Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Newroza me

Newroza îsal zû dest pê kir. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Di heman demê de mizgîniya bihareke zû jî dide. Bihara welatê me jî zû dest pê kir. Xuyaye ku wê îsal ev bihar û ev Newroz mizgîniyên mezin bi xwe re bîne.

Dema Newroz tê gotin; serhildanên salên 1990’î tê bîra min. Ew serhildanên Nisêbîna rengîn û Cizîra Botan bû. Ew serhildanên pêşî bûn û di heman demê de serhildanên ji bo Newrozê bûn. Bi wan serhildanan kurdan tirsa mirinê ji ser xwe rakirin. Bedena xwe dan pêşiya tank û topên dewleta tirk û bi ser mirinê de meşiyan. Mînaka wê ya herî berbiçav jî Nisêbîn bû. Li Nisêbînê panzera dewletê bi ser xelkê de meşiya û ew perçiqandin. Bi awayekî hovane zêdetirî 20 welatiyên sivîl qetil kirin. Li Cizîra Botan û Hezexê jî bi heman rengî êrîşên dewletê çêbûn û di encamê de sedan welatiyên sivîl di Newroza 1992’an de şehîd bûn.

Dewletê piştî wan bûyeran fêm kir ku ew gel ji mirinê natirse. Lewma Newrozên di pey re veguherîn serhildanê. Ji salên 2000’î û şûnde jî bi awayekî rêkûpêk li seranserê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin. Ev agir xwe li bajarên Tirkiyeyê heta Ewropayê jî nîşan dide.

Îsal jî agirê Newrozê hat dadan û kurdistaniyan dest bi pîrozbahiyan kir. Ji rojhilatê Kurdistanê heta Amed, Batman û Agirî agirê Newrozê geş bû. Li navenda şoreşê rojavayê Kurdistanê jî agirê pêşî hat pêxistin. Bi awayekî fermî jî agirê Newrozê wê ji cih û warê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan were pêxistin. Piştre jî ev agir wê li seranserê Rojhilata Navîn geş bibe.

Rêber Apo ji bo kurdan digot; ev gel ê Newrozê ye. PKK’ê di rojeke Newrozê de bingeha xwe danî. Newroza 1973’an li Enqereyê koma Apociyan biryara têkoşînê dan. Ji Enqereyê jî berê xwe dan Kurdistanê. Ji wê demê heta niha ev agir venemiriye. Agirê ku Rêber Apo ji Enqerê pêxist, li zindana Amedê bi kawayê hemdem Mazlûm Dogan re geş bû. Piştre Zekiye Alkan û Rehşan Demîrel jî beşdarî vê govenda Newrozê bûn.

Newroz ji bo her kesî nûbûn û xweşiyê tîne. Bi wî agirî re qirêjî hemû tên paqijkirin. Zarokên welatê me wekî cejnekê vê rojê pêşwazî dikin û berê xwe didin qadên Newrozê. Evîndarê welatê me jî di rojek wiha de bi kincên xwe yên gelêrî diherikin qada Newrozê. Jinên Kurd bi xemla xwe qada Newrozê rengîn dikin. Newroz hêjayî dîtinê ye û divê her roja Kurdan wekî Newrozê be.

Çîrok û çîvanokên me di rojek wiha de çêbûn. Ehmedê Xanî çîroka Mem û Zînê diyarî rojek wiha kiribû. Dîroka me kurdan jî bi vê rojê re têkildar e. Eger em çiqasî karibin xwedî li Newrozê û dîroka wê derkevin, em ê ewqasî karibin dawî li zilmê bînin.

Ev Newroz Newroza me ye. Newroza ku em ê li dora agirekî hev bibînin. Newroza ku em ê bi wî agirî re dawî li hesreta salan bînin. Di vê Newrozê de em ê bihareke rengîn bînin welatê xwe. Bila gul û nêrgiz deşt û çiyayan bixemilînin. Eger destpêka me bi Newrozê be, wê hevdîtina me jî bi Newrozê be.

Nûçeyên Têkildar