PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Newroza îsal bila bibe Newroza zimanê kurdî’

Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan û sekreterê giştî yê PEN’a Kurd Omer Fîdan diyar kir ku navê Tora Ziman û Çandan li ser  pêşniyaran weke Tora Çand û Zimanê Kurdî hatiye guherandin. Axaftvanan da zanîn ku dê li gorî bernameya torê xebatên xwe bimeşînin û di komxebatê de jî hat pêşniyarkirin ku Newroza îsal bibe Newroza zimanê kurdî

Tora Ziman û Çandan di 11 û 12’ê çileyê de li Amedê bi tevlêbûna nêzî 300 beşdaran, yekemîn komxebata xwe li dar xist û encamnameya komxebatê bi raya giştî re parve kir. Lijneya rêveberiyê navê torê weke ‘Tora Çand û Zimanê Kurdî’ guherand. Têkildarî mijarê hevserokê PEN’a Kurd zimanzan Samî Tan û sekreterê giştî yê PEN’a Kurd Omer Fîdan ji MA’yê bi Fahrettîn Kiliç re axivîn.

Samî Tan anî ziman ku dixwestin di nava torê de ziman û çandên Mezopotamyayî jî cih bigirin û wiha domand: “Lê me di civîna xwe ya yekemîn de dît ku ev nepêkan e. Di pratîkê de nameşe. Wekî din jî berpirsyariya me ye ku em pêşiyê çand û zimanê xwe biparêzin. Nîqaşeke bi vî awayî hate kirin û pêşniyar bi vî awayî hatin. Me bi awayekî demokratîk nîqaş kir û di dawiyê de em gihiştin encameke ku ev xebat weke xebata çand û zimanê kurdî bimeşe. Lê ev xebat tu caran çand û zimanên din red nake û hiyerarşiya di nava çandan de jî qebûl nake. Baweriya me bi xwişk û biratiya ziman û çandan heye. Ji ber wê yekê em dixwazin her çand bê parastin. Em yekrengî û yekdengiyê naparêzin. Lê berpirsyariya me ew e ku pêşiyê em çand û zimanê xwe biparêzin. Bi vê bîr û baweriyê me nav guhert.”

‘Rexneya herî xurt li dijî siyaseta kurd bû’

Tan da zanîn ku dê li ser pêşniyarên di komxebatê de bixebitin û nexşereyêkê amade bikin. Tan wiha got: “Plansaziyên xêbatan a ji bo dema nêz, navîn û dema dûr hene. Hat xwestin ku bi taybetî di 8’ê Adarê de tundiya li ser ziman bê teşhîrkirin. Ev pêşniyara maseya jinan bû. Her wiha 21’ê sibatê li pêşiya me ye ku dê hin tişt bên kirin. 15’ê Gulanê heye berî wê Newroz heye li pêşiya me. Biryareke wisa jî hebû ku Newroza îsal bibe Newroza zimanê kurdî. Rexneya herî xurt li dijî siyaseta kurd hate kirin. Em hêvî dikin ku ew jî piştgiriyê bidin vê xebatê û em îsal bikin sala çand û zimanê kurdî û bi hêviyeke xurtir em xebatên xwe bimeşînin.”

‘Di warê çand û zimanê kurdî de vînek derket holê’

Di berdewamê de jî Tan ev tişt anî ziman: “Tor bi tena serê xwe statuyeke û di asta neteweyî de tê qebûlkirin. Ji ber wê jî me biryar da ku heta demekê em bi vî awayî bimeşînin. Sazî û komele jî di nava me de hene. Endam û rêveberên wan hene. Ji bo xebatên me yên fermî hembêza xwe vedikin û dixwazin malovaniyê bikin ji xebatên me re. Ji ber wê yekê pirsgirêka me tune. Xebatên tên kirin jî dikarin li ser navê saziyên ku di nava torê de cih digirin bimeşînin. Di warê çand û zimanê kurdî de vînek derketiye holê. Vîneke birêxistinî, pirreng û pirdeng derketiye holê. Ji gelek beşên civakê kes beşdarî vê xebatê bûne. Ji ber wê yekê jî ji niha û pêde divê gelê me zêdetir bala xwe bide vê xebatê. Wê helwesta yek zimanî red bike.”

‘Dê li Stenbolê jî torek bê avakirin’

Sekreterê Giştî yê PEN’a Kurd Omer Fîdan jî ev tişt anî ziman: “Tora me dixwaze ku ev tor bibe mînak û bi heman awayî li aliyê Tirkiyeyê jî bi taybetî li Stenbolê jî torek were avakirin. Ev gelên li Kurdistanê dijîn ji ber ku navend, sazî û dezgehên wan li Stenbolê ne, me xwest xebateke bi vî rengî li Stenbolê were kirin. Ew jî di nava wê xebatê de cih bigirin û em li gel hev bi ziman û çanda xwe têbikoşin. Ji bo torê sekreteryayeke berfireh hatiye hilbijartin ku nûneriya hemû maseyan tê de heye. Ew sekreterya di serî de dê rêziknameyekê amade bike ji bo hiqûqa navxweyî ya ew kesên ku beşdarî van xebata bûne. Dê hem ji bo torê hem jî ji bo her maseyekê karnameyekê derxînin. Li gor vê karnameyê dê xebat bên kirin. Îsal weke sala Baba Tahirê Hemedanî hat diyarkirin dê li ser vê gelek xebat bên kirin. Biryareke din jî dê her salek li ser navê kurdekî klasîknûs daxuyanî û ji bo danasîn, berhem û fikrên wan hewl bê dayîn ku xebat bên kirin.”

‘Nûnerên kurdan divê ziman baş bizanin’

Herî dawî jî Fîdan ev tişt destnîşan kir: “Kêsên ku doza pêşengiya kurdan dikin, nûnertiya kurdan dikin, divê ku ziman û çanda kurdan baş bizanin. Ev hêvî û daxwazeke bi salan e tê dubarekirin. Tor jî bi israr dê daxwazê dike û dibê nûnerên vî gelî, gelî baş nas bikin ku bikaribin nûneriya wî bikin. Ev xebat du lingên wê hene. Ku karnameyek bê amadekirin. Ji bo xwe gihandina gel em ê çi bikin? Ji bo berfirehkirina vî karî hem ji serdestan daxwaz bê kirin zor bê dayîn. Tor hewl dide ku bibe otorîteyeke diyarkirina polîtîkayên ziman û çandê. Polîtîkayên ku pisporên vî karî diyar bikin, divê hemû partiyên siyasî bêxin bernameya xwe û di bernameyên xwe de bisepînin û bi wî awayî xebatên xwe bimeşînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar