Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Newroza 2024’an dê bibe Newroza Rêber Apo’

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed got ku dê Newroza 2024’an dê bibe Newroza Rêber Apo

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re Newroz veguheriye rengê xwişk û biratiya gelan û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Rûken Ehmed wiha got: “Em ji Newrozên ku li ber zilmê dihatin pîrozkirin, gihiştin pîrozbahiyên Newroza bajar lê tên xemilandin. Afîşên ‘Newroz Pîroz Be’ li her bajarekî hatiye daliqandin. Em ji Newrozên qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan.”

Rûken Ehmed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Newroz rojeke nû ye ku serhildana li dijî tarîtî, zilm û bêedaletiyê çêbûye; Newroz lûtkeya têkoşîna ji bo azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê ye û ev tişt got: “Bi berxwedana li zindana Amedê Newroz bi watetir bû. Mazlûm Dogan di hucreyeke yekkesî de, bi sê zilkên şixartê Newroz pîroz kir û agirê Newrozê bi agirê bedena xwe gur kir. Newroz bi hevrêyên mîna Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan re gihişt lûtkeyê. Van hevrêyan bi gotina ‘hûn dikarin Newrozan qedexe bikin, zilmê bikin lê hûn nikarin ruhê me yê berxwedêr dîl bigirin’, bedena xwe dan ber agir.”

Rûken Ehmed bi bîr xist ku Newroz mîna li rojhilat, başûr û bakurê Kurdistanê li rojavayê Kurdistanê jî bi şert û mercên zehmet tê pîrozkirin û destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an re Newroz veguheriye rengê xwişk û biratiya gelan û li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Rûken Ehmed ev tişt anî ziman: “Em ji Newrozên ku li ber zilmê dihatin pîrozkirin, gihiştin pîrozbahiyên Newroza bajar lê tên xemilandin. Afîşên ‘Newroz Pîroz Be’ li her bajarekî hatiye daliqandin. Em ji Newrozên qedexekirî, ber bi Newrozên azad ve meşiyan.”

Rûken Ehmed anî ziman ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi Newrozê re gihiştiye lûtkeyê û wiha got: “Îsal ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd tê pîrozkirin. Ev pêngav wê bi Newrozê re bigihije lûtkeyê. Armanca me di sala 2024’an de pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Paradîgmaya Abdullah Ocalan bû gerdûnî. Gelên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin.”

Rûken Ehmed qala girîngiya tevlibûna Newrozê kir û ev bang kir: “Newroz roja bilindbûna dengê azadiyê; roja dawî anîna li tecrîd, zilm û desthilatdariya mêtinger e. Lewma divê her kes bi vî ruhî biherike qada Newrozê. Divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qada Newrozê dengê xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar