Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Newroza azadiyê

Ji bo gelên Rojhilata navîn Newroz mizginî û cejna biharê ye. Ji bo me kurdan Newroz berxwedane, serhildane, têkoşîn e. Têkoşîna ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalîm da meşandin.

Têkoşîna ku, bu agirê Newrozê û ji aliyê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan hate pêxistin, ji aliyê Zekiye, Rehşan, Sema, Berivan, Ronahi û Elefteryayê ve hat gurkirin e.

Îro jî ev têkoşîna ji aliyê gerîlayê azadiyê ve berdewam dike û wê rêjîma AKP‘ê hilweşîn e.

Di Newroza 50’yêmîn sala têkoşînê de jî îsal gelê kurd li her deverê bi yek dengî Azadiya Rêber Apo qîr kirin. Kurdên li Almanyayê jî bi tevlîbûna dehhezaran cejna Newroza îsal li bajarê Frankfûrtê pîroz kirin.

Girseya ku piraniya wan ji ciwan û jinan pêk dihat, bi hev re li qada Newrozê berxwedana gerîla silav kirin û tecrîd şermezar kirin.

Di Newrozê de siyasetmedar, nûnerên sazî û rêxistinan peyamên xwe yên ji bo azadiya Rêper Apo dan. Hûnermendên derketin ser dikê, daxwaza yekitiyê kirin û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê anîn ziman.

Gel bi piranî bi cil û bergên kurdî tev li Newroza îsal bûn. Dayikan, laçikên xwe yên spî ên derdora wan bi moriyên kesk, sor û zer û bi ala PKK’ê hatibûn neqişandîbûn dabûn serê xwe û fistanên xwe rengîn li xwe kiribûn.

Konên xwarin û vexwarinan bigire,  heya konên pirtûkan gelek kon hatibûn vekirin. Dîsa konên cil û bergên kurdî eleqeyek mezin ditîn. Medya dijîtal a Kon-Med’ê jî bi konê xwe yê înformasyonê li qada Newrozê cîhê xwe girtibû.

Jinan îsal li her deverê ku dimînin, kelecana 8’ê Adarê birin qadên Newrozê û bi rihê serhildanê helwesta xwe ya li dijî faşîzmê qîr kirin.

Li Frankfûrtê jî jinan dîsa di çarçoveya kampanyaya ji bo PKK’e ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’bê derxistin îmze kom kirin.

Newroza îsal her çi qas di rewşeke xerab a qeyrana aborî, zext, zordarî û şer de hatibe pêşwazî kirin jî. Gelê Kurd bi biryardarî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê danî holê û qadên Newrozê tije kir.

Ez jî bi ruhê berxwedana Kawayê Hesinkar, Newroza gelê kurd, gelên Mezopotamyayê û Rojhilata Navîn pîroz dikim û dibêjim dem dema azadiyê ye.

Nûçeyên Têkildar