Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Newroza 2023’yan wê diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin

Bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” wê Newroz bê pîrozkirin û diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin. Newroz dê li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê Newroza 2023’yan ê ewil li navçeya Şemzînanê bê hilkirin.

Newroza 2023’yan dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin. Newroza îsal dê diyarî qurbaniyên erdhejê bê kirin. Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê starta Newrozê di 10’ê adarê de li Amedê bi deklarasyonê bide. Her wiha bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û HDP’ê jî dê di 11’ê adarê de deklerasyona Newrozê li Stenbolê bê ragihandin.

Newroz wê bibe starta hilbijartinê

Hêrsa ku li herêmên erdhejê mezin dibe û xwe di çalakiyên 8’ê Adarê de da nîşandan di heman demê de dê veguheze qadên Newrozê jî. Qadên pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de wê bibe starta rojeva hilbijartinê jî.

Finala Newroza isal 21’ê Adarê li Amedê ye 

Agirê Newroza 2023’yan ê ewilî di 15’ê adarê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bê vêxistin. Li gel pîrozbahiya li 43 navendan wê li gelek navçeyan, gundan û bajarokan bê pîrozkirin û fînala pîrozbahiya Newrozê wek her sal dê di 21’ê Adarê de Amed be.

16’ê Adarê wê Newroz neyê pîrozkirin 

Di 16’ê Adarê roja salvegera Qetlîama Helebce û 17’ê adarê roja çilê erdhejê ye dê pîrozbahî neyên lidarxistin.

Li gelek navendan dê di 18’ê adarê û 19’ê adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin û bernameyên bîranînê bên lidarxistin.

Tê payîn Newroza îsal ne di asmofera pîrozbahiyê de berovajî vê di atmosferek raperînê de bê pîrozkirin. Axaftvan û hunermendên tev li bernameyên Newrozê bibin dê cilên reş li xwe bikin, dê qurbaniyên erdhejê bi bîr bînin û helwesta dewletê ya di erdhejê de protesto bikin.

43 navendan Newroz tê pîrozkirin

Navendên ku wê pîrozbahiyên Newrozê lê bên pîrozkirin wiha ne: Amed, Dêrsim, Çewlig, Êlih, Sêrt, Qers, Îdir, Colemêrg, Wan, Agirî, Erdexan, Mûş, li navçeya Depê ya Xarpêtê, li navçeyên Wêranşar û Pirsûsê yên Rihayê, li navçeyên Nisêbin û Qoserê yên Mêrdînê, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li navçeyên Bazîd û Panosê yên Agiriyê, li navçeya Tetwana Bêdlîsê, li navçeya Kopê ya Mûşê, li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê, li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, li navçeya Erdîşa Wanê, li bajarên wek Enqere, Mêrsîn, Antalya, Îzmîr, Aydin, Mûgla, Denîzlî, Manîsa, Çanakkale, Bûrsa û İstanbul û li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê, li navçeyên Bandirma û Ayvalik ên Balikesîrê, li Trakyaya Tekîrdagê, li Gebzeya Kocaeliyê, li navçeya Ermencîk a Aydinê.

Di serî de li 23 bajar û li 20 navçeyan bi giştî wê li hemû bajar, navçe, bajarok û gelek gundên bakurê Kurdistanê agirê Newrozê bê hilkirin û pîrozbahî dê bên lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar