî hatina biharê hem jî wekî ketina Dehaqên dîrokê tê pîrozkirin. Li cem gelên dîtir hişyariya xwezayê tê pîrozkirin, li cem kurdan hişyariya Kawa û xwezayê tê pîrozkirin. Gelên din wekî rojeke nû û cejna biharê pîroz dikin, lê kurd hem wekî serdema azadiyê û roja nû ya biharê pîroz dikin. Ew firaqetiyê (aramî) pîroz dikin kurd felatê pîroz dikin. Rengê pîrozbahiya kurdan ne ku pirr polîtîk e. Ev kakilê Newrozê yê resen e. Bêguman ev rewş bi awayekî zelal di demên kurdan ên berxwedanê de peyda bûne. Awayên bibîranîna hemû bûyerên çandî yên kurdan di çarçoveya têkoşîna azadiyê de tên bibîranîn û nirxandin. Newroz azadbûna xweza û mirov a bi hev re dinimîne. Ev nîv sedsal e ku kurd bi awayekî çalak Newroza xwe pîroz dike. Her wiha gelê kurd hema bêje di her Newrozê de Kawayê xwe jî pêşwazî kiriye. Kawayên hevdem Mazlûman…

Tevî ku kurd xwe ji Kawayên xwe bêpar nahêle û her salê bi coşeke mezintir agirê Newrozê pê dixe jî helwest û nêzîkatiyên Dehaqên hevçax û pergala wan neguheriye. Şaristaniya dewletî ya ku xwe li ser esasê tunekirina “yên din” diafirîne hewl dide roja me jî tarî bike. Dewleta tirk û pergala wê ya dagirkeriyê Dehaqên serdema me temsîl dike. Rê û rêbazên nû hîn bûye, fen û fûtên nû fêr bûye, dek û dolabên sosret elimiye û hewl dide xwe bi van xweyî bike. Pergala ku xwe li ser faşîzmê ava dike bi her awayî hewl dide “yên din” tune bike. Newroz an jî pîrozbahiyên Newrozê şêweyek bibîranîna çandî û neteweyî ye û ev xal jî ji bo pergalên faşîst dibe pirsgirêkek. Faşîzm ne ku tenê bibîranîn û çalakiyên çandî yên gelê bindest înkar dike, di serdema neolîberal de wan çalakiyên çandî û şêweyên bibîranîna çandî yên xwemalî dike malê xwe. Ev rêyeke entegrekirinê ye. Newroza ku ji bo berxwedana gelê kurd yek ji nîşaneyên herî xurt e ji teref dewletê ve bi niyeta pûçkirinê tê bikaranîn. Dewleta tirk wekî rêbazeke mêtingeriyê hewl dide hemû bîr û baweriyên kurdan tune bike. Lê belê dema dewlet dêna xwe didê ku nikare kurdan ji bîr û baweriyên wan dûr bixe rêbazeke din bi kar tîne. Feraseta dewletê li Tirkiyeyê hemû bîr û baweriyên kurdan, hemû efsane û destanên kurdan û hemû lehengên wan wekî yên tirkan dide nîşan. Ristemê Zal dike lehengê xwe, Selahedînê Eyûbî dike fermandarê xwe, Newroza kurdan dike Nevruza xwe. Ev ne tenê dizî ye, di heman demê de polîtîkayeke şerê taybet e. Ya rastî ji ber ku bingeha dewleta tirk a li Mezopotamya û Anatolyayê nikare xwe bispêre çol û çolterên Asyaya Navîn hewl dide xwe wekî selefê şaristaniyên Mezopotamya û Anatolyayê bide nîşan. Ku şerm bikirana ranedibûn ji sûmeriyan re nedigotin ew jî tirk in. Dagirker xwedî portreyeke kirêt in, dema ew portre beramberî rastî û hêza gelan tê lawazkirin û zede digire ew bi hemû xwe xwediyê her tiştî dihesibînin.

Demekê di nav sînorên Osmaniyan de pîrozbahiyên Newrozê hebûn lê ew jî tenê di çarçoveya bûyereke çandî de dihat pîrozkirin. Bi demê re ev roj ji teref desthilatiyê ve hat jibîrkirin. Kîngê kurdan xwe bi Newrozê re kirin yek û Newroz bû ya kurdan dewletê wekî qadeke îdeolojîk cardin vê rojê ji bo armancên xwe bi kar anî. Newroz ji bo Tevgera Azadiyê ya kurdan bû çandeke kêrhatî. Lewra gelê kurd reh û rîşeyên kevneşopiya berxwedanê di vê rojê de dîtin û xwedî lê derketin. Di nav Newroza kurdan de ne tenê kodên çandî yên kurdan hene, di heman demê de kodên polîtîk yên civaka kurd jî tê de tên hebandin. Geşbûna pîrozbahiyên Newrozê bi geşbûna polîtîkaya muxalîf a kurd re eleqedar e. Belkî ev di çarçoveyeke “dahênana kevneşopiyê” de jî were nirxandin lê gelê kurd ji bo hebûna xwe kevneşopiyeke nû neafirand. Tenê ew hêla an jî ew kakilê Newrozê yê ku bêyî efsaneya Kawa sêwî mabû ji nû ve hat peydakirin. Heke Newroz hêviya serdestan ve bimaya dê wekî çandeke popûler û lawaz bimaya. Lê bi têkoşîn û berxwedana gelê kurd re kakilê Newrozê yê winda hat vedîtin.

Dewleta tirk pêşiyê li hember xweyîderketina Newrozê ya ji aliyê kurdan ve paştguh kir lê kîngê pîrozbahî veguherîn qadên serhildanê, dewletê wekî endîşeyeke xwe ya sereke cardin xwest xweyitiyê li Newrozê bike. Lê ya ku dewlet xwedî lê derket ne Newroz bû, Nevruz bû. Niha ew jî û hemî cîhan jî vê baş dizanin ku gelê kurd mîrateya Kawa û Mazlûman çak xweyî dike, mîna nîşaneyeke hebûn û xwebûna xwe xwedî li Newrozê derdikeve. Newroz ji destê desthilatiyê yê qirêj bêrî ye, ew warê berxwedan û azadiyê ye. Êdî cihê ku dagirkeriya xeyalî lê meftûn bûye jî diyar e: Garê! Nexwe em wekî axiriya gotinê, Newroza îsal bi giyanê Kawa, Mazlûm û pakrewanên adarê silav bikin û em Newrozê li Garê pîroz bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar